Peyama Êlihê ya Newrozê: Em li pişt daxuyaniya sala 2013'yan e 2024-03-19 12:23:38     ÊLIH - Di Newroza Elîhê de ku bi deh hezaran kes lê amade bûn de peyama "Mûxatabê pirsgirêka Kurd Îmraliyê ye, em li pişt daxuyaniya aştî û çareseriyê ya sala 2013'yan e."   Pîrozbahiya Newrozê ya Êlihê ku bi dirûşma "Rabe dema azadî û serkeftinê ye" tê lidarxistin, bi tevlibûna deh hezaran kesan pêk hat. Pîrozbahî piştî deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Di vê navberê de girseyê bi yek dengî dirûşma “Bijî Serok Apo” berz kir.    Ji Komîteya Amadekar a Newrozê Hevserokê DEM Partiyê yê Êlihê Mûstafa Mesût Tekîk di pîrozbahiyê de bal kişand ser hilbijartinên rêveberiyên herêmî. Hevşaredara Êlihê Songul Korkmaz ku li şûna wê qeyûm hatiye tayînkirin jî da zanîn ku Newroz serkeftina gelan e û agirê Newrozê bi tevlibûna sedhezaran vêdixin.”    Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan jî bi bîranîna Mehmet Sîncar, Cengîz Altûn, Seyfettîn Tepe, Edîp Solmaz û Salih Ozdemîr dest bi axaftina xwe kir. Tuncer, bal kişand ser coşa Newroza Stenbolê û wiha got: “Heman daxwaz û dirûşmên îro hûn li vir berz dikin re li wir jî hatin kirin. Li Stenbolê milyonek kesan gotin; ‘tecrîdê bi dawî bikin.’ Bi sed hezaran kesên li Stenbolê hatin gel hev xwestin pirsgirêka kurd bi rêyên guftûgoyê û muzakereyan were çareserkirin. Li qada Newrozê gotin; ‘muxatabê meseleya kurd Îmrali ye.’    Ew deklarasyon, hevnasîna Tirkiyeyê ya bi demokrasiyê re bû. Ew deklarasyon deklarasyona pêkvejiyana kurdan û gelên din a bi ziman û nasnameyên xwe bû. Em careke din dibêjin ku muxatabê pirsgirêka kurd Îmrali ye û em li gel deklarasyona aştî û çareseriyê ya sala 2013’yan e.     Li ku derê dibe bila bibe, em ê sekn û berxwedana birûmet a xelkê Êlihê bixin meriyetê. Ji bo hilbijartinê demekî kin ma. Îşala em ê bi rêjeyeke reko bi ser kevin. Jixwe em ê bi ser kevin lê li dijî kontrayan, li dijî kesên ji kurdî re dibêjin ‘zimanê nayê zanîn’ xwedî li deng û partiya xwe derkevin. Êlih, xwedî li sindoq, deng, heqîqet û hafizeya xwe derkeve. Batman Batmana kurdan e, Barmana me ye, dilê me ye, dilê Kurdistanê ye."   Newroza Êlihê ya ku bi dehhezaran kes tevlibûne didome. Piştî axaftina Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakihan agirê Newrozê hate pêxistin. Dayikên ku bi daxwaza azadiya fizîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka kurd Nobeta Edaletê digirin bi pêşmalkên ku li ser “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye” derketin ser dikê û bi deh hezaran mirov silav kirin.     Yek ji çalakvana Nobeta Edaletê Sûltan Azboy, wiha got: “Merheba bajarê Egîd û qehremanan. Em weke Dayikên Edaletê li 8 bajaran ji bo tecrîda li ser Abdullah Ocalan rabe di nobetê de ne. Silav ji kesên li girtîgehan li ber xwe didin re.” Deh hezaran kesan bi hev re dirûşmeya “Bijî berxwedana zindanan” berz kir.     Piştî axaftinan Tuncer Bakirhan û dayikan agirê Newrozê pêxist. Hinek ji ciwanan bi cilên xwe agirê Newrozê gûr kirin.    Pîrozbahî bi stranên hunermend Sûavî berdewam kir.    Dû re namzeta hevşaredariyê ya Êlihê Gulistan Sonuk axivî û diyar kir ku ew Newroz dê bibe Newroza azadiya Kurdistanê. Gulistan, da zanîn ku li dijî siyaseta qirêj îro li vir gel bersivek xurt da û dê di 31'ê Adarê de li ser sindoqan jî dê bersivê bide.   Piştî axaftina Gulistanê Lawje derket ser dike.    Pîrozbahiya Newrozê bi gerandina govendê dewam kir.