Hazal Aras: Armanc li Agiriyê pêşxistina jiyaneke alternatîf e 2024-02-28 09:02:23     Rojda Aydin   AGIRÎ - Namzeta Hevşaredariya Agiriyê Hazal Aras, anî ziman ku dê li Agiriyê modela jiyanê ya alternatîf a DEM Partiyê pêşkêşî ciwanan bikin û got, “Em ê dîwarên burokratîk hilweşînin. Werin em vîna xwe diyar bikin”   Ji hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê re ku demek kêm ma, partiyên siyasî jî lez dan xebatên xwe. Li Agiriyê ku şaredarî di destên AKP’ê de ye, di hilbijartinên herêmî ya 2014’an Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) şaredariyê bi dest xist û di sala 2016’an de jî qeyûm hat tayînkirin. Di hilbijartinên herêmî yên 2019’an de jî AKP’ê carekedin şaredariyê girt dest. Li her kolanên bajêr ku li ser hilbijartinê nirxandin tên kirin, atmosfera bajêr bi taybetî ji aliyê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ve ye.    Li Agiriyê Hazal Aras û Mehmet Akkûş ku ji DEM Partî bûne namzet, welatî eleqeyek mezin nîşan dide. Hazal, namzetiya xwe bi gotinên “Em bûn namzet ku çîroka xwe ya neqediyayî ya li Gihadinê, li Agiriyê biqedînin. Ji bo Agiriyekî tê de bikaribin jiyan bikin û ava bikin, em bi daxwazên gelê xwe û hevalên xwe yên partiyê re bûn namzet” tîne ziman. Hazal, ji ajansa me JINNEWS'ê re li ser hilbijartinê û projeyên xwe axivî.   Hazal, anî ziman ku AKP 19 û nîv sal in şaredariyê rêve dibe û du sal û nîv jî partiya wan rêve biriye. Hazal, destnîşan kir ku AKP’ê ya ku 19 û nîv sal in bajêr bi rêve dibe wêneyê wê li holê ye û wiha got: “Ji binesaziyê heta rêyan, ji pirsgirêka avê heta qadên jiyanê yên ji bo jin û ciwanan nînin û pirsgirêkên îstîhdamê gelek zêde ne. Agiriyeke bi vê rengî heye. Ev jî encama 19 û nîv sal a encama AKP’ê ye.”   ‘Konseptek tunekirina ked û nirxan e’     Hazal, daxuyakirin ku dema di hilbijartinên 2014’an de wan şaredariyan bi dest xist, bi taybetî li ser jin û ciwanan sekinîne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Me kargehên jinan, navendên piştevaniyên jinan û Midûriyeta Polîtîqatên Jinan ava kir. Di qadan de bi ciwanan re dixebitîn. Her wiha dîsa qûrsên ziman û çandê me dabûn destpêkirin. Me ev hemû projeyan kiribûn meriyetê. Bi tayînkirina qeyûman re ewilî ev proje hedef hatin girtin. Saziyên jinan, saziyên ciwan û çandê hemû hatin girtin. Ji bo çi van hedef girtin? Ji ber ku jin û ciwan hêza vê civakê ne û xwedî hêzeke guhertinê ne. Civak li ser vê yekê dijî. Ji ber vê yekê herdu beş, jin û ciwan hatin hedefgirtin. Di êrişên li ser ziman û çandê de jin û ciwan hebûn. Di êrişên li dijî cinsî de dîsa jin û ciwan hebûn. Berhema zihniyeta yekkesî bû. Yek milet, yek al, yek welat… Em bi zihniyeteke ku her tiştî yekalî dike re rû bi rû bûn. Yek cinsî jî li ser vê zêde kirin. Jinê tune dihesibînin. Dema ku em demokrasiya herêmî ji holê rakin, jin di civakê de tune ne. Armanc ew bû ku jinê di civakê de tune bihesibînin û tune bikin bû. Konseptek ku armanca wê tunekirina hemû ked û hemû nirxan e. Dema ku em di 31’ê Adarê de bi serketinê werin Agiriyê, wê dîsa xebatên me ji bo jin û ciwanan bibe. Em ê hewldaneke mezin bidin ku tiştên ji destê me hatine standin paşve bigirin. Em ê saziyên çandê, saziyên jinê û qadên jiyanê ava bikin. Em ê xebatên xwe bi aktîvkirina du beşên dînamîk ên civakê di polîtîkayên xwe yên şaredariyê de di çarçoveya demokrasiyê de bidomînin.”   ‘Modela jiyanê ya alternatîf pêşkêşî ciwanan bikin’   Hazal, da zanîn ku ew meheke dest bi xebatên xwe yên hilbijartinê kirine û got heta niha gelek caran civînên jinan û giştî girtine. Hazal, daxuyakirin ku ew serdana sazî, komele, esnaf û welatiyên xwe dikin û wiha behsa projeyên xwe kir: “Di van hevdîtinan de tiştên ku derket holê em ê bikin meriyetê. Em ê endezyariya civakî nekin. Em ê li ser navê civakê biryarê nedin. Tevî civakê em ê li ser navê civakê polîtîkayan nemeşînin. Tiştên ku derketin pêş bi giştî navendên pişgiriya jinan, qadên jiyanê, qadên ku jin û zarok bikaribin bi hev re biçin, atolye, kooperatîf, navendên çandê yên ciwanan û projeya navenda çandê ku dikare di gelek beşan de perwerdeyê bide ji werzîşê bigire heya huner û wêjeyê û modela jiyanê ya alternatîf pêşkêşî ciwanan bikin. Dîsa kursên sînema, şano, qursên ziman û hwd dê navendên me yên çandê li wir kurs bên dayîn. Em ê werzîşa civakî jî teşwîq bikin û piştgiriyê bidin klûbên amator. Em ê bi werzîşê ciwanan bînin cem hev. Bi vî awayî em dikarin ciwanan ji tiryak û fuhûşê rizgar bikin. Em ê bi ciwanên xwe re bi saziyên din re jî lêkolînan bikin.”     ‘Hêviya me mezin e’   Hazal, bi lêv kir ku ew dema xebatên hilbijartinê dimeşînin ji aliyê gel ve enerjiyek pozîtîf heye û wiha dom kir: “Hêstekê baweriyê heye. Em bi AKP’ê ya westayî re rû bi rû ne. Li dijî me hêvî û baweriyek heye. Ne tenê ji bingeha me, ji baskê AKP’ê jî ji bo me hêvî heye. Ji ber ku gel jî ji ber siyaseta giştî bêzar bûye. Ne tenê polîtîkayên şaredariyê ye. Her wiha nerehetiyeke cidî ji rewşa giştî ya welat heye. Hema bêje ji bo hemû beşên civakê, ez îdîa dikim ku ji MHP’ê ya li bajêr dijîn re jî em bûne hêvî. Ji ber vê yekê barekî gelek mezin li ser milên me heye. Hêvî dayina gelek beşên civakê jî karekî dijwar e. Lê di me de jî ew bawerî, ew hêz, ew dînamîzm, ew evîn û ew azweriya me heye. Ji ber vê yekê ez difikirim ku em ê vala dernekevin û em dikarin bibin bersiv.”   ‘Em ê dîwarên burokratîk hilweşînin’   Hazal, tayînkirina qeyûman wek “konsepta şerê taybet” pênase kir û got ku tayînkirina qeyûman ji avakirina kedê re, nirxan, ziman, çand, jin, ciwan û ji vîna civakê re êrişekê bûye. Hazal, destnîşan kir ku dema cara ewil di 2014’an de qeyûm tayînê şaredariyan hat kirin gel bertekek mezin nîşan nedaye û wiha pê de çû: “Wê demê em jî di girtîgehê de bûn. Lê belê di sala 2019’an de heman konsept dîsa kete meriyetê. Lê me wê demê dîsa sekneke xûrt neda nîşandan. Gotineke çînî heye; ‘Tîra ku herî ber bi pêş ve tê avêtin ji kevana ku herî paş ve hatiye kişandin tê’. Rewşeke gelek xemgîn e ku mirov du serdemê bi polîtîqaya qeyûmê re rû bi rû bimîne. Gel û rêvebir jî ji vê yekê mexdûr bûn. Em jî mîna wê kevanê paşve kêşandî ne. Ew tîr wê baş bifire. Di vê serdemê de gel wê bibe xwedî hêz. Di hevdîtinên me de gel van tiştan dibêje; ‘Eger qeyûm tayîn dikin bila bikin, Werin em vîna xwe diyar bikin’. Ger ku carekedin qeyûm bê tayînkirin em di wê baweriyê de ne ku dê gel dîsa partiya me hilbijêre. Lê ez hêvî dikim ku siyaseta Tirkiyê ji vê yekê dersên kêrhatî derxistibe. Bi dîtina min kesên ku van polîtîkayan xistine meriyetê, bi zelalî dîtine ku bi van polîtîkayan serkeftin bi dest nexistine, ji gel qut bûne û gel li hemberî van polîtîkayan xwedî helwest bûye. Ji ber vê yekê ez pêşbînî nakim ku ew ê hewldanek wiha bikin. Ji ber vê yekê di hindirê min de hêviyekê heye. Em ê dîsa şaredariyên xwe bikin şaredariyên gel. Bi qeyûman re dîwarên sar ên nedîtbar hatin avakirin. Gel nekarî dest bide wan şaredariyan. Em ê dîsa wan dîwarên burokratîk hilweşînin û gel hembêz bikin.”   ‘Divê gel helwestek baş bide nîşandan’     Hazal, dawiya axaftina xwe de bang li gel kir û vê tiştê got: “Banga min ji gel re ev e; Gel wê xwe û vîna xwe biparêze. Gel divê helwestek baş bide nîşandan. Em bawer dikin ku ew ê vê yekê bikin. Ew ê di vê hilbijartinê de, di sindoqan de vîna xwe nîşan bidin. Û tiştên ku ji me hatine standin jî em ê carek din ji wan bistînin."    Hazal Aras kî ye?   Hazal Aras a ku sala 1775’an de li Agiriyê dayîk bûye, li Zanîngeha Înonu Fakulteya Zanistên Aborî û Îdarî û Zanîngeha Anadoluyê jîbeşa civaknasî qedandiye. Hazal, di hilbijartinên herêmî yên 2004’a de wekî endama Meclîsa Giştî ya DEHAP’ê ya Agiriyê hate hilbijartin. Di kongreya DEHAP’ê ya ku di sala 2004’an de hat lidarxistin de wek endama Meclîsa Partiyê ya DEHAP’ê hilbijartin. Piştre di Kongreya Partiya Civakî ya Demokratîk (DBP) a Agiriyê wek rêvebirê navendê û di 1’emîn Kongreya Asayî ya DTP’ê de jî wek endama PM’yê hat hilbijartin. Ji ber xebatên xwe yên li Bazîdê ji bo çalakiyên 8’ê Adara 2012’yan Roja Jinên Cîhanê pêk anîbûn, hat girtin. Hazal a ku nêzî 7-8 mehan di girtîgehê de ma, di sala 2013’yan de hat tahliyekirin. Piştî ku hat berdan xebatên xwe li Akademiya Siyasî ya Jinê de berdewam kir. Hazal, di hilbijartinên herêmî ya 30’ê Adara 2014’an de jî ji Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) wek Hevşaredara navçeya Gihadinê hat hilbijartin. Hazal, di sala 2016’an de dema hevşaredar bû hat girtin û nêzî sal nîvek di girtîgehê de ma. Hazal, herî dawî di 2018’an de hat girtin û 6 mehan di girtîgehê de ma.