Tulay Hatîmogûllari: Em ê xwe bi rêxistin bikin 2024-02-23 14:02:50     QERS - Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari ku li Bazarcix û Dîgorê bi tilîlî û îşaretên serkeftinê hate pêşwazîkirin, diyar kir ku dê qeyûman bişînin û şaredariyan bi dest bixin û got: “Em ê xwe bi rêxistin bikin û bajarên xwe jî bi awayekî demokratîk û zelal ji nû ve ava bikin.”   Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari li bajaroka Bazarcix û navçeya Dîgor a Qersê buro vekirin. Tulay ya ewilî hate bajaroka Bazarcixê, ji aliyê gel ve di ketina bajarokî de hate pêşwazîkirin. Tulay a bi stran û îşaretên serkeftinê gihişt qada ku buro lê were vekirin, li vir ji aliyê jinan ve bi çepik,tilîlî û îşaretên serkeftinê hate silavkirin. Tulay di vekirina buroyê de jin û zarok yek bi yek hembêz kirin. Serokwekîla Koma Meclisê ya DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît, parlamenterê Îdirê Yilmaz Hûn, namzetên Hevşaredariyê yên Qersê Arzû Savaş Derman û Kenan Karahanci jî tev li vekirina buroyê bûn.   ‘Em ê bi gelê xwe yê hêja re bi ciwanan û jinan re bi rê ve bibin’     Tulay a li vir axivî, wiha got: “Em ê bi gelê xwe yê hêja re bi ciwanan û jinan re bi rê ve bibin. Meclisên me yên şaredariyê dê zelal bin. Herkes dê were meclisa me ya şaredariyê û civînên me bişopîne. Meclisa me dê bi gelê me re qedera me diyar bike. Em ê bi hev re biryaran bigirin. DEM Partî hêviya jinan û ciwanan e. DEM Partî, partiya kesên dibêjin ‘Jin jiyan azadî’ ye. Em ê li vir maleke ku em neçinê û destekî ku em negirin nahêlin. Em ê derî bi derî bigerin. Em ê bi taybetî biçin mal û malbatên ku heta niha deng nedane me. Divê em yek bi yek vebêjin ku çima divê gelê kurd xwedî li xwe derkeve, çima divê dengê xwe nede partiyeke din çima dengê xwe nedin AKP’ê. Divê em baş vêbêjin ku em çima dengê nadin kesên ku li Rojava, li Roboskê û li Dîgorê qetil dikin.”    ‘Em ê ji nû de ava bikin’    Gelê bajarokî heta ketina bajarokî bi Tulay û endamên partiyê yên pê re çûn û ew bi îşaretên serkeftinê oxir kirin. Tulay piştre derbasî Dîgorê bû. Tulay ya li vir jî di ketina navçeyê de hate pêşwazîkirin, bi gel re hate bahev. Namzetên Hevşaredariyê yên Dîgorê Ulker Ozadîttî û Adem Oyman jî bi Tulay re bûn.    Çalakiya grevên birçîbûnê   Tulay a li vir axivî, bal kişand ser komkujiya Dîgorê û anî ziman ku dê careke din destûrê nedin komkujiyeke bi vî awayî. Tulay wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em bêzar nebûn, em ê bêzar nebin. Silav ji kesên ku beriya me çûn, silav ji kesên xwe fedayî gelê xwe kirine. Silav ji kesên ji bo siberojê li ber xwe didin, silav ji hemû gelên me re. Silav ji kesên niha li girtîgehan di çalakiya greva birçîbûnê de ne û ji bo rakirina tecrîda li Îmraliyê û ji bo çareseriya meseleya kurd a bi rêbazên demokratîk li ber xwe didin. Silav ji dayikên di Nobeta Edaletê de ne.”   ‘Xizmeta du zimanî ji holê rakirin’    Tulay destnîşan kir ku AKP’ê şaredarî xesp kirine û wiha lê zêde kir: “Kesên bi feraseta darbekaran bi dest xistin ewilî tabelayên kurdî jê ve kirin. Xizmeta du zimanî ji holê rakirin. Navê Ehmedê Xanî ji tabelayan ji kolanan rakirin. Em ê rê bidin wan? Ev dijminê jinan e. Li dijî pergala me ya hevserokatiyê û nûnertiya wekhev siyaseteke dijminane meşandin û roja hatina qeyûman a ewil li hemû şaredariyên me mûdiriyet û serokatiyên daîreyan girtin. Ji yên nehatin girtin re jî zilam tayînkirin. Hewl dan darbeyê bikin. Em ê weke DEM Partiyê rê bidin van? Na. Em ê di 31’ê Adarê de bi izna Xwedê û xebatên gelê me yê hêja em ê dîsa şaredariyên xwe bigirin. Em ê ji feraseta ku Dîgor bêav, bêpeyarê, bêrê, bêbinesazî hiştiye re bêjin bisekine. Em ê bi destên xwe bi gelê xwe yê hêja re bi hev re li vir pêyarêyan çêbikin û bajarekî paqij ku her mirov heq dike bi hev re ava bikin.”   Saziyên jinan wê ji nû de bên vekirin   Tulay axaftina xwe wiha domand: “Li dijî vê feraseta desthilatdar weke DEM Partî em ê werin. Em ê li her taxê yek bi yek çi pirsgirêk hebe em ê bi şêniyên taxê re bicivin û wan pirsgirêkan çareser bikin. Em ê saziyên me yên jinan ku li gelek bajarên Kurdistanê hatin girtin jinûve ava bikin. Karê me yê ewil dê bibe çalakkirina serokatiyên daîreyan ên jinan. Em ê navendên şewrê yên jinan ji nû ve ava bikin û ji bo jin bibin xwedî pîşe em ê atolyeyan vekin. Em ê bi kooperatîfbûnê vê derê berhemên sewalan veguherînin nirxekî giran buha.”   ‘Kurdî ne zimanekî qedexe ye’    Tulay anî ziman ku dê li Şaredariya Dîgorê xizmeteke du zimanî bidin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Kurdî ne zimanekî qedexe ye. Em feraseta ku dijminatiya kurdî dike berteref bikin? Em ê li dijî van dizan li şaredariyê budçeya xwe bi xwe çêbikin û bi awayekî herî baş têxin meriyetê. Civînên me yên Meclisa Şaredariyê dê ji gel re vekirî bin. Gel dê were xwe bi xwe birêve bibe. Em vê sozê didin; Em jî dê kesên ku mafê jiyanê yên kurdan nas nakin û wan tune dihesibînin, gelan û baweriyan tune dihesibînin di 31’ê Adarê de tune hesibînin. DEM Partî dê were dewran dê biguhere. DEM Partî dê were dê aştî, demokrasî û wekhevî were. Li dijî kesên ku dixwazin navên jinan li vî welatî jê bibin, em ê bi dirûşmeya jin jiyan azadî werin. Em ê xwe jî bajarê xwe jî bi awayekî demokratîk, zelal ji nû ve ava bikin. Em ê bi hev re ji feraseta qeyûm re ji feraseta desthilatê ya dek û dolaban tev li hilbijartinê bike bêjin bisekine. Em ê vê ji bo kesên me li Rojava winda kirin bikin.”   Tulay piştî axaftina xwe derbasî Qaxizmanê bû. Hatîmogûllari dê li vir jî bi gel re were bahev.