Zennûre Yuce: Min soz da Sema… 2024-03-19 09:07:43     Elfazî Toral   BEDLÎS - Dayika Sema Yuce Zennûre Yuce diyar kir, Sema bû yek ji kesayetên pêşeng ên Gelê Kurd, bi hezaran ciwan îlham girt û got: "Min soz da Semayê. Ez tu carî dev ji vê dozê bernadim. Min soz da ku ez li ser axa xwe bimînim û di nava xweza û çanda xwe de bijîm û heta nefesa xwe ya dawî ez ê têkoşîna xwe bidomînim."   Sema Yuce di sala 1971’ê de, li gundê Kargaliya Jêrîn a ser bi navçeya Tûtax a Agiriyê tê dinê. Malbata wê ji kevneşopiya berxwedana li Kurdistanê dihat û tevlî serhildana Agiriyê bûbû. Semaya ku bi vê kevneşopiyê hatibû mezinkirin, dema ku hîn biçûk bû bapîrê wê jê re digot “Leyla Qasim” û vê yekê jî ew ber bi lêpirsîneke kûr ve bir. Sema dibistana seretayî û amadeyî li Agiriyê xwend. Di sala 1989’an de derbasî beşa civaknasiyê ya ODTU’yê bû û çû Enqereyê. Polîtîkayên wan salan û gotinên wek “Me ew bin ax kirin û bi betonê ser pêça” ku li her aliyê Kurdistanê belav dibû, bû sedem ku Sema hîn di pola 3’yemîn a beşa civaknasiyê de bikeve pey bersivan û êdî ji bo xwe jiyana asayî nepejirîne. Di wan salan de, li wir ciwanên welatparêz nas dike û di nav ciwanên YCK’ê de cih digire. Di sala 1991’ê de dest ji zanîngehê ber dide û beşdarî nava refên têkoşîna azadiyê PKK’ê dibe. Ji bo xebatê cara ewil derbasî Mêrdînê dibe. Dûre jî ji bo Rêberê PKK'ê Kurd Abdullah Ocalan bibîne, derbasî Bekayê dibe.   Nasnameya jina azad   Sema di sala 1992’an de, di pêvajoyekê de ku kar di asta herî bilind de dihat meşandin, li bajarê ku lê mezin bûye, di encama bêbextiyekê de tê binçavkirin û girtin. Lê tevî wê jî Sema tu caran ji sekna xwe tawîzê neda û li dijî xeta xiyanet û bêbextiyê bi sekneke berxwedêr bû mînak. Sema Yuce di rûnişta duyemîn a darizandina xwe de bi 22 sal hebsa giran tê mehkûmkirin. Destpêkê li Nevşehîr, dûre jî sirgûnê girtîgeha Çanakkaleyê tê kirin. Di tevahiya pêvajoya ku di girtîgehê de dimîne li ser hişmendî û nasnameya jina azad xwe kûr dike.   Sema Yuce li girtîgeha Çanakkaleyê û di 6’emîn sala dîlgirtina xwe de, ji bo ku balê bikşîne ser xeta xiyanetê ya li girtîgehê û polîtîkayên şer ên dewletê, di 21’ê Adara sala 1998’an de bedena xwe dide ber agir û bi vê çalakiyê dixwaze bibe bersiva herî mezin a li dijî xiyanetê. Sema di şeva 21’ê Adara 1998’an de çalakiya xwe ya mezin pêk anî û çalakiya wê li tevahiya welat deng veda.    Hezkirina wê ya azadiyê...   Sema Yuce di nameya xwe ya ji bo Abdullah Ocalan de wiha dibêjê: “Jinên Kurd gotinên Rêber Apo fêhm kirin, ku di 8’ê Adarê de gotibû ‘divê îdeolojiyek rizgariyê ya navenda xwe jin be, bê afirandin û tiştek bi vî rengî ji pirsgirêkên şer heta aştiyeke mayînde wê ji gelek pirsgirêkan re bibe çareserî’. Jixwe di meşa xwe ya bi 8’ê Adarê destpê kir û bi 21’ê Adarê giha lûtkeyê ev yek îspat kir. Li ser vê bingehê ez dixwazim mêjî, dil û bedena xwe bikim pirek ji agir a di navbera 8’ê Adarê û 21’ê Adarê de. Ji bo ku bibim xwendekarek baş a Kawayê hemdem Mazlûm Dogan û hemû şehîdan, dixwazim wek Zekiye bişewitim, wek Rehşan bibim Newroz. Ez dixwazim bi awayekî bi biryar li ser şopa hevalên din ên bûne Newroz, Bêrîvan, Ronahî, Mîrza Mehmet û Eser bimeşim. Hezkirina min a azadiyê mezin e û ez dixwazim wê bi azwerî û hişmendiya jiyanê re bigihînim hev."   Dayika Sema Yuce Zennûre Yuce ji ajansa me JINNEWS'ê re axivî û bal kişand ser berxwedanên li girtîgehan.    'Bedena xwe da ber agir'   Zennûre, bi hovaka “Sema rêhevaleke xweşîk bû" dest bi axaftina xwe kir û got: "Sema gelek hez xwendina pirtûkan dikir. Xendinên xwe jî dixist pratîke. Xwendekareke serkeftî bû. Dema zanîngehê dixwend ji me re agahiya tevlîbûna wê ya PKK'ê hat. Ji xwe her roj polîsan bi ser mala me de digirt. Piştî salek û nîv Sema carek din vegeriya ser axa ku jê dayîk bûyî. Lê piştî demekî hat girtin. Em piştî demekî pêhesiyan ku hatiye girtin û ew birine girtîgeha Çanakkaleyê. 7 salan li girtîgehê ma. Vê demê ji ber xayînan Sema 3 meh û 18 rojan di hicreya yekkesî de ma. Pişre Sema çalakiya xwe pêk anî û agir berda bedena xwe û bû agirê Newrozê."    Piştî 3 rojan jiyana xwe ji dest da   Zennûre, daxuyand ku li nexweşxanê serdana wê kiriye û wiha bi lêv kir: "Sema ji min pirsa Serok Apo kir û got 'Gelo hersa xwe bi min anî an na'. Tenduristiya wê ber bi başbûnê ve diçû û me xwest em wê bibin gund. Lê piştre biryara emeliyeta estetîkê hat dayîn. Hat emeliyatkirin û piştî 3 rojan jiyana xwe ji dest da. Li gorî min Sema hat qetilkirin. Me Sema li cihê ji dayik bûyî defin kir."   'Girtiyan biparêzin'   Zennûre, di axaftina xwe de wiha bal kişand ser grevên birçîbûnê ya ku ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka kurd hatî destpêkirin: "Gelê Kurd ê ku bi salan e bi kul û êşan dijî, diviyabû tu carî vê yekê qebûl nekira. Tiştê ku pêwîst bû biqewime ew bû ku ew bibin yek. Divê piştgirîya hevdu bikirana. Divê Gelê Kurd li ber xwe bide. Jixwe dewlet dixwaze zarokên Gelê Kurd di zindanan de bimirin. Ev nayê qebûlkirin. Pêwîste Gelê Kurd xwe bigihîne hev û li hemberî vê sîstemê raweste. Divê her kes destê xwe deyne ser wijdanê xwe û girtiyên li girtîgehan biparêze"   'Min soz daye Sema'   Zennûre, diyar kir ku di têkoşîna azadiya kurd de jin pêşeng in û wiha axivî: "Çiya, kevir, ev ax, her tişt bi saya têkoşîna jinên kurd hatiye roja îro. Hemû ciwanên kurd ji ber polîtîkayên hikûmetê derketine derveyî welat. Pêwîste li dijî hemû êrİşên dewletê berxwedan û têkoşîn were meşandin. Ez ê heta dilopa xwîna xwe ya dawî û nefesa xwe ya dawî dest ji nasnameya xwe ya kurdewarî û têkoşîna xwe bernadim. Min soz da Semayê. Ez tu carî dev ji vê dozê bernadim. Bi hezaran dayikên weke min hene. "Min soz da ku ez li ser axa xwe bimînim û di nava xweza û çanda xwe de bijîm û heta nefesa xwe ya dawî ez ê têkoşîna xwe bidomînim."   'Ji bo serketinê vegerin ser cewherê xwe'   Zennûre, wiha dawî li axaftina xwe anî: "Sema bû yek ji kesayetên pêşeng ên Gelê Kurd. Bi hezaran ciwan îlham girt. Ez bi Sema serbilind im. Ger deh zarokên min hebin ez ê hemûyan ji bo vê yekê feda bikim. Banga min ji hemû ciwanên kurd re heye, bila xwe nas bikin. Bila Gelê Kurd li cewhera xwe vegere. Bila bi xurtî xebatên xwe bidomînin. Bila bibin dengê girtîgehan. Li hev xwedî derkevin. Ji bo serketinê divê em vegerin ser cewherê xwe."