‘Me ji bo azadiya Rêber Apo dest bi çalakiya nobetê kir’ 2024-02-29 09:06:34       Xerîba Nêrwehî    MEXMÛR - Jinên li Mexmûrê tevli çalakiya nobeta azadiyê ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bûn dan zanîn divê ji bo azadiya Abdullah Ocalan çalakî bên zêdekirin û wiha got:” Me ji bo azadiya Rêber Apo li wargehê dest bi çalakiya nobeta azadiyê kir. Me jî piştre wekî endamên wefqê ev nobet dewr girtin. Armanca me ya lidarxistina nobeta azadiyê, azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye.”   Çalakiya Nobetê ya li Mexmûrê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û ji bo çareseriya meseleya kurd dest pê kir di roja 224’an de dewam dike. Welatiyên li Mexmûrê û gelek jinên li Mexmûrê ji bo azadiya Abdullah Ocalan piştgiriyê didin vê çalakiyê. Jinên ku çalakî dewr girin û tevlê bûn nêrînên xwe anîn ziman. Jinan diyar kirin ku divê demildest Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bigihêje azadiya xwe û kesên azadiyê dixwazin li Abdullah Ocalan xwedî derkevin.    ‘Me ji bo azadiya Rêber Apo dest bi çalakiya nobeta azadiyê kir’   Endama Rêveberiya Weqfa Jinê ya Mexmûrê Bahar Kara da zanîn ew ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan xebatê dikin û wiha got:”Me ji bo azadiya Rêber Apo li wargehê dest bi çalakiya nobeta azadiyê kir. Me jî piştre wekî endamên wefqê ev nobet dewr girtin. Armanca me ya lidarxistina nobeta azadiyê, azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye. Pêwist e em li wargehê wekî jin bêtir erk û peywira xwe ya li hemberî Rêber Apo bi cih bînin. Ev 3 sal in bi tu awayî hevdîtin bi Rêber Apo re nayê kirin. Parêzer, parêzvanên mafên mirovan û malbat nikarin wî bibînin. Loma jî wekî gelê kurd gumana me ji bo tendirustî û rewşa Rêber Apo de heye.”   ‘Vê çalakiyê li her derê deng vedaye’   Baharê bi lêv kir ku çalakiyên ji bo Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li her derê deng vedaye û wiha lê zêde kir:”Çalakiya nobeta azadiyê ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dest pê kiriye ne tenê li wargehê ye. Li her aliyên Kurdistanê û li derveyî welat jî çalakiyên bi vî rengî hene. Ne tenê gelê kurd civaka biyanî jî piştgiriyê didin van çalakiyana. Kesên hiqûqnas, kesên mafên mirovan diparêzin, kesên fikir û felsefeya Serokatî pejirandine û ji bo xwe wekî rêya çareseriyê dibînin dixwazin Rêber Apo azad bibe. Ji ber ew rêberê mirovahiyê ye. Em dikarin bêjin ev çalakiyên ji bo Rêber Apo bûne cîhanî. Li her derê deng vedaye û tê meşandin.”   ‘Komplo negihaşt armanca xwe’   Baharê anî ziman ku Abdullah Ocalan bi fikir û felsefeya xwe di nava gel de ye û wiha pê de çû:”Em komploya li hember Rêber Apo şermezar dikin. NATO û Tirkiyeyê bi hevkariyekê ev komplo pêk anîn. Lê bila baş bizanibin ew heta niha negihaştine armanca xwe. Wan digotin qey ew Serokatî bigirin wê civaka kurd belav bibe, wê tune bibe. Sekin, fikir, felsefeya Rêber Apo ya li Îmraliyê, pergala wekî netewa demokratîk daye avakirin û rêxistinbûyina civaka kurd a li ser vê yekê nehişt ku komplo bigihêje armanca xwe.  Mirov dikare bi dilekî rehet bêje komplo negihaşt armanca xwe. Rêber Apo dibe ku wekî fîzîkî ne di nav me de be lê belê ew bi fikir, îdeolojî, felsefe û ramanên xwe di navbera me de ye.”    'Armanca çalakiya me xwedîderketina li Rêber Apo ye'   Mamosteya Weqfa Jinan a Mexmûrê Nûrê Kara diyar kir ew di serî de ji çalakvanên li Kurdistan û li derveyî welat ji bo azadiya Abdullah Ocalan li berxwe didin, silavên xwe bi rê dike û wiha got:"Her kesên ku li berxwe didin û di nava çalakiyan de cihê xwe digirin em silavên xwe ji wan re dişînin û em berxwedana wan pîroz dikin. Em di heman demê de piştgiriya xwe ji bo wan dide diyarkirin. Armanca çalakiya me xwedîderketina li Rêber Apo ye. Em wekî jinên li Wargeha Mexmûrê azadiya fîzîkî ya Rêberê xwe dixwazin. Ji ber ku ev 3 sal in tu agahî ji Rêbertiya me nayê girtin û ev yek jî bi me re gumanan çêdike. Loma jî me çalakiya xwe li dar xistin da ku em xeberekê ji Rêberê xwe bigirin."   Erdheja li Îmraliyê   Nûrê bal kişand ser erdheja bandora xwe li Îmraliyê kir û wiha dewam kir:"Wek jinên weqfê me koma 45'an da destpêkirin. Ji bo piştgiriyê me jî çalakî dewr girt. Em dixwazin hîn bibin ka bê rewş û tendirustiya Rêbertiya me çi ye. Em dixwazin Rêbertî bi awayekî azad di nava xwe de bibînin. Di heman demê de jî di demên dawî de li Îmraliyê erdhej çêbû. Guman û tirsa gelê kurd hîn zêdetir bû. Divê helwesta gelê kurd a li hember vêya hîn zêdetir bibe û têkeve nava tevgereke mezin. Divê çalakiyên curbecur bên lidarxistin û em li Rêbertiya xwe xwedî derkevin."    'CPT neçû serdanan Îmraliyê'   Nûrê bal kişand ser hatina CPT'yê ya Tirkiyeyê û wiha got:"Di heman demê de jî CPT di 13-22'yê Sibatê de hat Tirkiyeyê lê neçû serdana Îmraliyê. Heyeta CPT'yê çû zindanên Tirkiyeyê ziyaret kir lê belê neçû Îmraliyê. Ev jî gumanên gelê kurd zêde dike. Ev jî bûye sedem ku hêrsa gelê kurd zêde bibe. Em vê helwesta CPT'yê şermezar dikin. Em bang li raya giştî û hemû kesên azadîxwaz dikin ku di vê demê de rabin ser piyan. Em bi hev re li Rêbertiya xwe xwedî derkevin. Em çalakiyên xwe zêde bikin da ku bala CPT'yê û raya giştî bikşîne."