Asya ji bo meşandina têkoşîna Garîbe û hevalên wê soz dide 2024-03-05 09:13:23   Melek Avci   MÊRDÎN - Asya Gezer li Kerboranê ji DEM Partiyê namzeta hevşaredariyê ye û diyar dike ku ji bo têkoşîna Garîbe û hemû jinan hilde bûye namzet.   Em li bajaroka Xelîla ya Kerboranê ne. Ev bajaroka Garîbe Gezer a ku di 2021’ê de li girtîgeha Kandirayê bi îşkenceyê hat qetilkirin e. Gundî têkoşîna Garîbeyê dimeşînin û em dengê aştî û azadiyê ya wan dibihîzin.   Erdnîgariya Kerboranê   Ev der girêdayî Kerboranê ye. Ji 10-12 kîlometre dûrî navçeyê çemê Dîcleyê diherike û şêniyên navçeyê bi çavkaniyên avê çandiniyê dikin. 36 gund, 26 mezra û 2 bajarokên navçeyê hene. Yek ji vê bajaroka Xelîla ye. Li Xelîla çavkaniya debarê sewalkarî ye. Havînê germ û ziwa, zivistanê jî sar û şilî derbas dibe.   Çavkaniya debarê ya navçeyê sewalkarî û çandinî ye. Di serî de çandiniya xurekan, rezên wan hene û hilberîna fistiqên Dîlokê jî tê kirin. Li gorî daneyên dawî yê di 2023’yan de 28 hezar û 434 kes li navçeyê dimînin û ji van 14 hezar û 369 mêrin û 14 hezar û 65 jî jin in.   AKP çawa hilbijartin girt   Ji 2019’an de heta niha navçe ji aliyê AKP’ê ve tê bi rêvebirin. Di 2009’an de di hilbijartinan de li Kerboranê DTP’ê ji sedî 40.5 deng girt û ya AKP’ê jî ji sedî 22.8 dengê wê hebûn. Di 2014’an de namzeta BDP’ê Zeynep Sîpcîk ji sedî 60.2 deng girt û şaredarî girt. AKP’ê jî ji sedî 33.5 deng girt. Di 2019’an de AKP’ê ji sedî 50.59 şaredarî girt û HDP’ê jî wek ji sedî 45.52 hat destnîşankirin. Li navçeyê şêniyên navçeyê encaman qebûl nakin û diyar dikin ku bi xîleyan hilbijartin hatiye girtin.    Vê hilbijartinê ji Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li Kerboranê Asya Gezer û Azîz Akin wê têbikoşin. Asya Gezer, xwişka Garîbe Gezer e, li gundê Xelîla tê dinê û ji ber şewitandina gundan koçî Îzmîrê dikin. Asya wiha dibêje: “Min dest bi pola yekem kiribû dayika min xwest em dîsa vegerin welat. Em vegeriyan navçeyê.”   9 xwişk û bira di têkoşînê de ne   Asya dibistana seretayî û amadehiyê li Kerboranê diqedîne, li Îzmîrê dîroka hunerê dixwîne û di 2014’an de tê Kerboranê mamostetiyê dike. Asya wiha dibêje: “Wê havînê 6-9’ê cotmehê pêk hat. Birayê min Bîlal Gezer hat qetilkirin. Piştî mirina birayê min, polîsan birayê min Mehmet Emîn gulebaran kirin û felç kirin. Polîsan berat kir. Di pêvajoya rêveberiyên xweser de Garîbe Gezer hat girtin. Piştre ez hatim girtin. Ez 9 mehan girtî mam. Wê demê ez xebatkara şaredariyê bûm. Garîbe hat surgunkirin. Piştî hatim berdan, birayê min Haşîm hat girtin. Niha li girtîgeha Xarpêtê ye. Li 9 endamên malbatê dosya hat vekirin. Hinek dosya didomin.”   ‘Hûn Garîbeyê nas dikin’   Asya di berdewamiya axaftina xwe de wiha dibêje: “Hûn Garîbeyê ji xwe nas dikin. Di 2021’ê de li Kandirayê bi îşkencê hat qetilkirin. Em her tim dibêjin, polîtîkayên qirêj ên li ser jinan tenê ne li girtîgehan li malên me li kolanan hene. Wek jin li her derê ewlehiya me di xetereyê de ye. Em vê herî zêde li girtîgehan dijîn. Garîbe her cara digeriya digot ‘ev polîtîkayên qirêj li ser me jinan tên meşandin.’ Bi rastî jî îşkenece û hovîtiya li ser ji ser Garîbeyê hemû cîhanê dît. Çiqas înkar bikin jî me hemûyan dîtin. Bi erdê re hat kaş kirin, îşkence lê hat kirin û xistin odeyên bi sunger.”   Yek diçe li pey gelek kes tên…   Asyayê axaftina xwe wiha domand: “Li dibistanê axaftina Kurdî qedexe bû. Digotin Tirkî biaxivin. Me gelek êşa wê kişand. Em li zanîngehê Tirkî diaxivin. Ez niha bi zimanê xwe nû nû xwe îfade dikim. Piştî birayê min û Garîbeyê min dest bi têkoşînê kir. Em dibêjin ya yek diçe li pey hinekên din tên. Ez têkoşîna Garîbe, birayê xwe û hemû jinan dimeşînim. Demekê jiyana min di riyên girtîgeh, dadgehan, rûniştinan de derbas bû. Ev bû sedema travmayê. Divê min ji cihekî dest pê bikira û xwedî lê derketibama.”   ‘AKP’ê bi lîstikan şaredarî girt’   Asyayê destnîşan kir ku AKP’ê bi xîle û lîstikan şaredarî girtiye û wiha bi lêv kir: “Di pêvajoya dawî de mûçeyê astengdaran birîn. Ceyrana gel birîn. Alîkarî birîn. Bi xîleyan şaredarî girtin lê îcar em bi biryar in. Piştî şaredarî girtin saziyên jinan girtin. Mala jinan hebû. Jinan li vir berhemên destan çêdikirin. Ji bo zarokan perwerda ziman dihat dayîn. Lê tu xizmet ji Kerboranê re nekirin.”   ‘Em ê axa hatiye xespkirin şûnde bidin Kerboraniyan’   Asyayê bi lêv kir ku hedefa wan a ewil ev e ku pirsgirêka avê çareser bikin û wiha domand: “Hedefa me ev e ku riyên me li gorî astengdaran bên çêkirin. Hedefa me çêkirina sîteyek sanayiyê ye. Em ê ji bo jinan mala jinan vebikin. Li Kerboranê sûka kevn heye. Niha ew der tê restorekirin. Em ê ji bo ku jin berhemên xwe bifroşin cih vebikin. Em ê ji jinan re bêjin hûn ne hewcedarê mêran e hûn dikarin li ser piyan bisekinin. Em ê qadên bi vî rengî vebikin. Em ê ji bo ciwanan kompleksên werzîşê vebikin. Em ê mexdûriyetan ji holê rabikin. Gelek erdên Kerboranê di çarçoveya xala 18’an de ji xwediyên wan hatin girtin. Lê em ê vê axê şûnde bidin wan.”   ‘Em şaredariya xwe ji AKP’ê bigirin’    Asyayê da zanîn jin pêşengiya xebatan dikin û wiha dawî lê anî: “Ji xebatan re jin pêşengiyê dikin. Em diçin gundan jin û dayik me pêşwazî dikin. Niha me li Xelîla buro vekir. Me buro di şexsê Garîbe û jinên şehîd bûne de vekir. Îro we jî dît em bi coş hatin pêşwazîkirin. Em ê di 31’ê Adarê de şaredariya xwe ji AKP’ê bigirin. Divê em ji destê AKP’ê bigirin.”