Di Roja Dayikan de peyama 'dawî li şer bînin' 2024-05-12 12:54:53     AMED - Dayikên Aştiyê yên bi munasebeta Roja Dayikan daxuyanî dan banga bidawîkirina tecrîd û şer kirin.    Dayikên Aştiyê yên ên bi munasebeta Roja Dayikan li Rezana Amedê hatin gel hevdu li ber avahiya xwe daxuyaniya çapemeniyê dan. Di çalakiyê de pankarta "Meclîsa Dayikan Aşitiyê" hat vekirin û dirûşma "Heq hiqûq edalet" hat berzkirin. Hevserokê DBP'ê Mehmet Şirin Gurbuz, Rêxistina bajêr, hevserokên DEM Partiyê yên bajêr, dayikên Nobeta Edaletê, endamên Meclisa DEM Partiyê tevli daxuyaniyê bûn.    'Heta zarokên me ne li gel me bin em nikarin roja dayikan pîroz bikin'   Dayika Aştiyê Kudret Eryilmaz da zanîn ji ber ji zarokên xwe cuda vê rojê pêşwazî dikin loma jî ev roj ji bo wan wekî "rojeke tarî" derbas dibe û wiha got:"Dema zarokên me li gel me bin wê demê vê rojê em dikarin pîroz bikin. Ji ser serê me balafir derbas dibin û ev me ne rehet dike. Tecrîd her diçe giran dibe. Bila ev pirsgirêk êdî biqede. Bila şer biqede aştî bê. Bila êdî hêsir ji çavên dayikan neyê û aştî û hizûr bê welatê me. "   Piştî daxuyaniyê endamên Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê qurnefîl dan dayikan.