Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê: Em tu tayînkirinê nabînin 2024-04-02 17:56:28 AMED- Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê der bare dijhiqûqiya li Amedê daxuyaniyek da û got: “Em her hevalên xwe yên hatine hilbijartin îradeya gel dibînin. Em tu tayînkirinê rewa nabînin.”   Platforma Ked û Demokrasiyê yaAmedê li Parka Rojava daxuyaniyek li dijî darbeya hilbijartinê ya li Wanê da. Hevşaredarên bajarê Mezin a Amedê, hevşaredarên navçeyan, nûnerên partiyên siyasî, saziyên civaka sivîl û bi sedan kes tevli daxuyaniyê bûn.   Hevseroka Şaxa Hejmar Yek a Egîtîm Sen a Amedê Salîha Zorlu beriya daxuyaniyê axivî û da zanîn ku divêli hemger îradeya Kurdan a ji sindoqê derketiye rêzdarî hebe û got qeyûmên tayînê îradeya geldibin nas nakin.   Berdevkê demî yê Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê Baer Babur jî axivî û got mafê hilbijratinê hatiye xespkirin û daxuyand ku ew darbeya AKP-daraz-YSK’ê qebûl nakin.  Piştî axaftin û daxuyaniyê bi sedan kesî çalakiya runiştinê pêk anîn û daxuyanî bi dawî kirin..