Ji 'Mîtînga Demokrasî û Azadiyê': Bila herkes li vê qadê binêre 2024-02-25 15:06:49   STENBOL -"Mîtînga Demokrasî û Azadiyê" ya ku ji aliyê Rêxistina DEM Partiyê ya  Bajarê Stenbolê ve li Qada Esenyurt, bi silavkirina Meşvanên Azadiyê ji aliyê dayikên Nobeda Edaletê ve bi dirûşma "Bijî Serok Apo" dest pê kir. Di mîtîngê de hat diyarkirin ku kesên hesabê şaş kirin bila li vê qadê binêrin   Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî)  ji bo bo ku Meşa Mezin a Azadiyê ku di navbera 1-15'ê Sibatê de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku 26 sal in li Girava Îmraliyê di bin tecrîda girankirî de tê ragirtin û 36 meh in tu agahî jê nayê girtin, hat lidarxistin silav bike "Mîtînga Azadiyê" li Qada Esenyurtê li dar dixe. Mîtîngê bi tevlibûneke girseyî dest pê kir.     Bi hezaran kes li qadê ye   Beriya mîtîngê bi saetan bi hezaran kes bi cil û bergên xwe yên neteweyî, ketin qada mîtîngê. Li aliyê din bi hezaran kesên ku ji 39 navçeyên Stenbolê bi konvoyan derketin rê, di saetên serê sibê de bi wesayîtan ber bi qada mîtîngê ve ketin rê. Karwan bi tilîlî û stranan gihiştin Qada Esenyurtê û bi coşeke mezin ketin qadê. Bi hezaran kesên ku ji du nuqteyên cuda yên polîsan derbasî qadê bûn, dirûşmên "Jin jiyan azadî" û "Bijî berxwedana zindana" berz kirin. Li qada mîtîngê alên mezin ên  DEM partiyê hatin daliqandin.   Bi kelecana jinan rengê qadê xemrî kir   Girseya gel di nava coşeke mezin de li ber stranên hilbijartinê yên DEM Partiyê govend gerand. Jinên ku bi cil û bergên neteweyî û şalên binefşî daketin qadan, coşa xwe bi nîşaneyên serkeftinê û dirûşma "Jin jiyan azadî" nîşan dan. Dayikên Nobeda Edaletê û endamên Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê ya Stenbolê jî bi dirûşmên "Bijî berxwedana zindanê" û "Jin jiyan azadî" û tilîliyan ji aliyê girseyê ve hatin pêşwazîkirin.   Ji hemû beşên civakê eleqeyeke zêde   Hevberdevkên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Esengul Demîr û Cengîz Çîçek, Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari, Hevserokên Giştî yên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar û Keskîn Bayindir). Tevgera Jinên Azad (TJA), Federasyona Komeleyên Piştevaniya Hiqûqî ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran (TUHAD-FED) û gelek nûnerên sazî û dezgehên rêxisitnên sivîl û siyasî tevli Meşa Azadiyê bûn.   Meşvan dayik bi dirûşmeyan hatin pêşwazîkirin   Mîtîng bi deqeyek rêzgirtina ji bo kesên di têkoşîna demokrasî û azadiyê de jiyana xwe ji dest dane dest pê kir. Meşavanên Azadiyê ku piştre ketin qadê ji aliyê dayikên Nobeda Edaletê ve bi çepik û tilîliyan hatin pêşwazîkirin. Dayikan bi dirûşma "Bijî berxwedana zindana" coş û kelecana xwe nîşanî meşvanan dan. Piştre dayik û meşvanên ku derketin ser dikê ji aliyê girseya gel ve bi dirûşma "Bijî Serok Apo" hatin pêşwazîkirin.   Bernameya mîtîngê   Piştre jî endama Federasyona Komeleyên Piştevaniya Hiqûqî ya bi Mlbatên  Girtî û Hukumxaran re  (TUHAD-FED) Emîne Kaya û Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir dê axaftinekê bikin. Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Cengîz Çîçek û Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari dê di mîtînga ku  bi pêşandana sînevîzyonê berdewam bike de biaxivin. Piştre hunermendê Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) Arhat wê derkeve ser dikê.   Keskin Bayindır: Gel ji Abdullah Ocalan re azadiyê dixwaze   Piştre Hevserokê Giştî yê DBP'ê Keskîn Bayindir bi Kurdî girse silav kir. Di vê navberê de girseyê bi deqeyan dirûşma "Bijî Serok Apo" berz kir. Keskîn anî ziman ku wan silavên germ ji Kurdistanê anîne û diyar kir ku beriya 30 salan ji ber şewitandina gundan bi hezaran kes neçar man koçî metropolên Tirkiyeyê bikin. Keskîn got, “Digotin dê Kurdan û rêxistinên wan belav bikin û tune bikin. Yên vê dibêjin, bila li vê qadê binêrin. Gelê kurd ji Abdullah Ocalan re azadiyê dixwaze."    'Yên ku hesabên şaş kirine bila li vê qadê binêrin'   Keskîn  diyar kir ku ew kurd in ji Kurdistnê ne û wiha got: “Îro roja azadî û serketinê ye. Îro roja rabûna ser piyan e. Roja me ye. Dema we dema me ye. 3 meh in li zindanan greva birçîbûnê heye. Ji bo azadiya me. Bi hezaran hevrêyên me li dehan zindanan di greva birçîbûnê de ne. Ew di girtîgehê de ne, em li kolanan li ber xwe didin. Em ji kesên li girtîgehê li ber xwe didin silavan dişînin. Em li dijî zilmê li ber xwe didin. Sed sal e me serê netewand. Em ê îro jî serî netewînin. Ev helwest teqez wê bigihîje armanca xwe. Yên ku hesabên şaş dikirin û difikirîn ku dikarin Kurdan bindest bikin bila li vê qadê binêrin."    Sînevîzyon hat nîşandan   Piştî axaftina Keskîn sînevîzyona "Meşa Mezin a Azadiyê" hat temaşekirin. Bi deh hezaran kes bi coşeke mezin gelek caran dirûşm berz kirin.   Meşvanên Azadiyê: Divê CPT rola xwe bilîze!   Piştre endama TUHAD-FED'ê Emîne Kaya bi Kurdî girse silav kir. Emîneyê got, “Ez jî li Baskê Meşa Azadiyê ya Wanê bûm. Min silav ji we re anî. Ji Colemêrg, Merdîn, Şemzînan û Rihayê silav li we be." Emîneyê bal kişand ser wê yekê ku CPT di serdana xwe ya 15’ê Sibatê ya Tirkiyeyê de neçû Îmraliyê û got, “Weke hûn jî dizanin CPT beriya 10 rojan hat Tirkiyeyê lê neçû Îmraliyê. Em ji CPT'ya ku îdia dike daxwazên gel li ber çavan digire, dipirsin hûn ê daxwazên vî gelan pêk bînin? Daxwaza gel misogerkirina azadiya fîzîkî ya Birêz Ocalan e. Divê ev xeletî bê rastkirin. Ji ber vê yekê divê CPT rola xwe bilîze. Divê hikûmet guhê xwe ji dengê gelê Kurd ê ku aştiyeke mayînde dixwaze re ker neke û çavên xwe negire. Wekî din ew ê winda bikin. Îro li Qada Esenyurtê daxwaza gelê Tirkiye û Kurdistanê ev e. Ji bo aştiya mayînde divê dev ji polîtîkayên şer berdin û nebin sedem ku zêdetir mirov li hemberî hev şer bikin."   Mîtîng bi axaftina Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari dewam kir.