Li Xelfelî di şahiya jinan de bal kişandin ser tecrîdê 2024-03-04 14:28:40     ÎDIR - Li bajarokê Xelfelî ku di çarçoveya 8’ê Adarê de şahiya jinan hat lidarxistin de bal kişandin li ser tecrîda Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û hat gotin ku ev tecrît li ser tevahî Gelê Kurd tê meşandin.   Tevgera Jinên Azad (TJA) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), bi minasebeta 8’ê Adarê Roja Jinên Cihanê li bajarokê Xelfelî ya Îdirê şahiya jinan hat lidarxistin. Rêxistinên navend û bajarokê û gelek jin tevlî şahiyê bûn. Beriya axaftinê jinan govend gerand.    Piştî govendê destpêkê Hevseroka DBP’ê ya Îdirê Oya Malgaz axivî. Oya bal kişand ser girîngiya 8’ê Adarê û destnîşan kir ku roja jinên cihanê li hin welatan weke betlaneya fermî hatiye qebûlkirin.   Oya, da zanîn ku 8’ê Adarê li hemû cîhanê tê pîrozkirin û wiha got: “Ji ber ku hevalên me yên jin di vê rojê de jiyana xwe ji dest dan ji bo me tiştekî watedar e. Dema em li dîroka mirovahiyê dinêrin 5 hezar sal berê jin civakê rêve dibirin. Di civaka ku ji aliyê jinan ve dihat birêvebirin de tunekirin, birçîbûn û komkujî pêk nedihat. Mirov bi bextewarî dijiyan, bi wekhevî û dadperwerî parve dikirin. Piştî ku vê zîhniyeta serdest a mêr keda jinan girt, dest bi bêbextiyê kirin. Ji wê rojê û vir ve li cîhanê xizanî, şer û qetlîam dest pê kiriye. Ji wê rojê û vir ve jin li her derê têkoşînê didin meşandin. Em hemû hevalên jinên ku di vê têkoşîna rêbertiyê de cih digirin, di têkoşîna kedê de ne. Ji ber vê yekê ked û vîna jinê pir girîng û bi nirx e.”   Jinên girtî hatin slavkirin     Namzeta Hevşaredara Bajarokê Xelfelî ya DEM Partiyê Yildiz Tendîk Parîn jî ev tiştan got: “Ez hemû hevalên jin vedixwînim ku beşdarî vê pêvajoya hilbijartinê bibin. Ev serkeftin serkeftina me hemûyan e. Hûn dizanin divê em talanan paşve bişînin. Em li vir in ku vîna gel teslîmê gel bikin. Di vê têkoşînê de em ê hemû bi hev re tevbigerin. Em 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê pîroz dikin. Ji hemû hevalên me yên dozê re silav. Ji Fîgen Yuksekdag, Leyla Guven, Sabahat Tûncel, Gulten Kişanak, Aysel Tûglûk û gelek jinên ku me navên wan negot slav dikin.”   ‘Vê pêvajoyê bi serkeftinê derbas bikin’   Hevseroka DEM Partiyê ya Îdirê Bahar Etrecî jî silav li hemû jinên girtî yên li girtîgehan kir û wiha domand: “Em 8’ê Adarê li jinan pîroz dikin. Pêşiya me pêvajoyek girîng heye. Pêvajoya hilbijartinê. Werin em bi hev re, mil bi mil vê pêvajoyê bi serkeftî pêk bînin.”   Bal kişand ser tecrîdê   Herî dawî Aktîvîsta TJA’yê Şaîze Çelîk axivî û wiha pê de çû: “Gelê Kurd 50 sal in ked daye û bedêl daye. Ev bedel gihîştiye asteke mezin. Jinên Kurd jî her sal 8’ê Adarê bi hezaran kesî pîroz dikin. Ji bo çand, ziman û jiyana azad têdikoşe. Ev têkoşîn hîn berdewam dike. Têkoşîna Gelê Kurd têkoşîna wekhevî û jiyana azad e. Sedema ku jinên kurd gihiştine vê astê, Rêberê Gelê Kurd e. Rêberê Gelê Kurd 25 sal in di nava çar dîwaran de tê ragirtin. Ji bo Gelê Kurd kedeke mezin da. Di bin tecrîdek giran de ye. Ev tecrîd ne tenê li Îmraliyê, li ser tevahiya Gelê Kurd tê meşandin. Hevalên me îro di greva birçîbûnê de ne. Dayikên me di Nobeda Edaletê ne. Em ê teqez bi ser kevin.”   Piştî axaftinan dirûşmeya “Jin Jiyan Azadî” hat berzkirin û qûrnefîl ji jinan re hat belavkirin. Şahî, bi gerandina govendê bi dawî bû.