Gelê Wanê ji bo îradeya xwe daketin qadan 2024-04-02 13:41:18   WAN - Piştî ku mazbata nedayîn Hevşaredarê Bajarê Mezin a Wanê Abdullah Zeydan, li seranserî bajar protesto dest pê kirin. Li hemû kolan û cadeyan agir hatin vêxistin û rê ji trafîkê re hatin girtin.    Namzetê hevşaredariyê yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Abdullah Zeydan di hilbijartinê de bi ser ket lê mazbata wî nedanê û dan namzetê AKP’ê Abdullah Arvas ê di hilbijartinê de têk çûyî.    Xelkê Wanê li cadeyên Cumhuriyet û Maraşê dest bi çalakiyan kir. Bi hezaran kesan di kolanên bajar de çopdank weke berîqet bi kar anîn, li gelek deveran agir vêxist. Tevahiya esnafên bajar jî derabeyên dikanên xwe girtin.    Polîsan bi bombeyên gazê û ava şid êrişî welatiyan kir. Ji ber êrişan gelek kes birîndar bûn.    Hat zanîn ku polîs ketine avahiya Rêxistina DEM Partiyê ya Wanê û bombeyên gazê avêtine hundir.    Protesto li çar aliyên bajar belav bûn.