Li kolanên Stenbolê serhildana 8'ê Adarê 2024-02-29 09:05:06     Elfazî Toral   STENBOL - Jinan bi nêzbûna 8'ê Adarê re lez dan xebatên xwe. Nûnerên rêxistinên jinan ên Stenbolê bang li jinan kir û gotin: "Li dijî xizanî, kedxwarî, şer, şîdet û serdestiya mêr li kolan û qadan bicivin. Ji bo azadiya jinê dengê xwe bilind bikin. Dem dema jinê û serhildanê ye."   Li gelek bajaran starta xebatên 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê hat dayîn. Platforma Jinan a 8'ê Adarê li Stenbolê lez da xebatên xwe. Platform li kolan û taxan belavok belavdikin û banga tevlîbûna meş û çalakiyan dikin. Di 3'yê Adarê de li Kadikoyê bi dirûşma “Li dijî xizanî, şîdet, kedxwarî û şer têkoşîna me heye" hevdîtina jinan heye. Di 8'ê Adarê de jî "Meşa Şevê ya Femînistan" pêk bê. Jinan amadekariya meşê jî dikin.    Nûnerên rêxistinên jinan derbarê amadekariyên 8'ê Adarê de ji ajansa me JINNEWS'ê re axivîn.    'Em ê di 8'ê Adarê de li qadan bin'   Endama Kedkarên Jinan Delal Erol, diyar kir ku ji 8'ê Adara 1857’an heta îro li her derê cîhanê jin li qadan li ber xwe didin û got: "Li dijî kedxwarî, şer, şîdet û serdestiya mêr têdikoşin. Wekî her sal îsal jî dê di 8'ê Adarê de têkoşîna xwe bidomînin. Îsal em 8'ê Adarê di nava xizaniyê de pêşwazî dikin. Her wiha her roj jinek li vî welatî tê qetilkirin. Lê jin ligel her cûre astengiyan bi hêz in. Serhildaneke jinan heye. Em ji vir bang li hemû jinan dikin di 8'ê Adarê de li qadan bin."   'Dem dema jinê ye'   Ji endama Kedkarên Jinan Ceyda Gedîk, da zanîn ku li dijî xizaniyê li Stenbolê bin û wiha bi lêv kir: "Em dibêjin dem dema jinê ye derdikevin qadan. Li dijî kedxwarî, şîdet û xizaniyê dê jin di serhildanê de bin. Em li dijî zextan paşve gav navêjin."    'Em malbatên pîroz naxwazin'   Aktîvîsta Pîrebokên Kampusê Hîda Canbaz jî destnîşan kir ku dê li hemberî polîtîkayên îktîdarê bêdeng namînin û wiha axivî: "Em ê êvarê jî kolan û qadan terk nakin. Li hemberî êrişên îktîdarê dê li kolanan di nav serhildanan de bin. Zextên van ên malbata pîroz qebûl nakin û em azadiya yurdên xwendekaran daxwaz dikin."    'Em kampusên azad dixwazin'   Bêrîvan Çingirlar jî endama Pîrebokên Kompusê ye wiha nêrînên xwe anî ziman: "Li hemberî destkeftiyên jinan niha qanûnên nû tên amadekirin. Em wek xwendekarên jin ên zanîngehan ji ber şert û mercên aboriyê mehkumê yurdan tên kirin. Ji ber aboriyê em nikarin ji xwe re xanî kirebikin. Em kampus, qad û kolanên azad dixwazin. Em ber bi 8'ê Adarê ve diçin û dibêjin li dijî malbata ku pîroz tê nîşandan azadiyê daxwaz dikin. Em qad û kolanên xwe ji kesekî din re nahelîn. Em ne bi tenê ne. Niha îktîdar hewldide ku polîtîkayeke tenêbûnê pêş bixe. Lê heke em destê hevdû bigirin,  xwe birêxistin bikin em ê bi hêz bin. Ji ber vê em di 8'ê Adarê de li benda we ne."    'Em ê li qadan biqêrin'   Çîgdem Altepe, jî bal kişand ser girîngiya 8'ê Adarê û wiha axivî: "Em ber bi 8'ê Adarê ve diçin û em bang dikin û dibêjin li dijî qetilkirina  jinan bêdeng nebin û dengê xwe bilind bikin. Em ê li dijî her cûre argumanên şîdetê li qadan bin. Em li dijî kedxwarî û zextan li qadan biqêrin."