Ji bo çanda xwendinê zêdetir pêş bikeve pirtûkxane vekirin 2024-05-11 09:04:51     Mîdye Miqted   ŞEHBA - Ji Komîteya Perwerdeyê ya Kampa Berxwedanê Nîhal Îsa têkildarî "Pirtûkxaneya Rêber Apo" ya li Şehbayê da zanîn ku ji bo pêşxistina fikir û ramanên gel û ji bo xurtkirina çanda xwendinê wan ev pirtûkxane gelekî girîng e û wiha got:"Bi vî awayî me xwest di nava Kampa Berxwedanê de çanda xwendinê zêdetir pêş bixin û bi riya vê xwendinê pirsgirêkên heyî bi hêza aqil were çareserkirin lê belê divê em ji bîr nekin ku bi alîkariya şêniyên kampê ev pirtûkxane hat vekirin."   Li wargeha koçberan a bi navê Wargeha Berxwedan a kantona Efrîn-Şehbayê ku li navçeya Fafînê dikeve di 25'ê Çileya 2024' an de pirtûkxaneyek bi navê "Pirtûkxaneya Rêber Apo" hat vekirin. Ev pirtûkxane di hundir wargehê de tevî derfetên kêm li ser piyan dimîne û şêniyên vê derê ji bo xwe pêş bixin tên vê pirtûkxaneyê. Ji Komîteya Perwerdeyê ya Kampa Berxwedanê Nîhal Îsa derbarê  "Pirtûkxaneya Rêber Apo" ya li Şehbayê de da zanîn wan xwestine ramanên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan belav bibin û bi xwendinê gel xwe pêş bixin.    Ji bo çanda xwendinê zêdetir pêş bikeve pirtûkxane vekirin     Derbarê girîngiya vekirina pirtûkxaneyê de Nîhalê wiha pê de çû:"Piştî pêşniyarkirina biryara vekirina pirtûkxaneyê û erêkirina ji kantona Şehba-Efrînê me ev pirtûkxane da vekirin. Demek dirêj jî derbas bû heta ku ev pirtûkxane hat vekirin. Ji ber kêmderfetiyan li tenişta vê yekê ne tenê pirtûkxane hat vekirin, her wiha ji bo xwendinê parkek biçûk jî hat vekirin. Bi vî awayî me xwest di nava Kampa Berxwedanê de çanda xwendinê zêdetir bi pêş bixin û bi riya vê xwendinê pirsgirêkên heyî bi hêza aqil were çareserkirin lê belê divê em ji bîr nekin ku bi alîkariya şêniyên kampê ev pirtûkxane hat vekirin."   Piştî xwendina pirtûkan, agahiyan bi hev re parve dikin   Nîhalê da zanîn ew agahiyên ji pirtûkan bi hev re parve dikin û axaftina xwe wiha dewam kir:"Me ev pirtûkxane bi wêneyên pakrewanan û gotinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xemiland. Gel jî dema vî dîmenî dibînin hezkirina wan bêhtir ji xwendina pirtûkên di pirtûkxaneyê de çêdibe. Her wiha hewldana me ya ji bo berferehkirina vê pir heye da ku hemî kes serdana vê pirtûkxaneyê bikin û bêhtir çanda xwendinê bi pêş bixin. Her wiha li kêleka vê ji bo xwendinê, em pirtûkan didin berxwedêrên qampê. Ji bo ku ew pirtûk jî neyên windakirin, em navê kesê ku pirtûk girtine gel xwe dinivîsin. Di hemen demê de piştî kesên ew pirtûk girtine û dixwînin vedigerin gel me û agahiyên pirûktê jî bi me re parve dikin. Di heman demê de jî zarok derbasî gel me dibin ji bo ku em jî wan di riya xwendinê de bi pêş bixin. Em çîrokên zarokan didin wan. Bi zimanê kurdî û erebî dixwînin."     'Gel bi riya xwendinê mejiyê xwe têr dike'   Di dewamiya axaftina xwe de Nîhalê da zanîn ji ber ku ev pirtûkxane ji gel re hat vekirin dema roja vekirinê destpêkê gel ew pêşwazî kiriye û wiha pê de çû:"Piştî ku ev pirtûkxane hat avakirin me hemî sazî û partiyên xwe yên di Kantona Şehba û Efrînê de û ya girîng me gelê xwe yê di wargeha Berxwedanê de pêşwazî kir  û me navê pirtûkxaneyê kir Pirtûkxaneya Rêber Apo. Her pênc parêznameyên Rêbertî di vir de hene her yek ji wan tijî zanîn û zanist e. Îro ev hemî pirtûk ketine destê me. Ev ji bo me derfeta herî mezin e ku em xwe ji vê bêhtir bi riya pirtûkên Rêbertî bi pêş bixin. Gelê me birçîyê xwendinê ne bû riya xwendinê mejiyê xwe têr dikin."   'Ji bo em xwedî li ramanên Rêbertî derkevin, em dixwînin'   Di dawiya axaftina xwe de Nîhalê da zanîn ku pêşniyar û hewldana vekirina pirtûkxaneyan di Şehbayê de hene û wiha got:"Ji bo bêhtir fikir û felsefeya Rêbertî were belavkirin her pêşniyar û hewldanên me hene ji bo ku em li kêleka karê xwe yê rêxistinî perwerdeya xwe bi pêş bixin û giraniya xwe bidin ser naskirina fikir û felsefeya Rêbertî. Her wiha ji ber ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo jinê gelek ked û têkoşîn daye divê em jî ji bo xwedîderketina wê ked û têkoşînê hîn bêhtir pirtûkên Rêbertî bixwînin."