'Em gotina Gultan Kişanak li her derê belav bikin' 2024-03-01 11:58:25     ENQERE - Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyigit a berî Doza Kobanê daxuyanî da wiha got:"Em bang li hemû gelan û jinan dikin. Werin em li dijî vê bêhiqûqiyê dengê xwe derxin û li gel hev bisekinin. Em bi hev re dengê Gultan Kişanak û gotinên wê li derê belav bikin."   Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyigit berî biryara navberê ya Doza Kobanê ya ku 18 jê girtî 108 siyasetmedar jê tên darizandin li ber Kampusa Girîgeha Sîncanê ya rûniştin lê tê lidarixistin daxuyanî da. Tevî parlamenteran gelek  kes tevli daxuyaniyê bûn.    'Nefereke têkoşîna azadiya jinê ye'   Gulistanê da zanîn Doza Kobanê li dijî gelê kurd li dijî jinan û li dijî wekheviyê dozeke reşkirinê ye û wiha got:"Yek ji hevalên me yên ji Doza Kobanê tê darizandin namzeta hevşaredariya Bajarê Mezin a Enqereyê Gultan Kişanak e. Gultan Kişanak nefereke têkoşîna azadiya jinê ye. Ew rêhevala kesên mazlûm in. Wê temenê xwe û jiyana xwe bi vê têkoşînê derbas kiriye. Ji salên 1980'ê heta niha em dibînin dewleta çawa ne normal û ne demokrat e. Gultan Kişanak di 1980'ê de li Girtîgeha Amedê li dijî Esat Oktay serbilind sekiniye. Dema berdana Gultan Kişanak qediyaye. Kesên wê bernadin ji doza wê ditirsin. Gultanê gotina xwe ji bo heqîqetê got loma ji gotina wê ditirsin."   'Em ê dengê aştiyê bilind bikin'   Gulistanê da zanîn Gultanê namzeta jin û gelan e û wiha domand:"Ew namzeta aştiya ku li Tirkiyeyê tê xwestin ser wê bê reşkirin e. Gultan Kişanak ji Amedê heta Enqereyê û li her aliyên Tirkiyeyê ji bo pira aştiyê ava bike derketibû ser rê. Gultanê ji bo meseleya kurd dibêje meseleya kurd bi diyaloga demokratîk pêkan e. Peywira dikeve ser me ew e ku em li dora Gultan Kişanak û aştiyê bên gel hevdu. Li dijî kesên dixwazin vî welatî bikin nava tariyê û şer em ê dengê Gultanê li her derê bilind bikin. Em ê dengê aştiyê bilind bikin."   'Gultan Kişanak rûmeta me ye'   Gulistanê da zanîn divê Gultanê serbest bê berdan û got:"Jixwe dema wê ya girtinê qediyaye. Polîtîkaya rehîneyê veguheriye îşkenceya sînorkirina azadiyê. Loma em dixwazin Gultan Kişanak bê tehliyekirin û em dixwazin kampanyaya xwe li derve bi me re dewam bike. Her roja Gultan Kişanak li hundur tê girtin bêhiqûqî û zihniyeta tarî kûr dibe. Em dibêjin bila hemû hevalên me azad bibin. Cihê Gultanê li gel jina ye. Em li gel serhildana Gultanê ne. Gultan Kişanak rûmeta me ye."   Daxuyanî bi dirûşma “Jin, jiyan, azadî” bi dawî bû. Gulistan û kesên li gel wê ji bo şopandina Doza Kobanê derbasî eywana rûniştinê bûn.