Ji Nobeta Edaletê ber bi Meşa Azadiyê ve… 2024-02-23 09:07:29     Oznur Deger   MÊRDÎN - Dayika Aştiyê Besna Gunay a di Nobeta Edaletê de cih digire, Meşa Azadiyê nirxand û got: “Li dijî zext û zilmê meşiyan. Çûn li ku derê mirov jî bi wan re meşiyan. Yên bi wan re meşiyan, wekhevî, azadî û edelet qêriyan.”   Li girtîgehan di 27’ê Mijdara 2023’yan de bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka kurd çalakiyên greva birçîbûnê hatin destpêkirin û çalakiyan 3 meh li pey xwe hişt. Xizmên girtiyan û Dayikên Aştiyê jî piştî vê li gelek bajaran Nobetên Edaletê dan destpêkirin. Nobet li gelek bajaran didome. Her wiha di 1’ê Sibatê de çalakiya "Meşa Mezin a Azadiyê" ku ji Wan û Qersê hatibû destpêkirin û di 15’ê Sibatê de li Amarayê bidawî bû.    Di serî de li Kurdistan û her derê li dijî tecrîdê û ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah çalakî pêk tên. Dayikên Aştiyê yên di Nobeta Edaletê de çalakiya xwe didomînin, meşa azadiyê û çalakiya xwe nirxandin.   ‘Bila Meşa Azadiyê bibe meşa serkeftin û wekheviyê’   Dayika Aştiyê Nafiye Demîr a di Nobeta Edaletê ya Mêrdînê de cih digire, da zanîn ku divê dayik piştgiriyê bidin nobetê û got: “Em dixwazin serokê me girtî û gelê me azad bibe. Em dixwazin tecrîda li ser serokê me bidawî be. Meşa azadiyê pêk hat. Ez meşvanan pîroz dikim. Em jî li Mêrdîn, Nisêbîn û Qoserê tevli meşê bûn. Em ji bo serokê xwe meşiyan. Bila meşa azadiyê bibe meşa serkeftin û wekheviyê.”   ‘Li dijî zext û zordariyan meşiyan’   Dayika Aştiyê Besna Gunay jî anî ziman ku ji bo azadiya Abdullah Ocalan dest bi Nobeta Edaletê kirine û got: “Meşa Azadiyê ya ji 75 kesan pêk dihat dest pê kir. Meşvan 15 rojan meşiyan. Li dijî zilm û zextê meşiyan. Her kes bi wan re meşiya. Kesên ew pêşwazî kirin jî azadî û edelet qêriyan. Zarokên me jî di grevên birçîbûnê de ne. Daxwazên me wekhev in. Em vê nobetê ji bo zarokên xwe û serokê xwe digirin. Heta ew azad nebin em ê nobeta xwe bidomînin. Em dixwazin zarokên me bên berdan. Bila hemû dayik piştgiriyê bidin nobetê. Em ê têkoşîna xwe heta dawî bimeşînin.”