Jinên Şirnexê pirsgirêkên bajarê xwe vegotin 2024-03-01 09:08:44     Dîlan Babat   ŞIRNEX - Jinên Şirnexî diyar kirin ku li bajarê wan gelek çavkaniyên avê hene, lê li gel vê jî pirsgirêka wan a avê heye û gotin, "Em dixwazin ji zilma AKP'yiyan rizgar bibin, dema şaredariyên me yên me bin, qet nebe em dizanin em kî ne."   Li Şirnexê ku yek ji bajarên ku polîtîkayên şer ên taybet ên hikûmetê lê zêde tên hîskirin, şaredarî bi polîtîkayên rantê tê dewlemendkirin û gel jî her ku diçe xizan dibe û nikare ji xizmetên ku mafên wane sûd werbigire. Li bajarê ku xwedî çavkaniyeke mezin a avê ye, gel pirsgirêkên avê yên giran dijî. Li gel van hemûyan li bajêr tuşbûna madeyên hişber û fuhûşê jî gelekî zêde bûye. Namzedên hevşaredar ên Partiya Wekheviya Gelan û Demokrasiyê (DEM Partî) û gel xebatên xwe dimeşînin û dixwazin şaredariyê AKP'ê bigirin.   'Em ne cerdevan û ne jî polîs dixwazin'   Şerîzan Sertan, diyar kir ku divê deriyên şaredariyan ji gel re vekirî bin, lê deriyên şaredariyên AKP'ê ji gel re girtî ne û destnîşan kir ku gava şaredariyê bi dest bixin, yekem tişta ku ew ê bikin dê daxwaza vekirina deriyê şaredariyê ji gel re be. Şerîzan got, “Em li şaredariyên xwe ne cerdevan û ne jî polîsan dixwazin. Em dibêjin aştî û ne tiştekî din. Gelek çavkaniyên me yên avê hene, lê ava me tune ye, fatûreyên me zêde tên. Em dixwazin dema ku DEM Partiyê şaredarî bi dest bixe jin jê re pêşengtiyê bikin."   'Bila pirsgirêka avê çareser bikin'   Her wiha Xanim Sultan jî xwest ku erdnîgariya bibe cihê jiyanê û got ku ew dixwazin DEM Partî şaredariyê bi dest bixe. Xanimê got, “Dema ku em şaredariyê bi dest bixin, divê ewilî em ji riyên xwe dest pê bikin,  ji ber ku riyên me hemû hilweşiyane. Li gel ku çavkaniyên me yên avê pir in, em pirsgirêkên avê dijîn û fatûreya me ya avê jî zêde ye. Ji ber ku em dizanin partiya me partiya jinan e, wê bizanibin ku divê çi bikin."    'Em dixwazin DEM Partî bi ser bikeve'   Şadiye Sûmbûl jî diyar kir ku divê teqez şaredarî ji AKP'ê bên girtin û got, "Em dixwazin DEM Partî bi ser bikeve. Em dixwazin zilma AKP’ê ji holê rakin, dema şaredariyên me yên me bin, qet nebe em dizanin em kî ne, lê ev şaredariya AKP’ê  nizane em kî ne. Em bi rastî dixwazin partiya me bi ser bikeve. Şirnex berê gelekî baş bû, niha tirs belav kirine, jin jî naxwazin derkevin kolanan. Şaredariya AKP'ê diçe cem malbatan û dibêje 'Ez ê zarokê we bidim xebitandin, lê neçin çalakiyan.' Bi saya partiya me jin êdî di nava siyasetê de ne û em dixwazin jin zêdetir piştgiriyê bidin .Ji niha û pê ve divê her kes li dengê xwe xwedî derkeve."   'Şaredarî di destê polîsan de ye'   Xanim Barkîn jî wiha got: “Dema partiya me şaredarî bi dest xist, em dixwazin  dest biavêje faturayên me yên ava û ceryanê jî. Gelekî zilm li me tê kirin, em dixwazin pêşî ev zilm bi dawî bibe. Şaredarî di destê polîsan de ye, em ditirsin biçin şaredariyê. Kolanên me tijî gelaş in, em dixwazin ev pirsgirêk bên çareserkirin. Jin her tim dixwazin li malan ji jinan re cih bên vekirin."