Qirkirina jinê gihişt astek din 2024-05-11 09:05:39     Nazlican Nujîn Yildiz   ÎZMÎR - Jin der barê zêdebûna qetilkirina jinan de axivîn û balkişandin ser girîngiya Peymana Stenbolê. Jinan diyar kir ku dewlet di vê mijarê de gavên şênber navêje û gotin wê li dijî tundî, destdirêjî û qetilkirina jinan li kolanan têkoşîna xwe bidomînin.   Tundiya li ser jinan roj bi roj giran dibe û jin ji aliyê mêrên nêzî xwe ve tên qetilkirin. Bi taybet di pêvajoya dawî de gumanbar jin û zarokan qetil dikin û întîxar dikin. Ev jî nîşan dide ku tundiya mêr a li dijî jin û zarokan gihiştiye astek din. Desthilatdariya AKP’ê di şevekê de Peymana Stenbolê ku tedbîrên parastinê digirt fehs kir. Partiyên siyasî yên aligirên desthilatdariyê piştî Peymana Stenbolê niha jî qanûna hejmara 6284 hedef digirin.   Jinan der barê tundiya li ser jinan, balkişandin ser Peymana Stnebolê. Jinan gotin wê têkoşîna wan a rêxistinkirî her biçe mezin bibe.   Di meha Nîsanê de 32 jin hatin qetilkirin   Hevseroka ÎHD’a Îzmîrê parêzer Zîlan Gumuş axivî û got ew dixwaze hejmara jinên meha borî hatine qetikirin parve bike û got: “Li gorî daneyên me xwe gîhandiyê di meha Nîsanê de 32 jin ji aliyê mêran ve hatine qetilkirin. 13 jinî bi guman jiyana xwe ji dest dan. Ev dane di encama têkoşîna jinan de derketine holê. Jin ji aliyê mêrên nêzî xwe ve tên qetilkirin. Qetilkirina jinan bi kîjan hincetê tên kirin. Tespîtkirina vê girîng e. Em vê tespît nekin em ê sedemên psîkolojîk, civakî jî dernexin holê. Dewleta Tirk di vê mijarê de nakeve nava tu hewldanekê, gavekê navêje.”   ‘Peymana Stenbolê girîng e’   Zîlanê wiha dawî lê anî: “Ji be tespît neyên kirin gumanbar cezayên giran jî nagirin. Heta ku cezayên giran tunebin wê asta tundiyê biguhere û bidome. Li gorî salên berê qetilkirina jinan zêde bûye. Hejmara kêm a qetilkirina jinan tenê di navbera 2010 û 2019’an de dema Peymana Stenbolê di meriyetê de bû kêm bû. Ev girîng e. Peyaman Stenbolê ji bo pêşîgirtina qetilkirina jinan girîng e.”   Li Kurdistanê destdirêjiya polîs-leşkeran   Ji Însiyatîfa Têkoşîna Sosyalîst, Tugçe Kizildemîr jî got yek ji sedemên zêdebûna qetilkirina jinan, polîtîka bêcezahiştinê ya dewletê ye û wiha pê de çû: “Bi fehskirina Peymana Stenbolê qetilkirina jinan jî zêde bû. Mêr nayên cezakirin û bi hincetên eletewş ceza dadixin. Ev zêdetir di bûyerên destdirêjiyê yen polîs, leşker û cerdevanan de tê dîtin. Mêrên bê ceza tên hiştin jî tundiyê zêde dikin. Di demên dawî de mêrên ji malbatê jinan, zarokan qetil dikin û piştre jî ew bixwe întîxar dikin. Ev jî nîşan di de ku saziya malbatê rizyaye. Bi taybet di malbatê de krîzek aborî heye.  Jin hepsê malê tên kirin û hemû kontrol di bin destê mêran de ye. Em bi rizandina malbatê re rû bi rû ne.”   Jin li dijî tundiyê têdikoşin   Tugçeyê di berdewamiya axaftina xwe de anî ziman ku jin li dijî destdirêjî, tundiyê û qetilkirina jinan du alî têdikoşînê dimeşînin û wiha pê de çû: “Yek têkoşîna hiqûqî ye. Dozên kuştinên jinan û dozên jinên ku parastina cewherî kirine dişopînin. Rêxistinên jinan hemû pêvajoyên hiqûqî dişopînin. Hemû destkeftî û azadî bi têkoşîna li kolanê pêkan e. Hemû destkeftî bi têkoşîna rêxistinkirî pêkan e. Kuştinên jinan polîtîk in. Hemû qetilkirinên jinan xwe dispêrin mekanîzmayên dewleta mêr. Em ê li dijî vê têkoşîna xwe ya rêxistinkirî bidomînin.”     Divê Peyamana Stenbolê pêk bê   Rêvebera Komeleya Elewiyan a Demokratîk (DAD) Fadîme Dapakli jî daxuyakirin ku roj bi roj qetilkirinên jinan zêde dibin û jin ji aliyê mêrên nêzî xwe ve tên qetilkirin. Fadîmeyê wiha dawî lê anî: “Divê tedbîr û qanûnên ku diparêzin hebin. Salvegera îmzekirina Peymana Stenbolê ye. Peyman hat fehskirin. Divê dîsa peyman bikeve meriyetê. Ji ber cezayên giran tunene jin tên qetilkirin.”