Tulay Hatîmogullari serdana Nobeta Edaletê kir 2024-02-26 16:11:28       STENBOL - Hevseroka DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari serdana Nobeta Edaletê ya hêla xizmên girtiyan ve tê meşandin kir. Hatîmogullari banga xwedîderketina çalakiyê kir û wiha got: “Heke hêj jî dayika ku zarokê wê di nava kutuya kargoyê de teslîmî wê kirine bibêje ‘ez aştiyê dixwazin’, divê dayikên leşkeran jî vê bibîhîsin.”    Nobeta Edaletê ya bi daxwaza azadiya fizîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çarseriya demokratîk a pirsgirêka kurd li gelek bajaran hatiye destpêkirin, berdewam dike. Nobeta Edaletê ya bi pêşengtiya Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (MATUHAY-DER) li avahiyê rêxistina navçeya Sûltanbeylî ya DEM Partiyê hatiye destpêkirin jî ket roja 77’emîn. Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari serdana çalakgerên nobetê kir. Hatîmogullari bi çepik, tilîlî û diruşman hate pêşwazîkirin.   Di serdanên de ewilê çalakgera nobetê Fînce Akman axivî, Akman destnîşan kir ku ev 3 sal in ew tu agahiyê ji Îmraliyê nagirin û ev tişt gotin: “Em êdî ji şer û xwînê westiyan. Heya ku tecrîda ser Abdullah Ocalan neyê rakirin, dê aştî neyê vî welatî. Em êdî dibêjin dema aştiyê ye. Heya birêz Ocalan û xizmên me yên girtî neyên berdan, em ê dest ji çalakiya xwe bernedin.”    Çalakger hatin silavkirin   Piştre Tulay Hatîlmogullari çalakger û nobeta wan silav kir û ev tişt gotin: “Îro li her çar aliyê Tirkiyeyê ji bo tecrîda belavî tevahiya welat bûye were rakirin çalakî tên kirin. Dema em daxuyaniyên girtiyan dinêrin, dibêjin ku ew ê piştî hilbijartinê dest bi grevên birçîbûnê yên bêdem û bêdorveger bikin. Divê ji bo ku rewş girantir nebe, gav bên avêtin. Binêrin dîsa dayikên me yên vê derê bi diruşma ‘Êm ji bo edaletê tecride bişkînin, ji bo aştiya civakî ji girtîgehan re bibin deng’ çalakiyên xwe didomînin. Ji bo ku hemû gelên li Tirkiyeyê vê bangê bibihîsin, divê taybetî dayikên tirk bibîhisin. Heke hêj jî dayika ku zarokê wê di nava kutuya kargoyê de teslîmî wê kirine bibêje ‘ez aştiyê dixwazin’, divê dayikên leşkeran jî vê bibîhîsin. Ji ber israrkirina pirsgirêka kurd, tecrîdê girantir dike.”    'Em ê bibin pira aştiyê'   Hatimogullari axaftina xwe wiha domand: “Armanca çalakiya dayikên me û girtyan, ji bo çareseriya aştiyane ya pirsgirêka kurd e. Wek gelên li Tirkiyeyê tu pirsgirêka me bi hev re nîn e. Em dixwazin di çorçoveya hemwelatiya wekhev de bijîn. Daxwaza dayikên me daxwaza me ye, têkoşîna wan têkoşîna me ye. Em wek DEM Partî dixwazin ev pirsgirêk bi awayeke demokratîk were çareserkirin û dibêjin, ‘werin em bi hev re tecrîdê rakin, ji bo çareseriya pirsgirêka kurd pêvajoya diyalogê bi hev re bidin destpêkirin.’ Gelê kurd aştiyê ji zû de heq kiriye. Werin em pira aştiyê bi hev re ava bikin. Ez we hemûyan bi heskirin û rêzdariyê silav dikim.”    Çalakiyê bi dirûşim û çepikan dewam kir.