Hevseroka giştî ya DBP'ê Çîgdem Kiliçgun Uçar dengê xwe da 2024-03-31 08:54:59     AMED - Hevseroka Giştî ya DBP'ê Çîgdem Kiliçgûn Uçar dengê xwe da. Çîgdemê got, "Me li gel şert û mercên newekhev jî kampanyayeke hilbijartinê ya gelekî xurt meşand" û bang li her kesî kir ku dengê xwe bidin û sindoqan biparêzin.   Li Kurdistanê saet di 07:00 de dengdana hilbijartina herêmî dest pê kir. Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar jî li Dibistana Seretayî ya Şehîd Bîrkan Gunduz a navçeya Rezanê dengê xwe da.   'Encamên xebata me wê weke vîna gel derkeve holê'   Çîgdemê piştî dengdayînê li baxçeyê dibistanê tevî Hevseroka DBP'ê ya Amedê Sultan Yaray, Namzeta Şaredariya Baglarê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan  (DEM Partî) Leyla Ayaz û aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) axaftinek kurt kir. . Çîgdem got, “Me bi hemû hevalên xwe re tevî şert û mercên newekhev xebatên hilbijartinê yên gelekî xurt meşandin. Ez di wê baweriyê de me ku encamên vê xebata ku me bi kedeke mezin meşand, wê weke îradeya gel derkeve holê. Amed yek ji wan bajarên Kurdan e ku rejîmê îradeya gel desteser kiriye û dixwazin şûna siyaseta demokratîk veguherînin talankeriyê . Me bi hemû hevalên xwe re têkoşîna xwe meşand û dengê xwe da. Ji her kesî re dibêjim ku biçin ser sindoqan û dengên xwe bidin û dengên xwe û paşeroja xwe biparêzin."   Girse bi çepikan ji dibistanê veqetiya.