Li Agiriyê gel nahêle hilbijêrên ji derve, deng bi kar bînin 2024-03-31 15:28:45     AGIRÎ - Li Agiriyê ku dengdan dewam dike, li Avkevirê jî gel nahêlin hilbijêrên ji derve hatine deng bi kar bînin.   Li Agiriyê nîv saetek ji bidawîbûna hilbijartinê re maye, gel bikaranîna dengê xwe didomîne. Jin, ciwan, astengdar û kal û pîrên bi kursiyên bi teker dengê xwe bikar tînin. Li navenda bajêr bertekên li dijî dengdayîna leşker û polîsan berdewam dike, hilbijêrên ku tên dengê xwe bikar tînin bal kişandin ser parastina sindoqan.   Avkevir   Li aliyê din li navçeya Avkevirê jî leşker û polîs deng bi kar tînin. Hat diyarkirin ku gel bertek nîşanî vê rewşê dan û destûr nedan leşker û polîs deng bikar bînin û ew paşve şandin. Li navçeyê ku alozî didomin, Parlamentera DEM Partiyê ya Agirî Necla Demîr daxuyanî da û wiha ev tişt vegot: “Hilbijêrên ku li Agirî û navçeyên wê ji derve hatine, hilbijêrên qaçax, dengdêrên qeyûm in. AKP’ê ku fêm kir nikare qeyûm tayînî şaredariyên me yên Agirî û navçeyan bike, bi anîna bi hezaran hilbijêrên derqanûnî yên ji derve, îradeya gel careke din xesp dike.”