Ji jinên Agiriyê peyama 8’ê Adarê 'Her dem dema jinê ye' 2024-03-06 09:23:53       Rojda Aydin   AGIRÎ - Jinên Agiriyê ku têkildarî 8’ê Adarê de peyamên xwe anîn ziman, bi lêv kirin ku li dijî hemû êrîş û hişmendiyan ew ê bi rihê serhildanê dakevin qadan.   Bi nêzîkbûna 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê re li qadan çalakiyên jinan dest pê kir. Li bajarên Kurdistanê bernameyên ku tên lidarxistin de gel bi awayek coş û kelecanî pêşwazî dike. Jinên Agiriyê jî têkildarî 8’ê Adarê de axivîn û peyamên xwe anîn ziman.   ‘Divê em bibin dengê girtiyan’   Hevseroka DEM Partî ya Bazîdê Hamîde Temel: Em têkoşîna hebûna xwe didin. Ji ber desthilatdariyê hevalên me yên jin di girtîgehan de ne. Desthilatdar îro di her qada de ye. Em di qada civakî de bi darbeyek mezin re rû bi rû ne. Desthilatdar dixwaze ku em jin li hember vê rejîmê serî bitewînin. Di heman demê de li aliyekê ve jî qetilkirinên jinan gelek zêde bûne. Qetilkirina jinê vegûheriye ji rêzê. Bi taybetî têkoşîna qada jinê gelek berfireh e. Jinên di her qada jiyanê de di nava têkoşîneke mezin de ne. Heta ku emrê me têr bike dê ev têkoşîna me berdewam bike. Di şexsê jina kurd de em 8’ê Adarê didin jiyîn. Em ê her tim li dijî komkujî, desthilatdar û jiyana ku dixwazin li ser me bidin ferzkirin dengê xwe bilind bikin. Di heman demê de îro ji ber qeyrana aboriyê di vê aliyê de têkoşîna herî mezin jin dide. Em ê bibin dengê hemû jinan. 8’ê Adarê bi tenê ji bo me rojek e. Lê belê em ê her tim xwe biafirînin. Gelek siyasetmedarên me yên wek Sabahat Tuncel di girtîgehê de têdikoşin. Divê em jî bibin dengê wan. Bi hêza yekîtiyê em pêşiya li van êrişan bisekinin.   ‘Dakevin qadan’   Namzeta endama meclîsa şaredariya Bazîdê Elîf Denîz: Bi dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’ ku em ketin vê rêya bi nirx, 8’ê Adarê li hemû jinan pîroz dikin. Em bi coşekê mezin vê 8’ê Adarê pêşwazî dikin. Em bang li hemû jinan dikin ku vê 8’ê Adarê de dabikevin qadan.   ‘Em serhildana xwe li kolanan mezin bikin’   Namzeta endama meclîsa şaredariya Bazîdê Hamiyet Salman: Li Kurdistan û Tirkiyeyê qadên jiyanê ji bo jinan gelek zehmet bûye. Hem di aliyê aboriyê de zehmet bûye û hem jî di aliyê fîzîkî û derûniyê de bi tundiyê re rû bi rû dimînin. Li ser erdnîgariya me aborî, ziman û çand ji destê tê girtin. Li dijî van hemûyan em li ser piyên xwe disekinin. Ev yek jî bi mîrateya jinên têkoşer û partiya me ji me re ma. Jin kesayetiyeke gelek taybet e. Lê divê hemû jin di aliyê zanistê de vê yekê baş bibînin. Em li dijî faşîzmê û desthilatriyê li ber xwe didin. Jin di her aliyê de bi tundiyê re rû bi rû bibînin. Di heman demê de zimanê me yê dayikê ji destên me tê girtin. Em wek jinên zanist li ser nigên xwe disekinin û dixwazin vê zanistê li hemû jinan bidin belav kirin. Em vê hêzê hevalên xwe yên girtî digirin. Ev têkoşîna ku ji aliyê hevalên me ve ji me re wek mîras maye, em ê jî li ser vê rêyê bimeşin û têkoşîna xwe mezin bikin. Em soza vê yekê didin. Her roj roja jinê ye. Em hêvî dikin ku bi vê 8’ê Adarê ev faşîzm hilweşe û serhildana xwe li kolanan mezin bikin.   ‘Em ê dengê xwe bilind bikin'    Hevseroka DEM Partî ya Agiriyê Ayşe Karakûş: Ev 8’ê Adarê ji bo me jinan gelek girîng e. Ev roj roja me jinan e. Îro bi dehan hevalên me yên jin di girtîgehan de ne. Em hêvî dikin ku di rojên pêş de di nav me de bin. Hevalên me yên girtî di girtîgehê de û em jî li derve têkoşîna xwe mezin dikin. Em hêzê ji hevalên xwe yên girtî digirin û vê berxwedanê didomînin. Em ê şoreşa jinê her tim mezin bikin û li her deverê belav bikin. Em ê têkoşîna jinê li her derê bînin ziman. Ne bi tenê îro, her roj roja me jinan e. Em ê her tim vê têkoşînê bînin ziman. Dem dema me ye, roj roja me ye. Em dixwazin bila hemû jinên kurd bi vê 8’ê Adarê carekedin rabin li ser piyan û dengê xwe bilind bikin. Her dem dema jinê ye.   ‘Em jiyanek azad ava bikin’   Hevseroka DEM Partî ya Dûtaxê Altûn Balçok: Em dixwazin em jin hemû bibin yek. Em destên xwe bidin destên hevdû. Em tu carî li hember zilmê serî netewînin. Em dixwazin êrişên li ser jinê bi dawî bibin. Li hember vê zilmê em dengê xwe bilind bikin. Em dengê xwe bi hevre rakin. Em jiyanek azad ava bikin.   ‘Jiyanek azad wê bi berxwedana jinê bibe’   Belkiz Balçok: Em jî dixwazin êdî xweşî bibe û ev zilm bi dawî bibe. Em jin jî dixwazin wekî hemû kesan ev asteng pêşiya me rabibin. Bila hemû jin di 8’ê Adarê de ji bo azadiya xwe rabin li ser piyan. Her roj roja jinê ye. Lê bila 8’ê Adarê de rabin li ser piyan ku bizanibin roj roja wan e. 8’ê Adarê ji bo me gelek girîng e. Me çawa serê xwe bilind kiriye, em ê vê rojê de jî serê xwe bilind bikin. Em ev zilma ku tê kirin tu carî qebûl nakin.  Em yekîtiya xwe ava bikin. Jiyanek azad wê bi berxwedana jinê bibe.”   ‘Hêza jinê gelek mezin e’   Sevgî Demîr: Jin her tim têdikoşe. Hem ji bo azadiyê û demokrasiyê li ber xwe dide. Em wekheviya jin û mêrê dixwazin. Dema jin bixwaze dikare her tiştî bike. Hêza jinê gelek mezin e. Em di 8’ê Adarê de weke jin hêza xwe bikin yek û bibêjin em li vê derê ne. Îro bi dehan jin di girtîgehan de ne û em vê yekê qebûl nakin. Îro jin nikarin bi awayek rehetî li derve bigerin. Lê jin li dijî van yekan li ber xwe dide. Jin ne bi tenê 8’ê Adarê de, her tim li ser piyan e. Jin bila tu carî bêdeng nemînin û serê wan bila bilind be.