Heyfa Hesen: Ji bo çareseriya pirsgirêkan zagon girîng in 2024-03-06 09:48:44       HELEB - Berdevka Meclisa Jina Sûrî ya bajarê Helebê Heyfa Hesen, bal kişand ser zagona 1325'an û got: "Me girîngiya xwe da zagona 1325 ku bi riya vê zagonê em bikaribin bi riya jinê hemî aloziyên heyî çare bikin. Ji ber ku jin jî para xwe ya herî mezin ji van aloziyan digire ku em bihêlin jî jin nas bikin ku çi zagon derheqê wan hatiye amadekirin."   Meclisa jina Sûrî ya Bajarê Helebê bi dirûşma "Bi vîna jina azad em ê siyasetên dagirkirî qirkirin û tecrîdê têk bibin" panelek hat lidarxistin. Gelek jinên Helebê amede bûn. Di panêlê de zagonên 1325 yê navnetewî ji bo çare kirina aloziyan hat nirxandin.   Ji aliya xwe ve Berdevka Meclisa Jina Sûrî ya bajarê Helebê Heyfa Hesen axaftina xwe der bar li dar xistina panelê de ji ajansa me re axivî   Heyfa, di destpêka axaftina xwe de 8'ê Adarê li hemû jinên cîhanê û li jinên Sûrî pîroz kir û got: "Ji bo roja 8`ê Adarê em jî çalakiya xwe didomînin me jî  panelek li dar xist li ser bingeha zagonên navneteweyî li ser jinê. Me girîngiya xwe da zagona 1325 ku bi riya vê zagonê em bikaribin bi riya jinê hemî aloziyên heyî çare bikin. Ji ber ku jin jî para xwe ya herî mezin ji van aloziyan digire ku em bihêlin jî jin nas bikin ku çi zagon derheqê wan hatiye dayîn. Her wiha em tekoşîna xwe bilindtir bikin da ku em xwe bighînin tevahî jinan bi taybet jinên ku heya roja me ya îro di bin koletiyê de li ber xwe didin. Em silavên xwe ji bo tevahî jinên Xezayê rêdikin û roja 8`ê Adarê li wan pîroz dikin."   Ji bo tevahî jinan bibin hêvî    Di dawiya axaftinax xwe de Heyfa yê balkişand ser rewşa jina Sûrî di demê me ya niha de û wiha got: "Di dema me ya niha de bi taybet di Sûriya yê de ne hemî jin azad in ji ber ku gelek jin hene heya roja me ya îro di herêmên dagirkirî de jiyan xwe berdewam dikin. Rastî astengiyan tên û hin jî tên kuştin her wiha hin  jin hene yên ku di herêmên ne dagir kirî de jiyan dikin. Di bin navê ûrf û kevneşopiyan îro ji aliyê zihniyeta mêrê desthiledar tên kuştin. Lê em jî heya em bikaribin em hewl didin ku ji bo tevahî jinan bibin hêvî. Her jinek bighînin azadiya wê lewma îro di vê panêlê de me xwest em bêhtir girîngiya xwe bidin zagonên ku ji bo jinê hatin dayîn."