Namzeta Sîlopiyê Jiyan: Em ê ala dewr digirin bibin asta jor 2024-03-09 09:04:44       Dîlan Babat   ŞIRNEX - Namzeta hevşaredariya DEM Partiyê ya Sîlopiyê Jiyan Ormanli da zanîn ku şaredariya HDP’ê ya Sîlopiyê îmze avêtiye xebatên girîng û Sîlopî aniye asta bajarê jinan. Jiyan Ormanli daxuyakirin ala ku wê ji hevşaredarên HDP’ê bigirin bigihînin asta jor.   Israra AKP’ê ya di şer de li Kurdistanê talan û tayînkirina qeyûman bixwe re anî. Ji aliyê destilatdariyê ve ji bo şaredariyên Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) qeyûm hatin tayînkirin û qeyûman ji bilî talan û deyn tiştek li pey xwe nehiştine. Şaredariya Sîlopiya Şirnexê ya HDP’ê tevî hilweşînên AKP’ê di 5s alan de di gelek qadan de nûbûn da destpêkirin û şaredariyek mînak da meşandin. Şaredariya Sîlopiyê ku gelek proje xist jiyanê xebatên xwe didomîne.   Namzeta Hevşaredariyê ya DEM Partiyê ya Sîlopiyê Jiyan Ormanli da zanîn ku ala ku dewr bigirin wê bigihînin asta jor.   Jiyan di 1994’an de li Sîlopiyê hat dinê. Lîse li Sîlopiyê qedan. Di 2013’yan de Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Dîcleyê ya Amedê qezenc kir. Jiyanê perwerdehiya xwe vir temam kir û di komîsyona navenda mafê jinan a Baroya Amedê de cih girt. Jiyanê stajyeriya xwe temam kir û piştre li şaxa ÎHD’a Amedê de peywir meşand.   ‘Jin di mijara civakîbûnê de pirsgirêkan dijîn’   Jiyanê da zanîn ku li Sîlopiyê polîtîkayên şerê taybet pir giran tê hîskirin û li ser jin û ciwanan zextek mezin heye. Jiyanê wiha dirêjî daye: “Jin di mijara civakîbûnê de pirsgirkên cidî dijîn. Nikarin ji malan derkevin. Ji bo ciwanan qadên civakîbûnê tunene. Ji ber zextên dewletê. Gelek qadên şaredariyê vekirin ji aliyê desthilatdariyê ve tên îlegalîzekirin. Ji bo me ya esas şikandina vê pêşdarazê ye. Li Sîlopiyê bikranîna maeyê zêde bûye. Jinên ciwan dikin fuhuşê. Divê li dijî vê polîtîka bên afirandin. Navendên şêwirmendiyê yên jinan a şaredariya me heye. Em ê li ser van zêde bikin û riya xwe de berdewam bikin. Em ê zêdetir cih bidin pêşniyarên jinan. Der barê polîtîkayên şerê taybet de em ê bigerin û xebatên xwe bimeşînin.”   ‘Em ê li ser mirinên bi guman yên jinan bisekinin’    Jiyanê bi lêv kir ku qadên îstîhdama jinê hatine vekirin lê divê zêdetir jin bên îstîhdamkirin û wiha pê de çû: “Em ê qadên çandiniyê zêdetir bikin. Em ê li her qadê nûneriya wekhev pêk bînin. Demên dawî d eli Botanê întîxar zêde bûne. Ev ne normalin. Bi taybet ciwan serî li întîxaran didin. Sedema vê jî krîza aborî û polîtîkayên şerê taybete. Kuştinên jinan hema hema hemû wek mirinên biguman derbas dibin. Em ê lêkolînên xwe bidomînin. Em ê lêkolînan bidomînin. Projeya me ya kopleksa jinan heye. Em ê wê bikin jiyanê.”   ‘Em di 31’ê Adarê de xwe hilbijêrin’   Jiyanê dawiya axaftina xwe de balkişand ser porojeyên talanê yên li Botanê û wiha dawî lê anî: “Em ê daran biçînin. Ji bo daristanên hatine şewitandin ji nûve bên avkairin em ê şitlan biçînin. Navneda Çanda Ayşe Şan a nû hatiye vekirin heye. Lê nifûsa Sîlopiyê piranî ciwan in. Em ê qadên çandê zêde bikin. Em ê  qadên perwerdê ava bikin. Ji bo jinên ciwan em ê kursên dengbêjiyê ava bikin. Em ê projeyên xwe yên nîvco mane bidomînin. Bajarê me bajarê jinan e û em ê vê pêş bixînin. Em ê 31’ê Adarê de denga xwe bidin xwe û xwe hilbijêrin.”