Namzeta Şemrexê: Em ê di 31'ê Adarê de bi ser kevin 2024-03-06 09:04:39     Melek Avci   MÊRDÎN - Namzeta Hevşaredariyê ya Şemrexa Mêrdînê Kudret Uçuk, diyar kir ku li Şemrexê pirsgirêkên wekî qirêjiya hewa, hişkesalî û texrîbatên xwezayê heye û got: "Dê di 31'ê Adarê de em ê bi ser kevin û bi gel re pirsgirêkên xwe çareser bikin."   Bi nêzbûna hilbijartina rêveberiyên herêmî yên li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê re Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) lez da xebatên xwe. Di çarçoveyê xebatên hilbijartinê de namzetên hevşaredariyê kolan bi kolan, navçe bi navçe, bajar bi bajar bi gel re dicivîn û projeyên xwe tînin ziman.    Li navçeya Şemrexê jî namzetên hevşaredariyê daketin qadan û bi gel re hevdîtinê pêk tînin û projeyên xwe tînin ziman. 50 gund û 14 gundik bi ser Şemrexê ye. Li gorî daneyên sala 2023'yan 19 hezar û 125 mêr, 18 hezar û bin 274 jin bi tevahî 37 hezar û 399 nifûsa navçeyê heye. Şêniyên navçeyê debara xwe bi xwedîkirina sewalan û cotkariyê dikin. Ev bû du car qeyûm tayînê vîna gel a Şemrexê diin. Piştî tayînkirinê jî tehrîbatên ku li navçeyê derket bû sedema neçareseriya pirsgirêkan.    Namzeta hevşaredariyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Parti) ya Şemrexê Kudret Uçuk derbarê pirsgirêkên navçeyê û projeyên xwe de ji ajansa me re axivî.     'Em ê bersivê bidin qeyûman'    Kudret di destpêka axaftina xwe de bal kişan ser polîtîkayên qeyûman û got: "Ez niha di nav kelecaneke mezin de me. Xebata ku li vir dikim û dê bikim girîng e. Ji ber ku li vir qeyûm tu xizmetê nedaye gund û navçeyê. Qeyûm hewl dide ku navçeya me û bi taybetî jî welatê me tune bike. Dibêjin cihê ku kurd lê heyî em ê tune bikin. Ziman, çand, huner û hwd tune bikim. Em niha yek bi yek diçin gundan. Em dibînin ku tu xizmet nehatiye kirin. Ji xwe li navçeyê jî nehatiya kirin. Em pratîkên qeyûmê ji nêzvê dişopînin. Gundên ku deng nedane îktîdarê xizem nehatiye kirin. Paqijî nayê kirin, çop nayê berhevkirin. Derfetên di destê gel de heyî tê standin. Rê xirab in. Li vir rewş ne baş e. Her wiha xebatên ku ji bo ziman tê kirin jî tê astengkirin û polîtîkayeke tunekirina ziman tê meşandin. Lê niha ji bo hilbijartinê jî stranên bi kurdî bikartînin. Ez zîhniyeteke xapandinê ye. Lê em carek din dibêjin em kurd dê di 31'ê Adarê de bersivê bidin qeyûman."    'Em ê ciwanên xwe biparêz in'    Kudret, diyar kir ku dê carek din destkeftiyên xwe bigirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Em ê saziyên ku hatin xespkirin carek din bigirin. Em ê xebatên çand û hunerê carek din pêk bînin. Saziyên jin û ziman carek din bixin meriyetê. Em ê hemû saziyên xwe ji wan bigirin. Niha şêniyên gel bi taybetî daxwaza saziyên zimanê dayikê dikin. Em ê hewl bidin ku Şemrexê bikin bajarê jinan. Her wiha li vir hewl didin ku di nava ciwanan de tiryakê belav bikin, em ê li dijî vê yekê jî têkoşîna xwe bidomînin. Li dijî polîtîkayên şerê taybet êm ê ciwanên xwe biparêzin."   Kudret, daxuyand ku îro li hemberî Gelê Kurd, li girtîgehan û li her qadên jiyanê tecrîdek heye û wiha bi lêv kir: "Dayikên me li dijî tecrîdê û ji bo têkbirîna tecrîdê çalakiya Nobeda Edaletê pêk tînin. Ez bang li Gelê Kurd û şêniyên Şemrexê dikim ku xwedî li Nobeda Edaletê derkevin. Bibin dengê wan. Divê em li hemberî tecrîdê jî qeyûman dengê xwe bilind bikin. Ez bang li şêniyên Şemrexê dikim ku xwedî li çand, ziman û saziyên xwe derevin. Dengê xwe bidin DEM Patiyê û xwedî li DEM Partiyê derkevin."    Kudret Uçuk kî ye?   Hunermend Kudret Uçuk di sala 1990'an de li gundê Şebajor a naçeya Şemrexa Mêrdînê tê dinê. Ji sala 2006'an heta niha li Navenda Çand û Hunerê ya Mezopotamyayê (NÇM) xebatên çand û hunerê dide meşandin. Di nav xebatên koraya zarokan de cih girt mamosteti kir. Li gund û navçeyê ji bo zorakan atolyeyên taybet organîze kir. Di Koma Dengê Jinên Azad de stranan dibêje.