Nobeta Edaletê bi dirûşma 'Bijî Serok Apo' dewam dike 2024-02-23 13:37:34     NAVENDA NÛÇEYAN - Nobeta Edaletê bi dirûşma "Bijî berxwedana zindanan" û bi serdanan li bajaran didome.   Di çarçoveya kampanya "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî" ku di 10'ê Cotmehê de bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ê li Girava Îmraliyê di bin tecrîda girankirî de tê ragirtin hatiye destpêkirin, di 27'ê Mijdarê de girtiyên siyasî ji bo piştgiriyê bidin kampanyayê dest bi greva birçîbûnê kirin.  Xizmên girtiyan jî di vê çarçoveyê de dest bi nobeda edaletê kirin.     Wan   Nobeta Edaletê ya li Wanê ya bi pêşengiya TUHAY-DER û xizmên girtiyan ve hatiye destpêkirin di roja 81'ê de bi dirûşmên "Bijî Serok Apo", “Bijî berxedana zindanan"dewam dike. Rêxistina DEM Partiyê ya Payizava û namzetên hevşaredariyê tevli nobeta li rêxistina DBP'ê dewam dike, bûn.    Çalakî bi dirûşmên "Bijî Serok Apo", “Bijî berxedana zindanan"dewam dike.   Amed     Nobeda Edaletê ya ku li Amedê di pêşengiya Komeleya Piştevaniya bi xizmên girtî û Hukumxaran re li avahiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Rezanê dewam dike di roja 79'an de ye.   'Bila aştî pêk bê'   Aklîme Hanas a di çalakiyê de axivî, bal kişand se Nobeda Edaletê ku bi rojan e dewam dikin û got, "3 sal in em ji Ocalan agahiyê nagirin, ji bo ku em agahiyekê jê bigirin zarokên me di grevê de ne û em jî di Nobeda Edaletê de ne. Em nobeda ji bo ku aştî û edalet bê vî welatî digirin. Heta ku brêz Ocalan azad bibe wê çalakiyên me bidomin. Bila demildest aştî û wekhevî pêk bê."   Çalkî bi stranên ku dayikan gotin bi dawî bû.   Êlih    Nobeta Edaletê ya li Êlihê bi pêşengiya TUAY-DER'ê dest pê kiriye di roja 23'yan de li avahiya DBP'ê dewam dike. Gelek kes di nava rojê de çûn serdana nobetê. Namzetê hevşaredariya Êlihê Mehdi Oztuzun ji bo tecrîd têk biçe serhildana dayikan girîng e û banga mezinkirina piştevaniyê kir.    Di çalakiyê de bal kişandin ser çalakiya grevên birçîbûnê yên li girtîgehan û banga mezinkirina piştevaniyê hat kirin. Di çalakiyê de dirûşmên  “Jin jiyan azadî”, “Bijî berxwedana zindanan” hatin berzkirin.    Kevokek ket cihê dayikan lê nobet digirtin û bal kişand ser xwe. Nobetê bi stran û dirûşmên hatin berzkirin dewam kir.    Mêrdîn    Nobeda Edaletê ya Mêrdînê ku bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka kurd ku li Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Mêrdînê bi serdanan didome.    Dayikên Aştiyê û çalakvanên nobetê bi hev re klam gotin û di çalakiyê de her tim dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindnan” û “Bê Serok jiyan nabe” hatin berzkirin. Amîne Alkiş a li ser navê Dayikên Aştiyê axivî, wiha got: “Em îro ji Botanê hatin serdana Nobeta Edaletê. Em dayikên li Mêrdîn, Amed, Stenbol û hemû Nobetên Edaletê de cih digirin silav dikin. Ev nobet wê berdewam bike. Em Serokê û girtiyên xwe dixwazin. Em jî weke hemû gelên cîhanê mafên xwe dixwazin. Serokê me 25 sal in girtî ye û 3 sal in agahî jê nayên girtin. Ne malbata wî ne jî parêzerên wî nikarin biçin. Mifteya edalet û aştiyê di destê Serokê me de ye.”   Nobet  piştî serdanê Dayikên Aştiyê yên Şirnexê bi stran û dirûşmeyan oxir kirin.