Jinên Bazîdê: Deng ji DEM Partiyê re 2024-03-03 09:07:33     Rojda Aydin    AGIRÎ - Jinên Bazîdê, anî ziman ku ew ê dengê xwe bidin DEM Partiyê û gotin: “Em dixwazin partiya me bajarê me rêve bibe. Em dixwazin li ser çand û ziman xebat bên kirin. Hêviya ciwanan DEM Partiyê ye.”   Bi nêzîkbûna hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê re li bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) lez dan xebatên xwe. Li Agirî û navçeyên wê jî bayê DEM Partiyê belav dibe û xwedî derketinek mezin heye.    Jinên navçeya Bazîdê têkildarî hilbijartinê de axivîn û nêrînên xwe anîn ziman.      ‘Em dixwazin partiya me bajarê me bi rêve bibe’   Songul Cengîz: Ez ê dengê xwe bidim xwe. Ez xwe zanim. Ma qey em ji Ewropayê hatine xwe nizanibin. Em dixwazin bila xizmetek baş ji bo vê gelê re bê kirin. Bila pirsgirêka avê çareser bikin û rêyên me çêbikin û paqij bikin. Em dixwazin partiya me bajarê me rêve bibe. Em ji şaredariyê dixwazin ji bo jinan cihan vebikin. Bila ji bo me jinan bazarekî ava bikin. Ma çima tenê ji bo mêran bêkirin? Em dixwazin cihên aydê me jî hebe. Li vê derê ji ber ku kar tuneye, ciwanên me berê xwe didin bajarên metropolê. Em dixwazin ji bo ciwanan cihê kar bên avakirin. Ev bajarê me ye û divê ji bo bajarê me hemû tişt bê kirin. Bila hemû gelê me xwedî li vîna xwe derbikevin û xwe nas bikin. Em xelkê nas dikin, lê em baş xwe nas nakin.”   'Em dixwazin xebatên çandê bên kirin’   Handan Îrem Ozturk: Ez ê dengê xwe bidim DEM Partiyê. DEM Partî hemû daxwazên me bi cih tîne. Em di vê partiyê de mezin bûn. Malbata min tim diçe vê partiyê. Em ji mezinê xwe hîn bûn. Ji ber vê yekê em di vê partiyê de ne. Dema ku DEM Partî şaredariyê bi dest xist em dixwazin bila ewilî ji bo ciwanan derkeftên kar avabikin. Şaredariya niha ji xwe ji bo vê gelê tu tiştî nekiriye. Di van demên dawiyê de vê rêyê çêkirine. Ji xwe rêyên vê derê gelek xirabin û nayên çêkirin. Em dixwazin bila ev pirsgirêkên gel çareser bikin. Li vê derê tu xebatên çandî nîne. Em dixwazin kargehên çandê hebin. Ji xwe erbane nîşaneya çanda me ye. Divê em jî xwedî li çanda xwe derbikevin. Em dibêjin deng ji DEM Partiyê re.”   ‘Bila li ser zimanê dayikê xebat bê kirin’   Fîkriye Dûman: Em ê dengê xwe bidine xwe. Em ê bidin DEM Partiyê. Jiyan îro ev qas zehmet bûye ku em nikarin zarokên xwe bidin xwendin. Bila rêyên me çêbikin. Ava gundê me yê Teperizê tuneye. Em şepirze bûne. Ava gundê me nayê. Ev dixwazin ev pirsgirêkan çareser bikin. Bila ji bo jinan bi taybetî bikin. Ji ber debara jiyanê zehmet bûye em nikarin tu tiştekî bikin. Em ji partiya xwe dixwazin daxwazên gel bi cih bînin û ji bo gel xizmetê bikin. Bila bajarê me di vê aliyê de pêş bixînin. Her wiha em ji partiya xwe dixwazin li ser zimanê me jî xebatan bikin. Ez hez dikim bi tenê kurdî biaxivin. Dema em diçin sazî û nexweşxaneyan nikarin bi zimanê xwe biaxivin. Ji ber ku em tirkî nizanin, nikarin kurdî jî biaxivin. Em dixwazin bila li ser zimanê dayikê bi taybetî xebatan bên kirin."   ‘Bila çanda me bidin nasîn’   Jale Tûran: Ez ê dengê xwe bidim DEM Partiyê. DEM Partî di aliyê siyasî de partiya ku kurdan temsîl dike ye. Bi taybetî jin û ciwanan temsîl dike. Ji ber ku mafê me temsîl dike em dengê xwe didin DEM Partiyê. Daxwaza me ji partiyê ew e ku ji gel re xizmet bê kirin. Di heman demê de em dixwazin ji bo xwendekaran pêşengiyê bikin. Her wiha bila pêşengiya jinan bikin. Bila her tim civînên jinan li dar bixin û wan perwerde bikin. Li Bazîdê tiryak û fûhûs gelek zêde bûye. Li ser vê yekê dikarin perwerdehiyê bidin. Ciwanan ji vê yekê dûr bixînin. Li vê derê qesreke dîrokî heye. Fîlozofê mezin Ehmetê Xanî heye li vê derê. Divê bal bikişînin ser girîngiya dîrokê û baş bên nasadin. Bi vê awayî dikarin rê nîşanê ciwanan bidin. Divê bidin nîşandan ku em kî ne. Ger ku ciwan hinek lêkolînê bikin dê bizanibin rêya rast DEM Partiyê ye. Ev partî ji bo zanistiya ciwan û civakê ye. Ji ber vê yekê ez ji ciwanan re dibêjim bila DEM Partiyê nas bikin."   'Hêviya ciwanan DEM Partiye'   Rojda Ertaş: Ez ê dengê xwe bidim DEM Partiyê. Her çixwasî xebat ji çarî çar nebe jî ji bo di meclîsê de navê kurd derbas bibe divê DEM Partî hebe. Ji bo partî xwe bimeşîne jî em dengê xwe didin DEM Partiyê. Lê ger Bazîdê pêşbixînin dê her tişt xweştir bibe. Pirsgirêkên rê hene divê bên çareserkirin. Ji bo pêşketina bajêr gelek kar hene. Ger ku wan pêk bînin dê hemû tişt baştir bibe. Divê di aliyê perwerdehiyê de xebat bên kirin. Kurs bên vekirin. Ji ber kar tuneye welatî bixebitin, di vê hêlê de dikarin tiştekî bikin. Hêviya me ji partiyê ev e. Îro gelek ciwan bêkar in, nikarin debara xwe bikin. Gelek kes xîzan e. Ji bo jinan bi taybetî divê tişt bên kirin. Cihên ji bo jinan divê bên vekirin. Di hêla çandê de tu tişt tuneye li vê derê. Dikarin xebatên li ser ger û kargehên çandê bikin. Ez di wê baweriyê de me ku dê bikin.”   ‘Armanca me xizmet e’   Namzeta keyaya taxa Hasankeyfê Mesmegul Ozdemir: “Ez ê dengê xwe bidim xwe, yanî DEM Partiyê. Ji xwe bingeha Bazîdê diyar e. Li pêşiya me hilbijartinên şaredariyê heye. Ji bo kesê guncav ku niha şaredariyê rêve dibe neyê hilbijartin çi ji destên min tê ez dikim. Ez ê xwedî partiya xwe derbikevim. Ji ber vê yekê ez ê dengê xwe bidim partiya xwe. Li her derê dem dema me ye. Her wiha ez niha keyaya taxa xwe me û her wiha namzetim jî. Em bi awayek wîcdanî dengê xwe bidin partiya xwe. Nêzîkatiya partiyê ya ji bo gel diyare û hemû gelan wekhev digire. Cudahî nake navbera gelan. DEM Partî partiya me ye. Têkoşîna me bi hev re ye. Xebatên me bi hev re ye. Hevkariya me dê hertim hebe. Em ê xwedî li partiya xwe derbikevin. Hemû deng ji DEM Partiyê re. Em dengê xwe bidin partiya xwe û bi hev re xizmetê bikin. Armanca me xizmet e. Ev 5 sal in ez ji bo welatiyên taxa Hasankeyfê xizmetê dikim. Deriyê ku min lênedaye nemaye. Ger ku ez carekedin bêm hilbijartin çi ji destên me bê em ê bikin. Ez ne bi çavên keyatiyê li wan dinêrim. Dema cihê wê hat ez bûm xwîşk û dema cihê wê hat ez bûm dayik. Ez her tim di nava gelê xwe de me. Em hêvî dikin ku welatiyên taxa Hasankeyfê xizmeteke baş bibîne.”