Leyla Zana: Bi rêya sêyemîn li îradeya xwe xwedî derkevin 2024-03-25 15:38:56     RIHA - Leyla Zana di hevdîtina gel a Pirsûsê ya di çarçoveya xebatên hilbijartinên herêmî de axivî, bal kişand ser Komkujiya Pirsûsê, Doza Kobanê û Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşar û banga "Vîna xwe biparêzin, bi rêya sêyemîn li îradeya xwe xwedî derkevin."   Siyasetmedara Kurd Leyla Zana beşdarî hevdîtina gel a li ber buroya hilbijartinê ya Partiya Wekhevî û Demorasiyê ya Gelan (DEM Partî) a navçeya Pirsûsa Rihayê bû. Meclisa Dayikên Aştiyê ya Rihayê, Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ya Rihayê Sîbel Sûtpak, Parlamentera berê ya HDP'ê Çaglar Demîrel û Ayşe Surucu, endamên Meclîsa DEM Partiyê Cemîle Turhallî Balsak û Sevda Çelîk Ozbîngol, namzeda hevjaredariyê ya Bajarê Mezin a Rihayê ya DEM Partiyê Gulşen Ozer, Hevseroka DEM Partiyê ya Rihayê Sema Aişeoglû, namzetên hevşaredariyê yên Pirsûsê Ayten Kaya û Mûslûm Baran û gelek kes tevlî hevdîtinê bûn.   Bi dirûşman hatin pêşwazîkirin     Leyla û heyeta pê re ku li Taxa Alîgor a Pirsûsê bi kulîlkan hatin pêşwazîkirin, piştre bi konvoyekê derbasî ber buroya hilbijartinê ya DEM Partiyê ya Pirsûsê bûn. Girseya ku li kuçe, tax û kolanên ku konvoy derbas dibû ji aliyê welatiyan ve bi eleqeyeke mezin hat pêşwazîkirin, ji aliyê esnaf, zarok û jinan ve bi nîşaneyên serkeftinê û dirûşman hat pêşwazîkirin.   'Leyla tu bi xêr hatî welatê rojê'     Bi sedan kes tevlî hevdîtina gel a li ber buroya hilbijartinê ya DEM’ê Partiyê ku li Pirsûsê pêk hat bû. Di hevdîtinê de pankarta "Hûn nikarin bi mîlyonan bikine navbera çar dîwaran" û pankartên "Rêhevala Vedat Aydin Orhan Dogan, bi xêr hatî", "Em nabêjin tu dîsa hatî em dibêjin tu li kû mayî" û "Leyla tu bi xêr hatî welatê rojê” hatin hilgirtin. Girseyê gelek caran bê navber dirûşmên "Jin, Jiyan, Azadî" û "Bîjî berxwedana zindanan" berz kir.   Komkujiya Pirsûsê bi bîr xist     Di di hevdîtin gel a ku bi silavkirina namzetên Hevşaredarên Pirsûsê dest pê kir de Leyla Zana axivî û got, “Me bi coşeke mezin komek ava kir. Em komek in. Pirsûs em destpêkê 6 kes bûn. Em komek piçûk bûn. Me li ber xwe da û em gihîştin mîlyonan. Ev coş hemû îqtîdaran ditirsîne. Wek hûn jî dizanin li çepê me Rojava heye. Em jî Newroza wan pîroz bikin. Rojava, ev coş coşa huner û têkoşîna we ye. Kobanê ne tenê bajarekî Kurdan e. Bajarê bi rûmet ê mirovahiya cîhanê ye. Kobanê bi berxwedana xwe rûmeta cîhanê rizgar kir. Li gel hemû hovîtî û êrîşan Kobanê bi berxwedaneke xurt ji cîhanê re got, 'Bi vî rengî rûmeta mirovahiyê tê parastin' Silav ji Kobanê re. 33 xuşk û birayên me yên ji Tirkiyeyê xwestin pêlîstokan ji zarokên Kobanê re bibin. Ma ji vê mirovahîtir çi heye? Bi ruhê xuh û biratiyê hatin vir.  Li vê xakê jiyana xwe ji dest dan. Ez her yek ji wan bi rêzdarî silav dikim. Bîranîna xuşk û birayên me yên sosyalîst wê di têkoşîna me de bijî.  Ez bang li hemû xuşk û birayên xwe yên sosyalîst dikim, sosyalîzma reel rêbaza herî baş a desthilatdariyê ye. Heta ku ev komkujî neyê ronîkirin hikûmeta AKP’ê di bin gumanan de ye. Em hesabê vê bipirsin."   Leyla bal kişand ser Doza Kobanê   Leylayê destnîşan kir ku ev ax wek baxçeyekî kulîlkan e û wiha got: “Ew xak e ku her ziman û her ol dikare lê xwedî derkeve. Ez ji vir jî dixwazim qala doza Kobanê bikim. Bi dehan kes ji ber parastina Kobanê di girtîgehê de ne. Divê em wan biparêzin."   'Bi rêya sêyemîn li îradeya xwe xwedî derkevin'   Leylayê Emîne Şenyaşar jî bi bîr xist û wiha dawî li axafitna xw anî, "Ez ê qet Emîne Şenyaşar ji bîr bikim gelo? Sê zarokên wê hatin qetilkirin û hê jî dibêje 'edalet'. Ev dayik bi salan bi tena serê xwe li cihên ku dibêjin “Qesra Edaletê” lê di eslê xwe de qesrên zilma ne, nobed girt. Dayika min a hêja ya ku li pey edaletê ye, we ev çalakî da destpêkirin, lê em ê vê têkoşînê li her qadê bidomînin. Tenê daxwaza we edalet bû. Ev kes tenê edaletê dixwazin. Em dixwazin bi hemû gelan re jiyanek wekhev bijîn. Ji ber vê yekê, vîna xwe biparêzin. Bi riya sêyemîn li îradeya xwe xwedî derkevin."   Çû cihê ku komkujî lê hat kirin     Piştî axaftinê Leyla û girseya gel pê re çûn Navenda Çandê ya Amara ya ku Komkujiya Pirsûsê lê pêk hat ku niha ji aliyê qeyûm ve wekî Navenda Ciwanan a Pirsûsê tê bikaranîn û 33 kesên hatin qetilkirin li cihê ku lê hatibûn qetilkirin bibîr anîn. Leyla di bîranînê de axivî û got, “Hevalên hêja, birayên ciwan, hûn enternasyonalîstên rast in. We li cem gelê Kurd ê bindest cih girt û ji zarokên wan re pêlîstok anîn. Zarokên wan ên dilsoz tu carî we ji bîr nakin. Di ronahiyê de bimînin."