'Armanca me ew e ku em jinên civakê bi rêxistin bikin' 2024-05-17 09:03:07     Mîdye Miqted    HELEB - Bi dirûşma "Rêxistinkirina Jin û Civakê Misogeriya Azadiya Rêber Apo ye" yekem kongra PYD'ê li Helebê hat lidarxistin. Jinên tevli kongreyê bûn wiha gotin:"Tevî hemî astengî û siyasetên ku tên meşandin dîsa me kongreya xwe li dar xist. Armanca me ya yekem a vê kongereyê ew e ku em bikaribin xwe bigihînin hemî jinên di civakê de. Em dixwazin wan bi rêxistin bikin û PYD'ê bi wan bidin naskirin."    Di 15'ê Gulanê de bi dirûşma "Rêxistinkirina Jin û Civakê Misogeriya Azadiya Rêber Apo ye" li taxa Şêx Meqsûd a bajarê Helebê yekem Kongreya Meclisa Jinan a Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) hat lidarxistin. Di kongreyê de endamên sazî, partî û meclisan amede bûn. Rewşa siyasî hat nirxandin, perspektîfên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hat xwendin. Li tenişta vê yekê rapora kar û xebatên du salan hat xwendin. Ji aliyê kesên hazir ve rewşa siyasî û rêxistinî hat nirxandin, axaftin li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan û Kongra Star ve hat kirin. Piştî wê hilbijartinên Meclisa Jinan a PYD'ê hat avakirin. Endamên PYD'ê Nehle Mustefa û Zehra Semo derbarê lidarxistina kongreyê de nirxandin kirin. Jinan gotin:"Bi taybet armanca me ew e ku em di nava jin û civakê de, zêdetir demokrasiyê belav bikin û armanca me ya herî girîng ew e ku em azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan misoger bikin. Em dibêjin em li ser vê bingehê xwe zêdetir bi rêxistin dikin. Ne tenê di nava civaka kurd de her wiha di nava tevahî ol û mezhebên heyî ya li ser vê axê em dixwazin aştî, demokrasî û wekheviyê belav bikin. "   'Armanca me ew e ku em jinên civakê bi rêxistin bikin'   Endama Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Nehle Mustafa bal kişand ser kongreya ku hatiye lidarxistin û wiha lê zêde kir:" Em kongreya xwe ya yekem li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, pakrewanên nemir û li şervanên azadiya Kurdistanê pîroz dikin. Îro kongreya me di qonaxek pir girîng de hat lidarxistin. Ev kongre li Taxa Şêx Meqsûdê hat lidarxistin û ev tax bi salan e di bin bandora ambargoya hukumeta Sûriyeyê de ye. Tevî hemî astengî û siyasetên ku tên meşandin dîsa me kongreya xwe li dar xist. Armanca me ya yekem a vê kongereyê ew e ku em bikaribin xwe bigihînin hemî jinên di civakê de. Em dixwazin wan bi rêxistin bikin û PYD'ê bi wan bidin naskirin."    'Me ramanên Rêbertî ji xwe re esas girt'   Di dewamiya axaftina xwe de Nehleyê da zanîn ku ew li ser fikir û felsefeya Rêberê PKK'êAbdullah Ocalan têkoşîna xwe dikin û got:"Îro bi saya fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan em têkoşîna xwe didin û me herî zêde girîngî da rola jinan a di civakê de ya ku divê di nava civakê de çawa xwedî biryar û îrade be."   'Ya girîng em azadiya Rêberê xwe misoger bikin'   Di dawiya axaftina xwe de Nehleyê da zanîn ku ew ji destpêka Şoreşa Rojava di nava vê partiyê de cih digirin û xebatê dikin û  got:"Em weke jin ji destpêka Şoreşa Rojava, cihê xwe di nava partî û saziyan de digirin. Îro jî li Taxa Şêx Meqsûd kar û xebata xwe em di partiyên siyasî de jî dikin. Bi taybet bi riya partiya me PYD'ê em civak û jinan bi rêxistin dikin û civaka xwe tê de hembêz dikin. Bihêlin jinên di civakê de cihê xwe di partiyên siyasî de jî bigirin da ku em sîyasetên dewleta tirk û hemû dewletên ku destek didin dewleta tirk têk bibin. Çimkî dewleta tirk dixwaze gelê kurd teswiye bike. Ji ber ku em xwedî hêz û proje ne, bi vî awayî, bi saya fikir û felsefeya Rêbertî em xwedî li şoreş û pakrewanên xwe derkevin. Her wiha ya girîng em azadiya Rêberê xwe misoger bikin."   'Kongreya me xwedî wateyek pir giran e'    Di heman demê de Endama Meclisa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) a Bakur û Rojhilata Sûriyeyê Zehra Semo derbarê kongreya yekem de got:" Me kongreya xwe li Helebê bi dirûşma 'Rêxistinkirina jin û civakê misogerkirina azadiya Rêber Apo ye' li dar xist. Kongreya me xwedî wateyek pir giran e. Bi taybet lidarxistina vê kongreyê ya li bajarê Helebê girîng e. Ji ber her siyaseta hukumeta Sûriyeyê li vir tê meşandin. Lê tevî vê yekê jî niha jin û civaka me ya li vir bi awayekî berfireh xwe bi rêxistin kirine. Ev jî bi saya têkoşîna jina kurd a berxwedêr re pêk tê. Bi taybet piştî sala 2018'an dema ku kongreya yekem hat lidarxistin ev bû weke berhemekê. Îro li Helebê bi tevlîbûna jinan kongreya jinê tê lidarxistin. Ev jî berhemek bi qîmet a têkoşîna jinan e. "   Zêdetir bi pêşxistina partiyê   Di dewamiya axaftina xwe de Zehra armanca kongreyê nirxand û wiha pê de çû:"Armanca me ya lidarxistina vê kongrayê ew e ku em partiya xwe zêdetir bi rêxistin bikin. Bi taybet armanca me ew e ku em di nava jin û civakê de, zêdetir demokrasiyê belav bikin û armanca me ya herî girîng ew e ku em azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan misoger bikin. Em dibêjin em li ser vê bingehê xwe zêdetir bi rêxistin dikin. Ne tenê di nava civaka kurd de her wiha di nava tevahî ol û mezhebên heyî ya li ser vê axê em dixwazin aştî, demokrasî û wekheviyê belav bikin. "   'Xebata me berhema têkoşîna pakrewana ye'   Di dawiya axaftina xwe de Zehrayê banga tevahî jinan kir ku di warê siyasî de cih bigirin û got:"Îro piranî jin cihê xwe di nava qadên siyasî de digirin. Ev jî bi saya têkoşîn û berxwedana jinan a bi hezaran sala ye. Wekî damezrînera yekem a di Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) de pakrewan Şîlan,Yusra û Rîhanan berhema têkoşîna wan îro di kar û xebatên me de tê xuyakirin. Partiya me jî partiya pakrewana ye û em banga xwe ji bo tevahî jinên di Sûriyeyê de yên bi taybet ku heya niha ranebûne ser piyan xwedî dikin ku li xwe û keda xwe xwedî derkevin."