Ji Newroz û Mitînga Fînalê ya Agiriyê: Em dest ji berxwedanê bernadin 2024-03-25 11:29:22     AGIRÎ - Bi hezaran kesên ku di “Newroza Mezin a Agiriyê û Mitînga Fînalê” hat lidarxistin de bi dirûşmeya “Bijî berxwedana zindanan” bal kişandin ser tecrîdê.   Bi tevlîbûna Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tûncer Bakirhan ve li xaçerêya çaran a Agiriyê “Newroza Mezin a Agiriyê û Mitînga Fînalê” hat lidarxistin. Qada ku bi alên DEM Partiyê ve hat xemilandin, bi hezaran kes herikî qadê. Jin, ciwan û zarok bi cil û bergên kurdî qad xemilandin.    Her wiha girse, ji du milan bi meşaleyan bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bijî Berxwedana Zindanan”, “Jin Jiyan Azadî” û “Bijî Newroz” û bi pankartên “Azadiya min azadiya gelan e”, “Azadî xwe bi rêvebirinê dest pê dike”, “Heqîqet evîn e, evîn azadî ye” û “Rabe DEM hat” heta qada mitîngê meşiyan. Bi hezaran kesên ku tevlî mitîngê bûn bi coşek mezin govend gerandin. Piştî deqeyek rêzgirtinê axaftin dest pê kir.   ‘Newroz mizgîniya 31’ê Adarê ye’   Hevserokê DEM Partiyê yê Agiriyê Mehmet Ûmût Dogrûel ewilî axivî û Newroza hemû gelan pîroz kir. Ûmût, bi lêv kir ku Newroz li dijî Dehaqan berxwedana û mizgîniya 31’ê Adarê ye.    Piştre namzetê hevşaredariya Agiriyê Mehmet Akkûş axivî. Mehmet, bi lêv kir ku ji hilbijartinên herêmî re 6 roj mane û 3 meh in xebatên hilbijartinê dimeşînin. Mehmet, diyar kir ku ew ji bo hemû taxan projeyan amade kirine û bi gelê xwe ve şaredariyê rêve bibin û wiha got: “Zihniyeta AKP’ê vê başarê xirap kir û Agirî vegûheriye bermahiyê. Desthiltdariya AKP’ê ku 22 sal in ser dikê ye bi taybetî 5 salên dawiyê ye qirkirinek mezin pêk aniye. Ew xizmetê nakin, bi tenê didizin.”   ‘Em ji polîtîkayên desthilatdariyê re dibêjin na’   Namzeta hevşaredariya Agiriyê Hazal Aras jî bi hezaran kesên ku qadê tijî kiriye silav kir û got ku di 31’ê Adarê de ji bo pêşeroja jin, ciwan û zarokan dê biçin ser sindoqan. Hazal, bi lêv kir ku bêkariyê ku kûr kiriye li dijî vê yekê dê biçin ser sindoqan û wiha axivî: “Em ji bo li dijî van hemûyan bêjin ‘na’ diçin hilbijartinê. Li dijî polîtîkayên desthilatdariyê re em ê bêjin ‘na, êdî bes e.’ Parlamenterên me ku di meclîsê de kurdî diaxifin wek zimanê X bi nav dikin. Lê ji hilbijartinê re duh meh ma wan zimanê kurdî ji xwe re wek amûrekî bikar tînin. Em ê ji van hemûyan re bêjin na. Êdî dem dema guhertinê ye. Cihê guhertinê jî DEM Partiyê ye. Ji bo maf û biryaraya jin û ciwanan em dibêjin DEM Partî. Em ê projeyên xwe bi gelê xwe re rêve bibin û em yek jî bi DEM Partiyê pêkane. Benda Agirî benda me be em tên. Em ê teqez bi ser kevin. Em ji bo jiyanek xweş û paqij tên. Agirî xwedî Xezala xwe derbikeve.”   ‘Dîrok şahide, em şahidin’   Aktîvîsta TJA’yê Dîlan Guvenç axivî. Dîlan, bi lêv kir ku adar hem meha komkujî û meha berxwedanê ye û got Newroz vejîna Gelê Kurd e. Dîlan, wiha pê de çû: “Newroz nîşaneya berxwedana Kawayê Hesinkar, Ronahî, Rewşen, Ronahî û Sema Yuceyan e. Li ku derê talan û zilm hebe li wê derê berxwedan heye. Ji ber vê yekê Newroz berxwedan e. Me îsal Newrozê bi gelek êrişan, polîtîkayên şerê taybet û tecrîda ser Birêz Ocalan ve pêşwazî kir. Li aliyekî dinê ve jî dirûşmeya ‘Jin jiyan azadî’ li hemû cihê belav bûye. Em ê di vê hilbijartinên herêmî de ji bo demokrasiyê bi rengê jinê pêşwazî dikin. Di her aliyê de êrişî me kirin û xwestin serî li me bitewînin. Lê belê em tu carî natewînin. Dîrok şahide, em şahid in. Em ê di 31’ê Adarê de şahiya vê rihê berxwedanê bikin. Newroz hêvî û aştî ye.”   ‘Em ê diz û kedxwaran ji bajêr bişînin’   Parlamentera DEM Partiyê yê Agiriyê Nejla Demîr jî da xuyakirin ku Newroz vejîn û berxwedan e û piştre peyama Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan xwend.  Piştre parlamenterê Agiriyê Sirri Sakik axivî û ev tiştan got: “Agirê Newrozê li dijî zilmê û Dehaqan hatiye pêxistin. 5 roj şûnde em biçin ser sindoqan û dengê xwe bikar bînin. Di hilbijartinên 2014’an de dengê me dizîn. Em ê destûrê yek xwîna me birije. Em ê dîsa biçin ser sindoqan û bersiva wan bidin. Em ê dîsa dîrok binivîsin. Em ê vê hilbijartinê de şaridariyê bi dest bixin. Niha diz di şaredariyan de ne. Lê me bi tenê ji bo gelê xwe xizmetê kir. Lê ji şaredariyên me re qeyûm tên tayînkirin û diziyek mezin tê kirin. Em ê di vê 31’ê Adarê de şaredariyê bigirin û wan diz û kedxwaran ji şaredariyê bişînin. Ji derve hilbijêran tînin û dixwazin vîna gelê Agiriyê xesp bikin. Lê em ê destûrê nedin ew bi ser kevin.”   ‘Em ê AKP’ê bikin partiya tabelayê’   Herî dawî Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan axivî. Tûncer jî bi rihê Sema Yûce Newroza hemû gelan pîroz kir. Tûncer, got ku gel ji niha ve biryara xwe daye û wiha pê de çû: “Em ê dîsa Agiriyê bi dest bixin. Hevalên me yên girtî û sirgûnê çavên wan li Agiriyê ye. Em ê di 31’ê Adarê de mizginiyek mezin bidin wan. Em Newroza hemû hevalên xwe yên girtî pîroz dikin. Newroz li dijî dehakan berxwedana kawayan e. Newroz bi sê kibrîtan bi Mazlûm Dogan hatiye pêxistin e. Li bajarên Kurdistanê û metropolê hemû wek Agiriyê bi coş û kelecan bû û bi girseyî bû. Di 31’ê Adarê de gelê Agiriyê ji bo nivîsandina destanê amade ye. Gelê Agiriyê ji me re xwedî derketin û berxwedanê di her hilbijartinê daye nîşandan. Em ê AKP’ê bikin partiya tabelayê. Dê gelê me hesabê ji van talankeran bipirse.”   ‘Êrişê zimanê me dikin’   Tûncer, bal kişand ser peyamên ku di mitîngan de hatine dayîn û wiha got: “Gel got, divê pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk bê çareserkirin, tecrîta li ser Birêz Ocalan xwestin bi dawî bibe. Destûrê nadin em bi zimanê xwe biaxivin, me wek terorîst bi nav dikin. Lê em ji bajarê Ehmedê Xanî bang dikin ku em ji vir bi zimanê xwe bang dikin. Çareserî ne ji Kobanê û bajarên Rojavayê ye. Bi êrişkirinê nîne. Çareserî li Agiriyê ye. Kesên ku pêşiya vê xîzaniyê vekiriye peyamên gel ên qadên Newrozê ya azadî, aştî û çreseriyê rast fêm bikin. Ji zimanê me re dibêjin zimanê biyanî û nezan. Ev hezar sal in ku em bi vê zimanê diaxivin çawa bûye zimanekî nayê zanîn. Li dijî vê yekê em ê di hilbijartinê de bersiva vê yekê bidin. Li Elmanya û Japonyayê ku perwerdehiyên kurdî tên dayîn, li welatê me bihêlin kurdî axaftinê dest didin li ser pûşiyên me. Kesên ku îro hevalên me avêtine girtîgehan dibêjin ‘Em jî kurd in.’ Raste hûn kurd in lê hûn berê xwe didin partiyên din. Dema heykela Ehmedê Xanî hat hilweşandin ew kesên ku dibêjin em kurd in li ku derê ne. Di meclîsê de destûrê nadin kurdî bêaxaftin. Ji ber ku ew li cem desthilatdariyê ne. Gelê Agiriyê hûnê xwedî li namzetên xwe derbikevin. Kesên ku li hember vê zilmê deng dernaxe em ê dengan nedin wan."    Piştre hûnermend Mizgîn Turan û Azad Bedran bi stranên xwe derketin ser dîkê. Bername bi kişandina govendanê bi dawî bû.