Newroza Meletî: Em li ser piyan e, em hene û em ê hebin 2024-03-22 15:43:57     MELETÎ - Parlamenteran DEM Partiyê ya Qersê Gulîstan Kiliç Koçyîgî, di Newroza Meletyê de axivî û got, "Peyama Amedê zelal e. Gel gotina xwe got. Ji me re digotin êdî taqeta wan nemayê. Me peyam da. Me got em li vir in, li ser piyan e, em hene û em ê hebin."   Newroz li Meletî li Taxa Emeksiz ya Jorîn a navçeya Batalgaziyê bi dirûşma "Rabê Dema azadî û serkeftinê ye" hat pîrozkirin. Tevî hewaya sar jî gelek welatî tevlî Newrozê bûn, wêneyê Kemal Kurkut ê di Newroza Amedê ya sala 2017'an de ji aliyê polîsan ve hat qetilkirin li ser dikê hat daliqandin.   Zarok, ciwan û kal û pîran bi hev re li qadê govend gerandin, alên DEM Partiyê di destên xwe de hildan û bi stranên ku dihatin lêxistin govend gerandin. Di pîrozbahiyê de bê navber dirûşmên "Kemal Kurkut Nemir in", "Newroz pîroz be" û "Jin jiyan azadî" hatin berzkirin.   Li hemberî polîtîkayên şer bertek   Hevserokê DEM Partiyê yê  Meletiyê Nazim Bayram ku destpêkê axivî, bertek nîşanî polîtîkayên şer da. Nazim erdheja 6'ê Sibatê ya navenda wê Mereş bi bîr xist û got, "Dema ku me hewl dida mirovên di bin kavilan de rizgar bikin, beriya ku kesan ji bin kavilan rizgar bikin wan  îhaleyên xirbeyan da alîgirên xwe.    Di şahiyê de peyama siyasetmedara girtî Sebahat Tûncel a ji Newrozê re şandî, hate xwendin. Di peyama Sebahat Tûncel hate destnîşankirin ku Newroz navê berxwedan, vejîn û hişyariyê ye.   Namzeta Hevşaredariyê ya Bajarê Mezin a Meletiyê ya DEM Partiyê Sevîm Şîmşek Bayram jî axivî û wiha got: “Ev qad qada azadiyê ye.”   Serokwekîla Koma DEM Partiyê û parlamentera Qersê Gulistan Kiliç Koçyîgît jî ev tişt got: “Dawî li tecrîdê bînin. Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd, bikin ku hevdîtin bi Birêz Abdullah Ocalan re bên kirin. Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd, muxabat Birêz Ocalan e.”   Şahî bi stranên komeke ji Navenda Çanda Mezopotamyayê dewam kir û agirê Newrozê hate vêxistin.