'Bi rihê 8'ê Adarê û Newrozê beşdarî mîtînga Agiriyê bibin' 2024-03-24 09:03:41     Rojda Aydin    AGIRÎ - Rêxistina DEM Partî ya Agiriyê di 25’ê Adarê de “Newroza Mezin a Agiriyê û Mitînga Fînalê” li dar bixe. Hevseroka DEM Partî ya Agiriyê Ayşe Karakûş, ji bo mitîngê bang kir û got, “Werin em bi rihê 8’ê Adarê û Newrozê li qadê bin.”   Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Agiriyê, di 25’ê Adarê de “Newroza Mezin a Agiriyê û Mitînga Fînalê” li dar bixe. Mitînga ku wê li navendê li xaçerêya çaran bê lidarxistin, dê saet di navbera 11.00 û 15.00’an de pêk bê. Mitîng wê bi tevlîbûna Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan, bi rihê Newrozê pêk bê. Her wiha hûnermend Azad Bedran, Mizgîn Tûran, Koma Nînova û hûnermendên herêmî bi stranên xwe derbikevin ser dîkê.   Hevseroka DEM Partî ya Agiriyê Ayşe Karakûş, ji bo mitînga bê lidarxistin bang li gel kir.   ‘31’ê Adarê de em ê peyama mezin bidin’   Ayşe, anî ziman ku mitînga bê lidarxistin gelek girîng e û got ew ê bi rihê Newrozê mitînga xwe li dar bixin. Ayşe, bi bîr xist ku desthilatdariya AKP’ê ku 19 û nîve Agiriyê rêve dibe tu tiştî nekiriye û wiha got: “Heta îro ji bo vê gelê çi kirine? Em bi vîna gelê xwe vê bajarê rêve bibin. Em ê xwe û bajarê xwe bi xwe rêve bibin. Ji ber vê yekê divê em di vê hilbijartinê de bi ser kevin. Em ê bi vê hilbijartinê ve zihniyeta qeyûm û talanê bişînin. Em ê di sindoqan de bersiveke xûrt bidin wan. Daxwaza gel bi tenê xwe rêvebirin e. Ji ber vê yekê em ê şaredariyê bi dest bixin û em ê vê yekê jî pêk bînin. Em 31’ê Adarê de peyama xwe ya mezin bidin.”   ‘Bi rihê Newroz û 8’ê Adarê…’   Ayşe, bi lêv kir ku bi rihê 8’ê Adarê û Newrozê ber bi hilbijartinê ve diçin û wiha domand: “Em ê bi rihê 8’ê Adarê û Newrozê biçin ser sindoqan. Di heman demê de em ê bi vê rihê di 25’ê Adarê de li qadê bin û peyama xwe ya mezin carekedin bidin. Em ê bi axaftin û sekna xwe bersivek xûrt bidin. Em ê berxwedana agirê Newrozê mezin bikin. Ev Newroza mezin a Agiriyê û mitînga fînalê ye. Dê Tûncer Bakirhan, parlamenterên me yên herêmê û gelek kes tevlî mitîngê bibin. Di heman hûnermend dê bi stranên xwe derbikevin ser dîkê.”   Banga ji bo mitîngê   Ayşe, di dawiya axaftina xwe de got li dijî ne qebûlkirina talanê û qeyûman divê hemû gelê Agiriyê bên qada mitîngê û wiha bangawazî kir: “Werin em bi hevre bajarek nû ava bikin. Bila hemû gelê Agiriyê û navçeyê tevlî vê mitîngê bin û bersivek xûrt nîşanê zihniyeta qeyûm û talanê bidin. Em bi rihê Newrozê li qada mitîngê bin. Werin em bi coşek mezin li qada mitîngê bin. Dem dema me ye. Dem dema Agiriyê ye. Werin di 31’ê Adarê de bersivê bidin.”