Girtina girtiya nexweş Ozgeyê bi rîsk e 2024-03-17 09:18:03   AMED - Dayika girtiya nexweşa giran Ozge Ozbek, Husniye Duzel der barê rewşa keça xwe de axivî û got girtina keça wê ji bo nexweşiya wê bi rîsk e û got: “Li ber çavan keça min terkî mirinê dikin. Bila êdî dengê me bibihîzin.”   Ozge Ozbek dema li zanîngeha Hacettepeyê ya Enqereyê xwendekar bû di 2007’an de bi ser mala lê diman de hat girtin û bi îdiaya endamtiya rêxistinê doz lê hat vekirin. 6 sal û 3 meh ceza lê hat birîn. Ceza di 2014’ande ji aliyê dadgeriyê ve hat erêkirin. Ozge ya ne girtî dihat darizandin  di 2020’î de ji ber nerehetiya xwe çû nexweşxaneyê û hat tespîtkirin ku tumor di mêjiyê wê de heye. Di 27’ê Cotmeha 2020’î de emeliyat bû. 4 roj şûnde ji nexweşxaneyê derket. Polîsan ew binçav kirin û birin Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê. Ozge di 13’ê Cotmeha 2023’yan de surgunê Girtîgeha Sîncanê hat kirin.   Dayika Ozgeyê, Husniye Duzel der barê pêvajoyê de axivî.   Husniyeyê da zanîn keça wê li Sîncanê girtiye û got: “Tumura serê wê her diçe mezin dibe. Piştî emeliyatê du rojan di beşa giran de ma. 4 rojan li nexweşxaneyê ma. Piştre roja ji nexweşxaneyê derdiket polîsan hat ew binçav kirin. Ozge bi wê rewşê girtin birin. Birin girtîgeha Bakirkoyê. Lê midûrê girtîgehê rewşa wê dibîne û dibêje em qebûl nakin. Ozge wê şevê li nexweşxaneyê maye. Roja din birine.”   ‘Doktor hişyariya dikare bi mirinê encam bibe dikin’   Husniyeyê bal kişand ser talûkeya mirinê û ev tişt bi lêv kir: “Doktor hişyariya ku dikare bi mirinê re bê rû hev dikin. Ev nexweşiyek wisa ye divê sê mehan carê bi rêk û pêk bê dermankirin. Divê baş bê dermankirin. Hawira girtîgehê ne li gorî wê ye. Piştî emeliyatê divê bihata dermankirin lê niha dermankirina wê tê astengkirin.”   Husniyeyê daxuyakirin ku Ozge di heman demê de nexweşa epilepsiyê ye û ATK ya ku divê biryara tehliyeya wê bide, rapora dikare girtî bimîne dide û bi vê jî Ozgeyê terkî mirinê dikin.   ‘Ozgeyê terkî mirinê dikin’   Hevjînê Ozgeyê, Ozgur Ozbek jî wiha anî ziman: “Ozgeyê bi tecrube û perwerdeya girtibû demek dirêj di qada jin û zarokan de xebat meşand. Der barê zarok û jinên bê derfet jinên tundî lê hatiye kirin de xebat dimeşand. Li navenda şopandin û pêşîgirtina tundiyê de xebat meşand. Di 2007’an de hat girtin û 6 sal û 3 meh ceza lê hat birîn. Dadger û dozgerên biryar dan hatin girtin an jî îxrackirin. Herî dawî dema em bi telefonê axivîn ji xwe ji ser hişê xwe çû û bi lezgînî dibin nexweşxaneyê. Tumura serê wê mezin bûye. Divê lezgîn emeliyat bibe. Lê mixabin terkî mirinê dikin. Roj bi roj rewşa wê giran dibe. Divê dermankirina wê li nexweşxaneyek baş bê kirin.”