Dayikên Şemiyê: Divê li gorî pîvanên hiqûqa gerdûnî tevbigerin 2024-05-11 14:05:08     STENBOL - Dayikên Şemiyê di çalakiya 998'an de li Qada Galatasarayê li aqubeta Kasım û Halîl Alpsoy pirsîn û bal kişandin ser roja dayikan.    Dayikên Şemiyê/Mirovên Şemiyê ji bo pirsîna aqûbeta kesên di binçavan de hatin windakirin û qetilkirin û darizandina faîlên wan, di hefteya 998’an de li Qada Galatasarayê ya Stenbolê hatin gel hev. Li gel Dayikên Şemiyê/Mirovên Şemiyê, gelek parastvanên mafan jî tev li çalakiyê bûn. Çalakvanan wêneyên windakiriyan hilgirtin.    Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Halîl û Kasim Alpsoy hat pirsîn. Metna daxuyaniyê ji hêla Sebla Arcan ve hat xwendin.    Sebla beriya daxuyaniyê, Roja dayikan bi bîr anî û diyar kir ku divê Dayikên Şemiyê tu carî neyên jibîrkirin. Sebla wiha dirêjî da axaftina xwe: "Dayikên ku jiyana xwe ji bo xwe bigihînin gorên zarokên xwe derbas kirin, wekî dê bên cilên wan ûtî kirin, wekî ku dê li ser nivînên xwe razên paqij dihêlin, divê ew dayik neyên jibîrkirin. Dayikên ku mîna 50 sal, 40 sal berê, 30 sal berê dengê zarokên xwe yên bi mifteyên xwe vekirina derî û gotina 'dayê, ez li vir im' bibihîzin, bi bîr bînin. Bila sibe bibe roja dawî ya bêhestiyariya li hember Dayikên Şemiyê."    Sebla wiha bal kişand ser çîroka windayan: "Halîl Alpsoy ê 37 salî li navçeya Kanarya Stenbolê dema ku ji ziyareta xizmên xwe vedigeriyan li gel hevjîna xwe û pitika xwe ya 40 rojî bi wesayîta Torosa Spî li ber deriyê mala xwe şeva 12'yê Gulana 1994'an de ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin. Piştî 18 rojan ji binçavkirina Halîl, cenazeyê wî li herêma daristanî ya Kirikkaleyê ya 530 km dûrî Stenbolê ye hat dîtin. Tiştekî ku wî bide naskirin tune bû. Hejmara telefona mala Halîl ku di dema binçavkirinê de bi awayekî nepenî li ser astarê çakêtê xwe nivîsîbû. Ji ber îşkenceyê cenazeyê wî nedihat nasîn û birayên wî ji birîna destê wî teşhiskirin."   Sebla diyar kir ku hefteyek piştî Halîl Alpsoy hat binçavkirin, di 18'ê Gulana 1994'an de li Edeneyê bi ser mala kurê mamê wî Kasim Alpsoy de girt û Kasim Alpsoy jî ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin. Sebla, anî ziman ku piştî Kasim êvara hat binçavkirin nasnameya Kasim hat desteserkirin û wiha dewam kir: "Piştî ku Kasim hat berdan polîsan got sibe werin nasnameya xwe bistîne. Dema vegeriya malê, ji îşkenceyê bêzar bû. Roja din ji bo nasnameya xwe bigire bi xizmekî xwe re çû Fermandariya Cendirmeyan a Navçeya Seyhanê. Xizmê wî tevahiya rojê li ber derî sekinî, lê Kasım Alpsoy dîsa nekarî ji avahiya ku ket hundir derkeve. Li gel hemû hewldanên malbatê jî, rayedarên dewletê 30 sal in lêkolîn û lêpirsînên ku çarenûsa wan eşkere bike, berpirsyaran eşkere bike û ceza bike, nekiriye."   Sebla, da zanîn ku îro careke din bang li rayedarên edlî dikin ku der barê windakirina Halîl û Kasim Alpsoy ên li girtîgehê de lêpirsîneke adil, bêalî û bi bandor bidin destpêkirin û wiha bi lêv kir: "Çiqas sal jî derbas bibin, em ê ji bo Halîl û Kasim Alpsoy ji bo hemû windahiyên xwe edalet bipirsin û bi bîr bînin ku divê dewlet li gorî pîvanên hiqûqa gerdûnî tevbigere."   Piştî daxuyaniyê qurnefîl danîn Qada Galatasarayê.