‘Em ligel heqîqetê ne’ 2024-05-10 09:04:37       Pelşîn Çetînkaya-Gulîstan Gulmuş   AMED - Jinan êrişên li hember kedkarên çapemeniyê nirxand û diyar kir ku operasyonên tên kirin bi armana pêşî li rastiyê bê girtin tên kirin û gotin: “Em binçavkirin û zextan qebûl nakin. Em ligel heqîqetê ne.”   Bertekên li dijî zextên li ser çapemeniya azad didomin. Jinên Amedê der barê êrişên li hember Çapemeniya Azad de nêrînên xwe anîn ziman.   Hasîbe Yazdik êrişên li ser çapemeniya azad şermezar kir û got ev zext bi armanca ku heqîqet dernekevin holê tên kirin û wiha got: “Ev demek dirêje çapemenî di bin zextan de ye. Li hember çapemeniya azad êrîş hene. Dixwazin çapemeniya kurd di bin zextan de bihêlin û biçewsînin. Dixwazin pêşî li rastiyê û heqîqetê bigirin û gel nikaribe xwe bigihînin rastiyan. Em van binçavkirina qebûl nakin. Em ligel Çapemeiya Azad in. Em van êrişan şermezar dikin. Armanca wan ev e ku gel rastiyan fêr nekin.”   ‘Ji bo rastî bên zanîn hewl didin’   Meryem Turan jî balkişand ser zextan û wiha anî ziman: “Dixwazin pêşî li rastiyê bigirin. Hevalên çapemeniyê tên binçavkirin. Hevalên çapemeniyê ji bo deng û zimanê me dixebitin. Em bi zimanê xwe bi saya wan hinek tiştan fêr dibin. Em binçavkirina wan şermezar dikin. Sûcê wan tuneye. Ji bo her kes rastiyê bibînin têdikoşin. Li jinan lêgerîna tazî dikin. Em wan şermezar dikin.”   ‘Bi salane zext hene’   Sumeyye Kirici jî destnîşan kir ku zext ne zextên nû ne û wiha domand: “Ev zext ne yên nû ne. Bi salan ev zext hene. Li hember çapemeniya kurd tecrîd û binçavkirin didome. Em van zextan qebûl nakin. Ji ber dixwazin heqîqetê derxin holê di vê rewşê de ne. Divê demildest bên berdan.”   ‘Dixwazin dengê girtîgehan bidin bihistin’   Necmiye Yaşar jî bi lêv kir ku rojnameger li gorî pêşeya xwe tevdigerin û wiha dawî lê anî: “Rojnamegerên jin yên hatin girtin dengê girtîgehan bi cîhanê didin bihistin. Ji ber rastiyan radigihînin tên girtin. Em vê rewşê şermezar dikin. Rojnameger pîşeya xwe dikin. Lê bi karên xwe tên sûcdarkirin. Bila rojnameger bên berdan.”