Ji bo li dijî tecrîdê hûn gotina xwe bêjin di 8'ê Adarê de li qadan bin 2024-02-26 09:03:26     Zelal Tunç   WAN - Li Wanê îro starta 8’ê Adarê tê dayîn. Rojbîn Bor ya TJA’yî der  barê xebatên li Wanê de agahî da û diyar kir ku ligel gelek bernameyan wê di 3’ê Adarê de konvoyê û 8’ê adarê de jî mîtîngê pêk bînin. Rojbînê her wiha da zanîn ku li pêş wan 8’ê Adarê heye û got: “ Ji bo em gotina xwe bêjin, em polîtîkayên tecrîdê têk bibin, em hemû jinan vexwînin têkoşînê.”   Tevgera Jinên Azad (TJA) di 24’ê Sibatê de li Êlih û Îzmîrê starta 8’ê Adarê da. Li Wanê jî xebatên der barê 8’ê Adarê de tên meşandin TJA amadekariyên xwe didomîne.    Rojbîn Bor der barê xebatên TJA’yê yên li Wanê de ji JINNES’ê re axivî.   Start îro ye   Rojbînê daxuyakirin ku 8’ê Adarê li hemû cîhanê ji aliyê jinan ve bi berxwedanê tê pêşwazîkirin û wiha got: “Kurdistan mêtingeh e. Ji ber vê xwedîderketina jinên Kurd watedartir e.Li Kurdistanê xwedîderketina li bernameyan girîng û wateya wê cuda ye. Em her sal bernameya xwe diyar dikin û li gorî wê bernama xwe derdixin. Di vê çarçoveyê de em komîsyonan ava dikin û serlêdanên fermî dikin. Em ê 26’ê Sibatê de starta bernameya xwe ya 8’ê Adarê bidin.”   Di 3’ê Adarê de konvoy di 8’ê Adarê de mîtîng   Rojbînê destnîşan kir ku di çarçoveya xebat û bernameyan de wê di 3’ê Adarê de Konvoya Xemrî ava bikin û di 4’ê Adarê de ji girtiyên jin re qertan bişînin û wiha vegot: “Em ê bi awayekî hevdem bernameyan pêk bînin. Em ê li bajar tevli bername û konserên jinan yên di baskê çand û hunerê de tên kirin bibin. Di 8’ê Adarê de em ê li Parka Aştiyê ya Musa Anter mîtînga jinê pêk bînin.”   Wê daxwaza girtiyan bê ziman   Rojbînê diyar kir ku her sal li gorî rojeva dertê pêş bernameya 8’ê Adarê amade dikin û wiha domand: “Em diçin 8’ê Adarê û wek hûn dizanin li pêş me hilbijartinên 31’ê Adarê hene. Ev 10 sale hema hema hemû şareedariyên  bajar ji aliyê qeyûman ve tên xespkirin. V 8’ê Adarê ji bo me girînge. Li aliyê din tecrîda li ser Abdullah ocalan her diçe giran dibe û girtî bi armanca şikandina tecrîdê û çareseriya pirsgisrêka Kurd di grevê de ne. Nobeda Edaletê ya xizmên girtiyan didome. Em ê daxwaza girtiyan bi dengekî bilind bînin ziman.”   ‘Ji bo şikandina tecrîdê yekane rê têkoşîn e’   Rojbînê daxuyakirin ku wê li qadên 8’ê Adarê peyman bidin û dirûşmeya ‘jin jiyan azadî’ ya kirdeya têkoşîna jinê ye bibîr xist û wiha dirêjî daye: “ Dema jin rêxistinkirî bin  pir xurtin. Jin ji bo hilbijartinên herêmî xwe amade dikin û dixwazin dîroka xwe diyar bikin. Lİ pêş me hilbijartinên herêmî hene. Jin dixwazin kolan, tax û bajarên xwe birêve bibin.  Ji bo şikandin atecrîdê jî yekane rê têkoşîna rêxistinkirî ye.”   Vexwend 8'ê Adarê   Rojbînê di dawiya axaftina xwe de hemû jin vexwendin bernameyên 8’ê Adarê û wiha dawî lê anî: “Li dijî xespa serdestiya mêr ji bo em bi hilbijartinên herêmî re bibin xwedî gotin, polîtîkayên tecrîdê bi hev re bişkînin, bang li hemû jinan dikim ku di têkoşînê de cih bigirin û dengê xwe bidin bihistin.”