'Roja 8'ê Adarê ji bo tevahî jinên kurd bû mîrasek' 2024-03-05 09:10:47     Mîdye Miqted   HELEB - Jinên li Helebê têkildarî 8'ê Adarê diyar kirin ku roja 8'ê Adarê ji bo tevahî jinên kurd bû mîrasek û wiha gotin:"Em rêxistinbûyina xwe ya 8'ê Adarê hîn zêde mezin dikin. Bi bilindkirina asta xebata xwe em bêhtir jinê ber bi azadiyê ve bibin û xwedî li têkoşîna 8'ê Adarê derkevin. Em ê her tim xebatên xwe berfirehtir bikin ji ber ku xebat ji bo têkoşîn û rêxistinbûyina jinan gelekî girîng in."   Bi hatina 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê re çalakiyên jinan ên derbarê vê rojê de rengekî cuda dide têkoşîna jinan. Jin hem amadekariyên 8'ê Adarê dikin hem jî ji bo rêxistinbûyina xwe mezin bikin di nava hewldaneke mezin de ne. Li her çar aliyên Kurdistanê û li derveyî welat coş û kelecana ji bo 8'ê Adarê dewam dike. Yek ji van cihan jî Rojavayê Kurdistanê ye. Çalakiyên ji bo 8'ê Adarê yên li Rojava bi tevlîbûna jinan tên lidarxistin û jin peyama xwe ya 8'ê Adarê radigihînin. Jinên li Helebê çalakiyên xwe li dar dixin û dirûşma "Jin jiyan azadî" berz dikin. Endama Navenda Lêkolînên Jineolojî ya Helebê Rojiyan Hisên û Ji Rêveberiya Navenda Hîlala Zêrîn a bajarê Helebê Tizyal Çawîş nêrînên xwe yên derbarê 8'ê Adarê de bi ajansa me re parve kirin.    Endama Navenda Lêkolînên Jineolojî ya Helebê Rojiyan Hisên da zanîn divê mirov 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê di asta têkoşîna jinan de bide pêş û got: " Di rastiyê de heta ku 8'ê Adarê bû rojek cîhanî hemû jinên li cîhanê kedeke mezin dan. Ji bo vê berxwedan û têkoşînek mezin hat dayin. Loma divê ne tenê 8'ê Adarê em her rojê bike roja derketina li dijî tundiyê her wiha her roj divê ji bo azadiya jinan têkoşîn bê kirin."   'Roja 8'ê Adarê ji bo tevahî jinên kurd bû mîrasek'   Di berdewamiya axaftina xwe de Rojiyanê bal kişand ser hinek rêgezên bingeha rêxistinbûyina 8'ê Adarê û wiha lê zêde kir:" Ji bo me civaka kurd û bi taybet ji bo jinên kurd 8'ê Adarê bû mîrasek. Her wiha bû bingeha birdoziya rizgariya jinan a ku bi saya fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat pêşkêşkirin. Di vir de 5 rêgezên me yên bingehîn ku bûn felsefeyek em li ser wê têkoşîna xwe bilindtir bikin û ji bo jinê bûn riya azadiyê. Ew rêgez jî ev in, 'Rêxistinbûyîn, nêrîna azad, hizra azad, têkoşîn, etîk û estetîk. Ev ji bo Jineolojiyê jî bûn rêgezên bingehîn. Em ê rêxistinbûyina xwe ya 8'ê Adarê jî li ser van rêgezana mezin bikin."   'Bi bilindkirina asta xebata xwe em bêhtir jinê ber bi azadiyê ve bibin'    Rojiyanê bal kişand ser girîngiya berfirehkirina xebatan û rêxistinbûyina di 8'ê Adarê de û wiha got:" Bi saya fikir û felsefeya Rêbertî bîrdoziya rizgariya jin û artêşbûna wê derket pêş. Loma jî felsefeya jin jiyan azadî û bilindkirina asta têkoşînê wê her dewam bike. Ev ê jî bêhtir dengvedanekê ji bo jinên cîhanê çêbikê. Em jî di wê çarçoveyê de asta xebata xwe bilindtir dikin. Em rêxistinbûyina xwe ya 8'ê Adarê hîn zêde mezin dikin. Bi bilindkirina asta xebata xwe em bêhtir jinê ber bi azadiyê ve bibin û xwedî li têkoşîna 8'ê Adarê derkevin. Em ê her tim xebatên xwe berfirehtir bikin ji ber ku xebat ji bo têkoşîn û rêxistinbûyina jinan gelekî girîng in. "   'Jinên kurd li hemberî zilm û desthilatdariyê serê xwe netewandine'   Endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê ya Helebê Leman Şêxo jî têkildarî roja 8'ê Adarê ji ajansa me re wiha got:" 8'ê Adarê rojek cîhanî ya ji bo tevahî jinan e. Îlankirina vê rojê bi hêsanî nehat pejirandin ev yek bi têkoşîna jinan pêk hat. Jin li hember zilm û zordariya zihniyeta faşîst bû yek. Her roj têkoşîna jinan mezintir bû. Heta roja îro jî dewam dike. Bi taybet jî jinên kurd vê tekoşînê didin dewamkirin. Ji ber rolek di tevgera azadiyê de lîstin. Mîna Zekîya Alkan û bi hezaran jinên din. Ev yek jî bi saya fikir û ramanên Rêber Abdullah Ocalan bû û îro bi milyonan jinên kurd li hemberî zilm û desthilatdariyê serê xwe netewandine."   'Bi rêya zanista Jineolojiyê em hewl didin xwe bigihînin hemû jinan'   Lemanê da zanîn hêviya wan a 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê ew e ku Jineolojiyê berfirehtir bike û bi vê rêyê xwe bigihînin hemû jinan û wiha got:" Di şoreşa Rojava de jinan bi awayekî pratîk zêdetir hêza têkoşîna xwe dan eşkerekirin. Ev yek jî bû sedem jin li Rojava li hemû qadan cihê xwe bigirin. Yek ji qadên girîng Jineolojî ye. Bi rêya zanista Jineolojiyê em hewl didin xwe bigihînin hemû jinan. Em ê bi têkoşîna ji bo vê zanistê 8'ê Adarê pêşwazî bikin. Jinan li vir xwe hînî têkoşîn û berxwedanê kirin. Jin wê her têkoşîna xwe dewam bike û tu kes nikare îradeya wan jinan têk bibe. Em jî bi riya zanista xwe ya Jineolojî hewl didin xwe bigihînin tevahî jinan û dîroka jinê ji nû de zindî bikin. "   'Ji bo 8'ê Adarê em amadekariya xwe dikin'   Ji Rêveberiya Navenda Hîlala Zêrîn a bajarê Helebê Tizyal Çawîş da zanîn ew ji bo têkoşîna jinan di 8'ê Adarê de belav bikin amadekariya xwe dikin û wê stranên xwe bibêjin û wiha got:" Ev bû sê heyv in ku koma me ya Pakrewan Zîlan dest bi amadekarî û provayên xwe yên ji bo 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê kiriye. 6 stran hatine amadekirin. Di heman demê de sê komên din hene ku ew jî wê stranên xwe pêşkêş bikin. Her wiha ji bo komên govendê jî Navenda Hîlala Zêrîn xwe amade kiriye. Yek Koma Şehîd Hêzil û ya din Koma Şehîd Şîlan e. Bi stran û hunera xwe em ê 8'ê Adarê pêşwazî bikin."   'Em dixwazin bi rêya stranan berxwedana jinan derxin pêş'   Tizyalê da zanîn ku armanca wan a sereke ya di 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de ew e ku çanda ku bi destê jinê hatiye afrandin her tim pêş bixin û wiha pê de çû:" Em dixwazin bi riya stranên xwe têkoşîn û berxwedana jinan pêş bixin. Ji bo vê jî me stranek li ser pakrewana jin a di demên destpêkê de li Efrînê gihaşt asta şehadetê çêkir. Ev jî strana Şehîd Fîdan e. Em bi hêza têkoşîna jinê, moral digirin û tevlî 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê dibin."   'Em bi rêya govendê çanda xwe ya kurdî zindî dihêlin'   Ji Beşa Govendê ya Navenda Hîlala Zêrîn Nisrîn Hiso da zanîn pêşandana hunera jinan a di 8'ê Adarê de gelekî girîng e û ji bo vê yekê jî amadekariyên wan didomin û wiha got:" Koma me ya bi navê Koma Şehîd Zîlan tê nasîn ev 4 sal in hatiye avakirin û em 14 kes cihê xwe di vê komê de digirin. Em her tim provayên xwe dikin û bi vî awayî em bi riya govendên xwe çanda xwe ya kurdî û Efrînî diyarî tevahî jinan dikin. Bi taybet amadekarî û derketina me ya li qadan a ji bo 8'ê Adarê gelekî girîng e. Em bi navê govendên Seyranê, Rişko û koçeriye jî amadekariyên xwe dikin."