Wehîde Birîmko: Berxwedana me ji bo vegera li Efrînê ye 2024-03-19 10:40:54     Mîdye Miqted   HELEB - Li gel ku di ser dagirkiran Efrînê re 6 sal darbas bûn jî hîna têkoşîn şêniyên Efrînê ji bo vegerê dewam dike. Ji jinênên ku ji Efrînê koçber bûne Wehîde Birîmko diyar kir ku têkoşîna wan ji bo vegera li Efrînê dewam dike.    Beriya 6 salan, bi sedhezaran Efrînî bi darê zorê ji warê bav û kalên xwe derketin û koçber bûn. 6 sal di ser dagirkirina Efrînê re derbas dibin û her sal encamên xerab ên vê dagirkirinê eşkere dibin. Di nava van 6 salan de, her cure binpêkirin û zext li ser şêniyên Efrînê hatin kirin, ji revandin, girtin, îşkenceya li mirovan bigire heta bi xweza, dar û dîroka Efrînê ya kevnar hat tunekirin. Ev hemû li aliyekî û guhertina demografîk ku rojane ji aliyê dagirkeran ve pêk tê jî li aliyekî din. Efrîna ku bû qurbana siyaseta qirêj a hêzên navnetewî û bi taybetî Rûsyayê, radestî Tirkiyeyê hat kirin.   Jina bi navê Wehîde Birîmko a ku ev bû 6 sal in ji Efrînê koçber e ku heta roja dawî ji bo li Efrînê bimîne li ber xwe daye ji ajansa me re nirxandin kir.    Wehîdeyê diyar kir ku Bajarê wan Efrînê bi dar û berê xwe bi xwezaya xwe ya dewlemend dihat naskirin û ji wan mîna bihuştê bû. Wehîdeyê anî ziman ku wan li wî bajarî xwe bi rêxistin kirine ev tişt got, "Ji yana me li wê bi rêk û pêk bû. Me xwe di ewlehiyê de hîs dikirin û me digot Efrîn warê me ye û em hertim lê bin."   'Êrîş hatin destpêkirin'   Li ser kêliyên destpêkirina êrîşên li ser bajarê Efrînê Wehîdeyê axaftina xwe domand  û ev kêlî yek bi yek bi me re parve kirin. Wehîdeyê got:"Beriya ku bajarê Efrînê bê dagirkirin min di qada çand û hunerê de cih girtibû.  Di 20`ê Çileya 2018'an de ji aliyê balafirên dewleta Tirk êrîş bi ser bajar û gundewarên Efrînê de hatin kirin.  Wê demê komeke me ya govendê ku ji 35 kesan pêk dihat haziriya xwe ji bo 8`ê adarê û Newrozê li gundê Kefersefirê dikirin. Lê bi destpêkirina êrîşan re cara yekem navenda bajarê Efrînê bû dûmana reş û bajar hat dagirkirin. Me wesayit amade kir ku em koma xwe ya govendê derbasî  bajarê Efrînê bikin. Êrîşên dewleta Tirk jî berdewam bûn."   'Hêrsa me zêde bû û ji ber vê em bêhtir dixebitîn'   Wehîdeyê bahsa xebatên xwe kir û wiha pêde çû:" Piştî ku balafirên dewleta Tirk êrîşî bajarên me kir, me xebatên rêxistinkirina gel zêde kirin. Li gel êrîşên bi balafiran ku tu cudahî nedistina navbera hêzên lêeşkerî û sivîlan dîsa jî me bi çavek biçûk li dijmin meyze dikir û me berxwedan dabû pêşiya xwe. Bi êrîşên ku pêk dihatin re pakrewanên me jî çêdibûn û li gel xebatên rêxistinkirinê me pakrewanên xwe jî oxir dikirin.  Destpêkê me pakrewanên xwe li goristana pakrewan Refîq a li gundê Metîna dikeve oxir dikir piştî wê ji ber ku şer roj bi rojê girantir dibû em neçar diman ku di hundir bajarê Efrînê de pakrewanên xwe oxir bikin,hêrsa me li dijî êrîşan zêde dibû û me xebatên xwe berfirehtir dikirin. "   'Dîtina bajarê Efrînê li ser Cebel Ehlam dîtina herî bi êş bû'    Li ser rojên dawî yên berxwedanê û derketina welatiyên Efrînê ji bajar û gundên xwe Wehîdeyê axaftina xwe da berdewamkirin û got:"Gelê Efrînê bi darê zorê hêdî hêdî ji bajarê xwe bi dûr ketin û berê xwe da koçberiyê. Em bi kincên li ser xwe ji malê xwe derketin û nêrîna me ya dawî ya bajêr li ser çiyayê Ehlam bû ku ew nêrîn û dîtina dawî û herî bi êş û zehmet bû ji bo me.  Ji hêrsa rondikên çavên me wekî barana ku wê rojê dibariya ji çavên me dibariyan  Piştî ku em ji bajarê xwe koçber bûn me gelek bûyerên bi êş dîtin ku gelek kes bi meşê ji bajêr derketin û gelek kesjî jî  li ser riyan jiyana xwe ji dest dan. Herwiha gelek kes birçî û tî mirin. Bi komkujiyên li Efrînê hatin kirin re bajar di nava xwînê de hat hiştin. "   Di dawiya axaftina xwe de Wehîdeyê got ku heta vegerin ser axa xwe dê têkoşîna wan bidome û ev tişt got:"Me soz daye pakrewanên xwe ku em ê tekoşîna xwe û berxwedana xwe bilindtir bikin heta ku em vegerin Efrîna xwe û dagirkeriyê têk bibin."