30 sal in li Newrozê ye: Em ê azadiya serokatiya xwe bixwazin 2024-03-17 09:05:20     Oznur Deger   RIHA - Dayika Aştiyê Adalet Çay ku 30 sal in bi cil û bergên kurdî tevli Newrozê dibe wiha got: “Em ê jî li Newrozê azadiya serokatiya xwe bixwazin. Em dixwazin serokatiya me ligel me be. Bila ev xwîn raweste û aştî pêk bê. Bila kes nemire û dayik negirîn. Em ê di Newrozê de daxwazên xwe bînin ziman.”   Bi nêzbûna cejna Newrozê re kelecana gel zêde dibe û îsal wê Newroz bi dirûşmeya ‘Rabe dema azadî û serkeftinê ye’ bê pîrozkirin. Endama Meclisa Dayikên Aştiyê ya Rihayê Adalet Çay (65) ku 30 sal in têdikoşe, sê zarokên wê ji ber zilma dewletê tevli qadên berxwedanê bûne. Adalet 30 sal in bi cil û bergên xwe yên kurdî li qadên Newrozê ye.    ‘Em ê azadiya serokatiya xwe bixwazin’   Adaletê daxuyakirin ku Newroz cejna Kurdan e û wiha dirêjî dayê: “Divê Newroz xurt û xweş derbas bibe û her kes tevli bibe. Newroz şahiya Kurdan e. Divê her kes xwedî li Newerozê derkeve. Yekane daxwaza me azadiya serokatiya me ye. Sê sal in em agahiyê jê nagirin. Bi wî re gelê Kurd tê tecrîdkirin. Em dixwazin azadiyê ji serokatiya xwe bigirin. Girtî li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ne. Bila kes nemire û dayik negirîn.”   ’30 sal in tevli Newrozê dibim’   Adaletê destnîşan kir ku Newrozên berê bi heybet derbas dibûn û wiha domand: “Pir mudaxaleyên Newrozan kirin. Newroz cejn e. Çima zextan dikin. Çima pirsgirêkan derdixin. Çima ciwanan digirin. Berê Newroz pir xweş bûn. Lê dîsa jî gelê me Newroza xwe pîroz dike. 30 sal in tevli Newrozê dibim. Lê Newrozên berê xweştir bûn.”   ‘Em daxwazên girtiyan bînin ziman’   Adaletê wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em ji bo Newrozê cilan didirûn. Em amadekariyan dikin. Bi rojan berê em kelecanê hîs dikin. Bila her kes bi girseyî tevli Newrozê bibe. Em ê daxwaza girtiyan û dayikên Nobeta Edaletê bînin ziman.”