MKG'ê ji Stenbolê bang kir: Em bi binçavkirin û girtinê bê zar bikin 2024-02-26 12:30:20     STENBOL - MKG’ê der barê rûniştina Hevseroka DFG’ê û edîtora MA’yê ya girtî Dîcle Mûftûoglû û edîtora ETHA’yê Nadiye Gurbuz ku  tên darizandin de daxuyanî da û got, “Em şahidên rojnamegeriya hevalên xwe ne. Weke xebatkarên çapemeniya azad em careke din diyar dikin ku bi binçavkirin û girtinan rojnameger nayên bêzarkirin. Em bang li hemû raya giştî ya demokratîk, rêxistinên pîşeyî û rojnamegeran dikin ku parastina rojnamegeriyê, azadiya xweîfadekirinê, mafê raya giştî yê agahîgitinê bikin.”   Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG),  derbarê rûniştina Hevseroka Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) û edîtora Ajansa Mezopotamya (MA) Dîcle Mûftûoglû û edîtora Ajansa Nûçeyan a Etkîn (ETHA) Nadiye Gurbuz de li avahiya Komeleya Mafên Mirovan  (ÎHD) a Stenbolê civîna çapemeniyê li dar xist.  Li salona ku civîn lê hat lidarxistin pankarta bi kurdî û tirkî ya "Çapemeniya Azad nayê bêdengkirin" hat daliqandin. Tevî xebatkarên çapemeniya azad, endamên DFG'ê, Sendîkaya Kedkarên Pîşesaziya Çapemenî, Weşangerî, Rojnamegerî, Grafîk-Dizayn, Çap û Paketkirinê (Basîn-Îş) ku girêdayî Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger ên Tirkiyeyê (DÎSK) ye. Sendîkaya Rojnamegeran a Tirkiyeyê (TGS) Şaxa Stenbolê û nûnerên gelek saziyên ked û pîşeyî tevlî civînê bûn.   Rojnameger Nezahat Dogan metna daxuyaniyê xwend.   Daxuyanî wiha ye:Hevseroka Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê Dîcle Muftuoglu û edîtora ETHA'yê Nadiye Gurbuz ji ber faliyetên xwe yên pîşeyî tên darizandin !   Îktidara AKP-MHP'ê ya dixwaze çapemeniyê têxe binê tekelê xwe zext, girtin, binçavkirin, astengkirin û qedexeyên li hemberî çapemeniya azad dewam dike. Bêtehemuliyeke mezin a Îktidarê li hemberî kesên ku ne wek wê ne heye. Loma jî tirsa li ser civakê dixwaze kûr bike, sûcên xwe veşêre, dixwaze rê li ber ragihandina rastiyan a ji bo civakê bigire. Ji bo vê jî her roj destdirêjiyeke nû ya darazê zêde dike. Rojnameger dibe hedef û tên kuştin. Bi awayekî nehiqûqî tên darizandin tên girtin. Darizandina rojnamegeran, lêpirsînên derbarê wan de, cezayên li wan tên birîn dewam dikin. Rojnameger ji ber ku tenê pîşeya xwe dikin loma jî zext li wan tê kirin û bi qedexeyan rû bi rû dimînin.    Dewlet êrîş dike   Di navenda operasyonên bêdenghiştina çapemeniya azad jî jinên rojnameger cihê xwe digirin. Dewlet bi hemû polîtîkayên xwe êriş dike lê belê jinên rojnameger jî rûmeta pîşeya xwe diparêzin, tevî hemû tundiyên li qadan jî parastina mafê girtina nûçeyan a civakê diparêzin. Ji ber sepanên antîdemokratîk ên îktidarê jinên rojnameger dibin hedef û tê xwestin bêdeng bimînin. Tê xwestin bi rêya dozên li jinên rojnameger tên vekirin jinên rojnameger bêdeng bimînin. Palpişta herî mezin a van polîtîkayana jî dozên hevalên me yên rojnameger in.    Hinceta dozê nûçeyên hatine çêkirin   Wê rûniştina doza edîtora ETHA'yê Nadiye Gurbuz li 25'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê bê dîtin û wekî hincet jî nûçeyên ku çêkirine tên nîşandan û heta 22,5 salan jî ceza ji Nadiyeyê re tê xwestin. Dozgerî razandina pereyan a ji bo girtiyên ku diçû hevdîtina, xebitandina Nadiyeyê ya di Rojnameya Atilimê de her wiha nûçeyên ku Nadiyeyê derbarê komkujiya Pirsûsê de çêkiriye wekî sûc dibîne û vana dike hinceta "endamtiya rêxistinê". Di rûniştina sibehê te tê payin ku biryar bê dayin.    Rûniştina din jî ya Hevseroka Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê Dîcle Muftuoglu ye. Dîcle jî ji ber faliyetên xwe yên rojnamegeriyê tê darizandin û îddiayên xizmeteke rêxistinî dike tê girtin. Dîcleyê tenê li gor nêrîn û gotinên dozger tê xwestin bê cezakirin. Îddianameyeke tolhildanê ji bo Dîcleyê hatiye amadekirin û bi awayekî nehiqûqî tê girtin. Me şahidiya vî tiştî kir ! Wê di 29'ê Sibatê de li 5'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê rûniştina Dîcleyê bê lidarxistin. Em di vê rûniştinê de daxwaza darizandineke adîl û daxwaza azadiya hevala me ya rojnameger Dîcle Muftuoglu dikin.    Faliyetên rojnamegeriyê nabin hingeta girtinê   Em li vir dîsa dixwazin îfade bikin ku faliyetên rojnamegeriyê nikare wekî hinceta girtinê bê nîşandan. Hûn nikarin nûçeyên rojnamegeran çêkirine bike hincet û wan darizînin ! Em ê wekî dewamiya vê kevneşopiya li ser kokên zexm hatiye avakirin, gotina xwe bikin, tiştên nayên dîtin nîşan bidin û em ê binivîsin. Em ê li hemberî hedefgirtina komên medyayê yên piyonên îktidarê, serê netewînin. Em ê têkoşîna xwe ya azadiyê bidomînin !   Em ê wekî Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê her tim li gel xebatkarên çapemeniya azad in. Em ê piştevaniya xwe ya bi wan re bidomînin. Em daxwaza azadiya hevalên xwe yên rojnameger ên ji azadiya xwe bêpar tên hiştin dubare dikin. Rojnamegerî do jî ne sûc bû û îro jî ne sûc e. Em wekî kedkarên çapemeniya azad dîsa dibêjin wê bi binçavkirin û girtinan nikaribin serî bi me bidin tewandin.    Em bang li raya giştî ya demokratîk, rêxistinên pîşeyî, rojnamegeran dikin ku azadiya ramanê biparêzin, mafê girtina nûçeyan a gel biparêzin û em bi hev re têkoşînê mezin bikin !