Tulay Hatîmogûllari: Em wekî jin bi serfiraziyeke mezin tên 2024-02-27 14:24:41     AMED -  Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari li Farqînê bi gel re hat ba hevdu. Tulayê li vir wiha got:"Em ê blokên beton di 31'ê Adarê de perçe bikin. Em wekî jin bi serfiraziyeke mezin tên. "   Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari di çarçoveya xebatên hilbijartinê de tev li hevdîtina bi gel re ya partiya xwe ya li Farqîn a Amedê bû. Tulay û şandeya pê re di ketina navçeyê de bi konvoya wesayîtan hate pêşwazîkirin û piştî tura navçeyê, derbasî pêşiya Kuleya Saetê bûn. Li vir jî bi sedan kesan Tulay û şandeya pê re pêşwazî kirin. Beşdaran li vir li ber muzîkên kurdî govend gerandin.    Piştre jî namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê yên Faraqînê Sevîm Bîçîcî û Kadrî Esen û namzetên hevşaredariyê yên Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun li vir gel silav kirin. Serra Bucak, diyar kir ku dê di 31’ê adarê de b hev re bi ser kevin û xelkê bajar ji karesata qeyûm xelas bikin. Dogan Hatun jî bertek nîşanî dorpêça polîsan da û destnîşan kir ku reqîbên wan ji partiyên siyasî zêdetir, qeymeqam û walî ne. Dogan, sedema wê jî wiha vegot: “Ji ber ku ji me ditirsin. Lê ji me bitirsin, hîn bêhtir bitirsin.”    Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari jî gel bi kurdî û erebî silav kir. Tulay, di destpêka axaftina xwe de Hozan Şiyar bi bîr anî ku ji bo çand û zimanê kurdî bedelekî gira dabû û li sirgunê jiyana xwe ji dest da. Her wiha Hatîmogûllari, Serbijîşkê Nexweşxaneya Farqînê Zekî Tanrikulu ku di 2’yê îlona 1993’yan de ji hêla Hîzbûlkontrayê ve hatibû qetilkirin jî bi bîr anî.    Dema Tulay qala mitînga li Esenyurtê ya Stenbolê dikir ku bi tevlibûna deh hezaran kesan bi daxwaza “rakirina tecrîda li Îmraliyê û çareserkirina pirsgirêka kurd” hat lidarxistin, polîsan hewl dan bi anonsan qut bikin.    ‘AKP dibêje qey dê bi rêya polîs, tank û topan bi ser keve’   Tulay wiha bertek nîşanî vê rewşê da: “Em dikevin hilbijartinê û polîs nikarin mudaxileyê bikin. Bila Enqere, AKP û Erdogan bibihîse. Banga min ji bo polîsên çar aliyên me dorpêçkirin e; heke îdiaya we ya ‘em ê hilbijartineke demokratîk bikin hebe’, wê demê polîs nikarin mudaxele bikin. Me îro li Farqînê dît bê ka AKP li Kurdistanê çawa amadekariyên hilbijartinê dike. AKP dibêje qey dê bi rêya polîs, tank û topan bi ser keve lê xwe dixapîne. Ez ji qesra ku ev ferman daye hêzên ewlekariyê re dibêjim; di 31’ê adarê de bersiva herî baş dê gelê kurd, gelê Farqînê bide we.    Min ji Stenbolê bo we silavên dayikên di Nobeta Edaletê de anî. Ev têkoşîn ji bo çareseriya aştiyane ya pirsgirêka kurd e. Ji bo avakirina komara demokratîk e. Ji bo jiyaneke wekhev û perwedeya bi zimanê dayikê ye. Ev têkoşîn ji bo wê ye ku cenazeyên kurdan bi kargoya PTT’ê nayên şandin. Îktîdarê pirsgirêka kurd veguherandiye girêkekî asê. Êrişî xelkê me yên li derveyî sînor dike. Ji bo qetilkirina sivîlên li Rojava fermanan dide. Em ê di 31’ê adarê de Farqînê bi rêjeya ji sedî 80’ê qezenc bikin.    AKP’ê bi zîhniyeta qeyûman darbe kir   Versiyona sereke ya qeyûman, hêzên ewlekariyê ne. AKP’ê bi zîhniyeta qeyûman darbe kir. Hewl da vîna gel bi rêya qeyûman desteser bike. Mafê bijartin û hilbijartinê yê kurdan tune kir. Bila soza me be ku em ê di hilbijartinên 31’ê adarê de diziyên wan teşhîr bikin. Em ê wan saziyên jinan ên we girtin dîsa vekin û bi dirûşma ‘jin, jiyan, azadî’ dîsa vegerin.”    Hûn ê tu caran bi ser nekevin   Bi domdarî Hatîmogûllari bal kişand ser tifaqa di navbera AKP û HUDA-PAR’ê de û weke “tifaqa qirêjî” pênase kir. Tulay, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Qaşo ji bo xwişk-birayên me yên kurd ên oldar xetekî siyasî diyar dikin. Wezîrê karên hundir Suleyman Soylu gotibû; ‘Em ê feydeya vê 10 sal piştre bibînin.’ Dibêjin qey dê piştgiriya gelê vê derê ya ji bo DEM Partiyê kêm bikin. Em li vir bersivê bidin; hûn ê tu caran bi ser nekevin. Xwişk-birayên me yên kurd dê di hilbijartinê de bersiva pêwîst bide. Tabûr bi tabûr leşker veguhestine gelek cihan. Divê em ji bo xwişk-birayên xwe yên dengê wan li vir lê li bajarekê din dijîn xebatekî taybet bikin. Li ku derê farqîniyek hebe, divê em bikin ku dengê xwe bidin. Bila biçin cem avahiyên DEM Partiyê yên herî nêz, em ê wan bînin.    Qeyûman tenê dizî kir   Şaredariyên li Kurdistanê ên qeyûm lê hatine tayînkirin, bi betonan hatine dorpêçkirin. Ev rewş li cihên mafê bijartin û hilbijartinê lê tune ye tê dîtin. Em ê di şeva 31’ê adarê de wan bloqên betonan parçe parçe bikin. Qeyûman tenê dizî kir. AKP bi xwe jî neçar ma ku li gele qeyûman dozê veke. Qeyûm ne ji bo xizmetê, ji bo xespkirina vîna gelê kurd hatin peywirdarkirin. Lê em ê bajarên xwe dîsa ava bikin.    Em ê qadên îstîhdamê ji bo jinan vekin   Me pergala heverokatiyê xist meriyetê, em ê saziyên şêwirmendiyê yên jinan, saziyên alîkariya psîkolojîk, hiqûq û tenduristiyê yên jinan, qursên pîşeyî yên jinan û qadên îstîhdamê ji bo jinan vekin.    Divê bi taybet jî em biçin cem malbatên ku heta niha qet dengê xwe nedayîne me. Divê em dijminatiya vê îktîdarê ya li dijî gelê kurd vebêjin. Banga min bi taybet jî ji bo xwişk-birayên me yên oldar e; ev îktîdar kurdan di navbera xwe de weke ‘kurdên baş, ên xerab’ dasbeş dike û olê îstîsmar dike. Bi tu awayî destûrê nedin vê.”    Di mitîngê de li dijî AKP’ê pankarta “Bazirganiya bi Îsraîlê re bi dawî bike” hate hilgirtin. Hatîmogûllari jî bersiva vê da û bi erebî gotina Hz. Muhammed a “Gel ji bo aştiyê ji min çi bixwaze ez amade me ku tevekan jî bikim” bi bîr xist û wiha got: “Ma çi gotin li ser vê re heye. Ji bo aştiyeke birûmet çi pêwîst bike em amade ne ku bikin.”