'Li dijî êrişên li ser Şêx Meqsûdê me dev ji têkoşîna xwe berneda' 2024-02-23 09:13:08     Mîdye Miqted   HELEB - Endama Komîteya Dîplomasiyê ya PYD'ê Jiyan Berkel bal kişand ser têkoşîn û xebatên li taxa Şêx Meqsûdê kirine û wiha got:"Di şer de me dev ji têkoşîna xwe berneda. Wexta şer sivik bû jî me dibistanên xwe ava kirin û zimanê xwe perwerde da. Li dijî êrişên li ser Şêx Meqsûdê me dev ji têkoşîna xwe berneda. "   Di salên 2012 û 2016'an de komên girêdayî dewleta tirk taxên Şêx Meqsûdê û Eşrefiyê topbaran dikirin. Li dijî van êrişana berxwedana welatiyên li van taxan her tim dewam kir. Niha jî li dijî dorpêçkirina hukumeta Şamê ev berxwedan dewam dike. Yek ji jina ku di dema şer û niha jî li dijî êriş û dorpêçê li berxwe daye Endama Komîteya Dîplomasiyê ya PYD'ê Jiyan Berkel e. Jiyanê bal kişand ser têkoşîna di dema şer de û got wan tevî derfetên kêm jî hem xwe parastine hem jî zimanê kurdî hînî zarokan kirine.    'Ji ber nebûna pêdiviyên girîng yên jiyanê tax hinekî vala bû'   Endama Komîteya Dîplomasiyê ya PYD'ê Jiyan Berkel di destpêkê de bal kişand ser êrişên komên girêdayî dewleta tirk û wiha got:"Ji sala 2012'an ve, ji aliyê 27 komên çeteyên girêdayî dewleta tirk a dagirker ve ev tax hat bombebarankirin. Di wan deman de hinek tax vala bûn, ev jî ji ber ku 24 saetan bê navber tax hat bombebarankirin. Loma derfetên jiyanê yên weke sotemenî, derman, ceyran û avê kêm dibûn. Êdî ewlehî jî di taxê de nema lê piştî ku hinek şer sivik bû di sala 2014'an de gel ji nû de vegeriyan taxê."   'Tevî derfetên kêm jî me zimanê Kurdî hînî zarokên taxê dikir'   Jiyanê da zanîn tevî derfetên kêm jî wan saziya zimanê kurdî SZK vekirine û wiha got:" Di sala 2014'an de piştî ku hinekî şer li taxê sivik bû em jî mîna hemî welatiyên taxê vegeriyan malên xwe. Di destpêkê de ji ber ku şoreşa me şoreşa jin û ziman e me saziya zimanê Kurdî vekir ji bo ku em vê şoreşê berdewam bikin lê dîsa tevî derfetên kêm jî me dibistanên xwe dan avakirin. Hejmara mamosteyan jî têrê nedikir lê tevî vê yekê jî me komek ji bo fêrkirina kesên bi temenê mezin jî da avakirin. Li kêleka wê jî me dersên asta kurdî yê yekem, duyem û sêyem dida ji bo ku em bikaribin bi vî awayî zarokan hinekî ji çanda şer bi dûr bixin."   'Nêzî 700 şagirtî di nava dibistanan de bi cih bûn'   Jiyanê da zanîn wan dev ji têkoşîna xwe bernedane û wiha pê de çû:" Piştî ku dibistan jî hat vekirin û zimanê kurdî bi awayekî fermî hat dayîn dîsa me astengî kişand ji ber ku pêdiviyên herî girîng ji bo xwendekaran nedihat peydakirin lê dîsa jî gelê me zarokên xwe ji bo dibistanan rê dikirin. Li gorî wê demê nêzî 700 şagirtî di nava dibistanan de bi cih bûn. Ji ber ku di taxê de piştî şer rêjîma Sûriyeyê û malbatên çeteyan cih digirtin. Em neçar man ku zarokên wan di dibistanên xwe de bi cih bikin. Me bi hev re di dibistanê de cih digirtin. Ev rewşeke zehmet bû lê me hewl da ji bo ku pirgirêk dernekeve."   Komkujiya li Kobanê   Jiyanê bal kişand ser kongreya SZK'ê û komkujiya Kobanê û wiha pê de çû:"Yekem kongreya SZK'ê li bajarê Qamişloyê hat lidarxistin û ez tevlî wê bûm lê rê jî tune bûn. Em di riyê qaçax re çûn. Em derbasî Efrînê bûn ji Efrînê em derbasî bajarê Bakur bûn û me xwe gihand bajarê Qamişloyê. Kongre serkeftî derbas bû lê dema em vegeriyan me gelek astengî dît, me xwest em di bajarê  Kobanê re derbas bibin û vegerin lê wê demê nû DAÎŞ derketibû û bajar tev hatibû rûxandin. Lê bi êvarê re dîsa DAÎŞ kete nava bajarê Kobanê. Ew jî kêliya herî bi êş bû. Piştî ku komkujî di Kobanê de çêbû min û hevalên xwe me hev du winda kir."   'Min rêhevala xwe bi destên xwe spart axê'   Beriya ku Jiyanê ji nû de derbasî taxê bibe behsa kêliya herî bi êş kir, ew jî şehadeta rêhevala wê Mamoste Zozan Yosêf bû. Jiyanê behsa spartina axê ya bi destên xwe ya rêhevala xwe kir û got:" Beriya ku em vegerin cihê xwe ez di kêliya herî bi êş re derbas bûm, ew jî di dema pêkanîna komkujiya Kobanê de bû. Di wê demê de hevalan bang min kirin da ku ez nasnameya hevalek me mamoste ku di komkujiyê de şehîd ketibû nas bikim. Lê dema ez çûm ez matmayî mam û êşiyam. Dema ku min hejmarek mezin ji pakrewanan di nexweşxaneyê de dît ku bi destên çeteyên DAÎŞ'ê şehîd bûbûn ez gelekî xemgîn bûm. Lê min nizanî rêhevala min Zozan jî şehîd ketiye. Wê demê dilê min gelekî êşiya. Min hevala xwe bi destên xwe spart axê. Heta ez sax bim ez wê kêliyê ji bîr nakim."   Zarok di jêrzemînan de diman   Piştî ku em vegeriyan taxê ji nû de me karê xwe berdewam kir. Saziyên xwe me di nava şer de ava kir. Di sala 2016'an de şerekî giran bi ser taxê de hat. Me hemî saziyên xwe di taxê de girtin. Gel di vî şerî de pir astengî kişand lê dîsa jî li berxwe da. Malbat û zarok di jêrzemînan de bi cih bûn. Tevî ku demsal zivistan bû û hewa pir sar bû, zarok nexweş diketin. Me nikarîbû derman peyda bikira, av nema. Me ji bîran av dikşand û ji wê jî nexweşî peyda dibûn. Her wiha ji bêhnê jî welatî nexweş diketin û hinekan jî jiyana xwe ji dest didan."   'Ger em dest ji taxê berdin em dest ji hebûna xwe berdidin'   Jiyanê da zanîn ger wan dest ji taxê berdayan wê dest ji hebûna xwe jî berdana û wiha lê zêde kir:" Êş û astengiyên ku gelê taxê kişandin min nepejirand ji bo ku ez bê helwest nemînim min çek hilgirt û ez tevlî şer bûm. Me biryara ku divê em ji taxa xwe dernekevin standibû.   Me got heta ku yek kes ji bo parastina vê taxê bimînê em dest ji taxa xwe bernadin. Ji ber ku ger em dest ji hevalên xwe berdin em dest ji hebûna xwe berdidin. Lewma ez jî derbasî çepera herî pêşî bûm. Ew jî çepera bi navê Gundê Pino bû û armanca min ew bû ku divê ez şer bikim. Ev hêz jî min ji jina kurd a fedekar girt a ku hîna di nava dîrokê de xwedî helwesta xwe bû. Lê piştî ku di şer de ez birîndar bûm min nikarî berdewam bikira lê tevî dewamiya şer me ji nû de saziyên xwe ava kir."   Berxwedana gel a li hember êrişan    Jiyanê bal kişand ser tifaqa gel a di şer de û wiha got:" Di şer de em bi mirinê re dijiyan. Me nizanîbû em ê kengî bimirin. Ev tecrubeyek pir girîng bû. Gelê me jî xwedî wê fedekariyê bûn. Di nava şer de gel di komînan de cih digirt û xwe parastin. Li hember dijmin li berxwe didan û niha jî li dijî dorpêçê û êrişan li berxwe didin. Loma em di pratîkê de xwedî li ked û berxwedana xwe derkevin."