Grevên birçîbûnê 100 roj in didome: Guh bidin daxwazan! 2024-03-05 09:31:52   Dilan Babat   ŞIRNEX - Grevên birçîbûnê yên li girtîgehan ên li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di roja 100’emîn de ne. Dayikên Aştiyê banga guhdarkirina daxwazên girtiyan kirin û gotin, "Ev zilm êdî bes e."   Di 9’ê Cotmeha 1998’an de li hemberî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan komploya navneteweyî dest pê kir û di 15’ê Sibata 1999’an de radestî Tirkiyeyê hat kirin. Rêberê PKK’ê ji wê rojê ve li Îmraliyê di bin tecrîda giran de tê girtin. 36 meh in tu gahî jê nayê girtin. Li dijî tecrîdê û ji bo azadiya Abdullah Ocalan di 10'ê Cotmehê de li 74 navendên cîhanê bi dirûşma "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî" kampanya hat destpêkirin.  Di 27'ê Mijdarê de jî li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê grevên birçîbûne bi heman dirûşmê hat destpêkirin. Bi dirûşma “Ji bo edaletê em tecrîdê bişkînin ji bo aştiyê em bibin dengê zindanan” li Wan, Amed, Mêrdîn, Êlih, Mêrsîn, Edene, Stenbol û Îzmîrê jî bi heman armancê çalakiya "Nobeda Edaletê" hat destpêkirin.   Dayikên Aştiyê yên Botanê derbarê tecrîd û grevên birçîbûnê de ji ajansa me JINNEWS'ê re axivî.    ‘Em azadiya serokê xwe dixwazin'    Dayika Aştiyê Zere Ateş, diyar kir ku bi salan e ji bo aştiyê li ber xwe didin û got: "Ji bo mirin bi dawî bibin divê şer rawest e. Divê guh bidin daxwazên girtiyan. Serokê me 25 sal in girtiye û divê serbest bê berdan. Niha em ber bi 8'ê Adarê û Newrozê ve diçîn. Em ê daxwazên xwe yên aştiyê li qadan bînin ziman. Em Dayikên Aştiyê ne û daxwaza me ya yekemîn jî aştiyê. Bi girtin û kuştinê hûn nikarin dawiya me bînin. Divê demildest serokê me bê berdan, em dixwazin serokê xwe bibînin."    ‘Em ê kolan bi kolan daxwazên aştiyê bînin ziman'    Emîne Yalici, bal kişand ser daxwazên girtiyan û wiha nêrînên xwe anî ziman: "Heta ku aştî bê wî welatî dê dayik di nav têkoşînê de bin. Em azadiya serokê xwe dixwazin. Ew li girtîgehan, em ê li dervê li ber xwe bidin. Em ê kolan bi kolan bigerin û daxwazên xwe yên aştiyê bînin ziman. Em di vê baweriyê de ne ku dê rojek aştî bê vî welatî."    'Guh bidin dengê girtiyan'   Zeynep Benir, destnîşan kir ku divê demildest tecrîd bê bidawî kirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Divê her kes li dijî tecrîdê derkeve û bêdeng nebe. Em bi salane ji bo aştiyê bang dikin. Divê cîhan bi tevahî li dijî tecrîdê derkeve. Lê hemû dewlet bûne yek bê deng in. Divê hêj rewşa girtiyan nekeve xetereyê guhdariya daxwazên wan bê kirin. Nobetên Edaletê û û grevên birçîbûnê heye lê kesek guh nade dengê me. Em êdî aştî dixwazin."    'Em ji bo aştiyê diqerîn'   Emîne Ayaz jî wiha nêrînên xwe anî ziman: "Divê êdî şer bi dawî bibe. Serokê me divê bi malbat û parêzêrên xwe re hevdîtinê pêk bîne. Tecrîd zilm e. Em bi salane ji bo pêkanîna aştiyê diqêrin."