Namzeta Suryanî ya DEM Partiyê: Em ê Hezexê ji nû ve ava bikin 2024-02-24 09:04:04       Dîlan Babat   ŞIRNEX - Namzeta  hevşaredariya Hezexê ya DEM Partiyê  Turkan Kayir ku bi salan berê bi dayika xwe re ji axa xwe derketibû 39 sal şûnde vegeriya û di rêveriyên herêmî de bi îdiaye. Turkanê da zanîn ku wê jiyaneke ku hemû gel bikaribin ligel hev bijîn bi hev re ava bikin.   Suryaniyên ku yek ji gelên qedîm yên dîroka Mezopotamyayê ne, wek gelê Kurd û gelek baweriyên din, nasnameya wan tune hat hesibandin, bi qirkirin, asîmîlasyon û tunehesibandinê re hatin rû hev. Piraniya Suryaniyan ji ber polîtîkayên desthilatdariyan koç kirin û yên man jî  hewl hatin dayîn bên asîmîlekirin. Lê Suryaniyên dest ji têkşoîna xwe bernedan, piştî salan şûnde berê xwe dan axa xwe.   13 saliya xwe de ketin riya koçberiyê   Yek ji van Suryaniyan jî Turkan Kayir e. Turkan ji Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li Hezexê wek namzeta hevşaredariyê hat hilbijartin. Turkan ku heta 12 salî li Hezexê dimîne bi dayik û xwişka xwe ya nexweş re koç dike. Turkan ku dibêje ez naxwazim vir terk bikim ji ber dayika wê tenê ye koç dikin. Turkan a axa xwe jibîr nake, rihê dema nû di dilê xwe de dihewîne.   Vegeriya ser kokên xwe   Turkan û malbata xwe li Swîsreyê bi cih dibin. Piştî dibistanê dizewice û sê zarokên wê çêdibin. Turkan 23 sal şûnde di 2004’an de tê Hezexê. Turkan wiha dibêje: “Axa me bê xwedî hatibû hiştin. Baş lê mêze nekiribûn. Jiyaneke ku gel heq nake rewa dîtibûn. Hezex êdî diket xewnên min. Min 23 sal şûnde pê li axa xwe kir, min axa xwe maçî kir û ez giriyam.”   ‘Ez ne biyaniyên vê axê me’   Turkan a ku di 2019’an de bi giştî vedigere Hezexê, di bin sîwaneya DEM Partiyê de dibe xwedî îdiaya rêveberkirina Hezexê û dibe namzeta hevşaredariyê. Turkan wiha dibêje: “Di mijara namzetiyê de gelek fikirîm.39 salan li Ewropayê jiyam û hatim vir. Ji ber vê di îdiayek wisa de bûyî wisa ne hêsan bû. Dema nû hatim min rewşa axa xwe dît min biryar da ku ez ê vî karî bikim. Mirov matmayî man. Lê gel piştgirî da min. Ez ne biyaniya van deran me. Ez bi eslê xwe ji vir im. Ez jinek Suryanî me. Ez tu car xwe wek kêmar nabînim. Ez ji vê axê me. Xwe biyanî hîs nakim.”   Projeyên Hezexê   Turkanê destnîşan kir ku pêvajoya ku li Swîsreyê bû di qadên wekê têkoşîna li dijî tundiya jinan, hişmendiya zayenda civakî de xebat meşandiye û der barê projeyên xwe yên ji bo Hezexê de wiha vegot: “Ji bo me ya esas em Hezexê bikin bajarê jinan. Heta jin azad nebe civak azad nabe. Em ê dest bi perwerdehiyên hişmendiyê  bikin. Em ê li taxa bi jinan re dewreyên atolyeyan pêk bînin. Di alî aborî û îstîhdama jinan de projeyên me hene. Jinên tundî dîtine wê alîkariya psîkolog bigirin .Ji bo jin azad bibin, gotina xwe bêjin em ê bixebitin.”   ‘Em ê Hezexê ji nû ve ava bikin’   Turkanê daxuyakirin ku li navenda Hezexê hema hema tu dar tune ne û bi lêv kir ku wê qadên kesk zêde bikin, xebatên çandina daran bikin. Turkanê wiha dawî lê anî: “Em ê ji bo sewalên derve jî bixebitin. Pirsgirêka rê heye. Dema baran dibare her der dibe ax. Ewil em ê rê çêbikin. Lê di vêmijarê de hewcedariya me bi alîkariya gelê me heye.Ez ji bo gelê Hezexê spas dikim. Di alî min de tercîha xwe kirin. Em ê Hezexê bi Hezexiyan re ji nûve ava bikin.”