Li Amedê buroya hilbijartinê ya jinan vebû 2024-02-29 19:16:55   AMED - DEM Partiyê bi çarçoveya xebatên hilbijartinê yên 31'ê Adarê buroya hilbijartinê ya jinan vekir. Li vir ji bo Namzeta Hevşaredariya Enqereyê Gultan Kişanak silav hat şandin.     Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bi çarçoveya xebatên hilbijartinê yên 31'ê Adarê li Peyasa Amedê buroya hilbijartinê ya jinan vekir.Gelek jin tevli vekirinê bûn.   Hevseroka DBP'ê ya Amedê Sultan Yaray li vir da zanîn her kes dizane jina kurd çiqasî bi hêz e û got dema qeyûm hatiye êrişê saziyên jinan kirine. Sultanê bal kişand ser tecrîdê jî û got divê tecrîd rabe.   Piştre namzeta Hevşaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak jî da zanîn ew ê qeyûman bişînin û got ew ê ziman çand û axa xwe qezenc bikin.   Li vir parlamentera DEM Partiyê ya Amedê Halide Turkoglu da zanîn tu carî jinên kurd serî netewandin û got ew ê qeyûman bişînin modela nû ya jiyanê têxin meriyetê.   Piştî axaftinan bi tilîliyan bura hat vekirin.   Vekirina buroyê bi stranên hunermenda kurd Hediye Kalkan bi dawî bû.