Namzeta Dêrsimê: Dengek dikare gelek lîstikan xera bike! 2024-03-30 09:04:24       DÊRSÎM - Namzeta hevşaredariya Dêrsîmê Bîrsen Orhan bang kir ku divê gele Dêrsîmê xwedî li îradeya xwe derkeve û wiha got: “Gelek deng dikare gelek lîstikan xera bike. Em gelê Dêrsîmê vexwendiyê ser sindoqan dikin.   Ji hilbijartinên herêmî yê 31’ê Adarê re rojek ma. Di vê pêvajoyê de di xebatên hilbijartinên de mîtîng, bername, sedanên gel, konvoy pêk hatin. Li bajaran derî bi derî xebat hatin meşandin. Li Dêrsîmê jî xebatên DEM Partiyê bê navber berdewam kirin. Namzeta hevşaredariyê ya Dêrsîmê Bîrsen Orhan diyar kir ku ji hilbijartinan re rojek maye û bang kir ku divê gelê Dêrsîmê xwedî li îradeya xwe derkeve û dengên xwe bikar bînin.   ‘Baweriya bi partiyê tam e’   Bîrsen Orhan destnîşan kir ku di pêvajoya hilbijartinê de ji aliyê gel ve eleqeyek mezin dîtine û wiha anî ziman: “Gelê Dêrsîmê hem tifaqa Dêrsîmê, hem namzetê DEM Partiyê bi coş pêşwazî dike. Deriyên xwe ji me re vekirin. Em çûn berderiyên wan, baweriya xwe ya bi me vegotin. Ji ber pratika me ya bere gel bi me bawer e. Ji dema Songul Erol ku 2004’an de destpê kir heta dema Edîbe Şahîn û Nurhayat Altun xebatên wan vedibêjin. Bi coşek mezin em pêşwazî kirin.”   ‘Nirxên Dêrsîmê biparêzin’   Bîrsenê got jinên Dêrsîmê daxwaza ‘Dêrsîmê bigihînin nirx û kodên berê’ dikin û wiha domand: “Jin dixwazin ku zarokên wan ji polîtîkayên asîmîlasyon û çirava hişbirê xilas bibin. Dixwazin bi taybet koçberî bê rawestandin. Dixwazin yên koçber bûne şûnde vegerin bajarê xwe. Dêrsîm bi destê jinan hatiye hûnandin. Tarîkat, cemawet li vî bajarî xebatan dimeşîne. Ya ji me tê xwestin eve ku nirxên Dêrsîmê bên parastin.”   ‘Ji bo avakirina ji nûve bên dengan bikar bînin’   Bîrsenê wiha dawî li axaftina xwe anî: “Li Dêrsîmê gelek lîstik hene. Em dibêjin ku ‘dengek wê gelek lîstikan xera bike’. Em gelê Dêrsîmê vexwendiyê ser sindoqan dikin. Yên li derveyê Dêrsîmê dijîn bila bên denga xwe bikar bînin. Em hemû kesî xwendî dikin. Ji bo ji nûve avakirina Dêrsîmê, me coşa 8’ê Adarê bi rihê Newrozê re kir yek û em ê 1’ê Nîsanê de bi serkeftinê tacîdar bikin.”