Jinan li Silopiyayê şahî li dar xistin 2024-03-06 14:27:25     ŞIRNEX/WAN - Li Silopyayê bi munasebeta 8'ê Adarê şahî hat lidarxistin. Li Wanê jî jinan meş li dar xistin û hemû jin vexwendin mîtinga 8'ê Adarê.    8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê nêz dibe. Çalakiyên jinan û hevdîtinên wan jî di vê çarçoveyê de dewam dikin.    Şirnex   Tevgera Jinên Azad(TJA) û Komeleya Jinan a Wêje û Çandê ( KASED) di çarçoveya 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de li Silopyaya Şirnexê li herêma Pespinê jinan şahî li dar xistin. Hevşaredara Silopyayê Adalet Fidan û Dayikên Aştiyê, aktivîstên TJA'yê û gelek jin tevli şahiyê bûn.      Jin bi kincên xwe yên kurdî tevli şahiyê bûn. Jinan stran gotin û govend gerandin. Xwarinên aîdî herêma Botanê hatin çêkirin. Jinan genim kelandin û bi destarê hêrandine.    Her wiha ji aliyê KASED'ê de ve ji bo balê bikşînin ser îdamkirina jinên li Îranê şano hat lidarxistin. Piştî şanoyê jinan dirûşma “Jin Jiyan Azadî” berz kirin.    Şahî bi gerandina govendê bi dawî bû.      Wan   Li Wanê Tevgera Jinên Azad (TJA) bi çarçoveya çalakiyên 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li navçeya Qelqeliyê bi jinan hat gel hevdu. Hevdîtina jinan li avahiya DEM Partiya Qelqeliyê hat lidarxistin. Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Neslihan Şedal û gelek jin tevli hevdîtinê bû.      Felsefeya Jin jiyan azadî li her derê ye   Ji bo kesên di têkoşîna azadiya demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane deqeyek rêz hat girtin.  Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Neslihan Şedal da zanîn li dijî tundiya li ser jinan ew li her qadê têkoşîna xwe mezin dikin.    Vexwendin mîtîngê    Neslihanê da zanîn ew ji bo 8'ê Adarê xebatan didin meşandin û got wê di 8'ê Adarê de li navenda bajêr li Parka Musa Anter mîting bê lidarxistin û hemû jin vexwend mîtingê.    Hevdîtin bi meşê bi dawî bû   Piştî axaftinan jinan pankarta "8'ê Adarê pîroz be" hilgirtin û meş li dar xistin. Di dema meşê de dirûşma "Jin jiyan azadî" hat berzkirin. Piştî meşê hevdîtin bi dawî bû.