Serdana ciwanên enternasyonalist a Nobeda Edaletê 2024-03-22 15:39:13     MÊRDÎN - Ciwanên enternasyonalîst ên ku çûn serdana Nobeda Edaletê ya Mêrdînê, tecrîd şermezar kirin û peyama "Em bi we re ne" dan.   36 meh in agahî ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nayê girtin. Li gel ku hemû serlêdanên hevdîtinê yên parêzeran bi hinceta “disîplînê” hatin redkirin, girtiyên siyasî yên li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê di 27’ê Mijdarê de ji bo tevlîbûna pêngava “Azadî ji Abdullah Ocalan re, pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî" dest bi grevên birçîbûnê kirin.  Xizmên girtiyan jî di vê çarçoveyê de dest bi nobeda edaletê kirin.     Nobeda Edaletê ya Mêrdînê ku bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka kurd ku li Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Mêrdînê dewam dike bi serdanan didome. Nobet 75 roj in didome. Îro ciwanên enternasyonal ên Rêxistinên Sosyalîst-Çepgir ên Ewropayê serdana nobedê kirin.    Ciwanan enternasyonalist daxwazên çalakvanan guhdar kirin û nêrînên xwe derbarê tecrîdê de anîn ziman.    Ji Dayikên Aştiyê Gurbet Tekîn, axivî û diyar kir ku li dijî tecrîdê û ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di nobedê de nin û got: "25 sal in tecrîd heye û 3 sal in jî agahî jê nayê girtin. Ji ber ku ji felsefe û fikrên Rêber Ocalan ditirsin û tecrîdê giran dikin. Ji bo azadiya Rêber Apo di 1'ê Sibatê heta 15'ê Sibatê 'Meşa Mezin a Azadiyê' hat lidarxistin. Girtiyên me 117 roj in di grevê de nin. Em dayik jî li gelek bajaran di nobedê de nin. 8'ê Adarê û Newroz hat pîrozkirin û milyonan kes bi yek dengî daxwaza azadiya Rêber Apo kirin. Em ê heta dawiyê çalakiya xwe bidomînin."   Ji ciwanên enternasyonalist Benjamin Rauch axivî û got: "Em piştevaniya kesên li ber xwe didin, têkoşîn didin û di greva birçîbûnê de nin, dikin. Têkoşîna wan mînak e. Gotina 'Em ji jiyanê ewqas hez dikin ku ji bo wê bimirin', Ev kurteya têkoşînê ye."    Sofia Victoria Fellinger, jî di axaftina xwe de bal kişand ser têkiliya Elmanya û Tirkiyeyê û wiha axivî: "Elmanya jî wekî Tirkiyeyê zextê li ser parêzvanên mafên mirovan û muxalîfan dike. Divê em kesên bindest, sosyalîst û parêzvanên mafên mirovan bicivin û piştevaniya xwe mezin bikin."   Ciwanê bi navê Denis Sabisch, da zanîn ku fikrên Abdullah Ocalan dişopîne û wiha nêrînên xwe anî ziman: "Abdullah Ocalan ji bo sosyalîst û komunistan pradîgmayek danî holê. Ev jî paradîgmaya demokratîk a azadiya jin û ekolojîk. Dewletên kapîtalist naxwazin hêviya şoreşa sosyalizmê carekdin zindî be. Ji ber vê yekê ev dewlet piştevaniya polîtîkayên Tirkiyeyê dikin. Hewl didin ku fikrên Ocalan belav nebin."   Ji Dayikên Aştiyê Sultan Acibuca û Besna Gunay jî axivîn û diyar kirin ku hewcedarî bi piştevaniya ciwanan heye û dê bi hev re têkoşînê bimeşînin.