Namzeta Êlihê Gulistan Sonuk: Çareseriya pirsgirêkan li herêmê ye 2024-02-22 09:05:22       ÊLIH - Namzeta hevşaredariya Êlihê Gulistan Sonuk projeyên wê di rêveberiyên herêmî de pêk bînin parve kir û got: “Çareseriya hemû pirsgiarêkan di rêveberiyên herêmî de ye û em ê xebatan di vê esasê de pêk bînin. Em ê siyasetê ji herêmî hilberînin û pirsgirêkên herêmê di cih de bi gel re çareser bikin.”   Ji hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê re demek kurt ma û xebatên hilbijartinê yên partiyên siyasî didome. Namzetên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) piştî namzetên xwe diyar kirin kolan bi kolan xebatên xwe dimeşînin. Namzeta Hevşaredariya Êlihê Gulistan Sonuk der barê projeyên xwe û hilbijartinan de axivî.   ‘Daxwaza gel zêde ye’   Gulistanê bi lêv kir ku yek ji sedema ku ew ber bi namzetiyê ve biriye, derxistina plana pêş a îradeya jinê ye û wiha got: “Beriya namzetiyê min xebatên jinan dimeşand. Em li gelek taxan bi jinan re hatin gel hev. Me civîn pêk anîn. Me bendewariya jinan a ji rêveberiyên herêmî nîqaş dikir. Me dît ku ji rêveberiyên herêmî çareseriyê dipên. Ji 1999’an heta 2016’an şûnde ji 2024’an pê ve em ê li ser hemû tecrubeyan, tecrubeyên xwe va bikin. Gel dît ku şaredarî bi feraseta demokratîk dikare bê birêvebirin. Ji ber vê daxwazên gel zêde ne.”   ‘Gelek dosyayên serê wan hatine girtin hene’   Gulistanê destnîşan kir ku Êlih di hedefa polîtîkayên şerê taybet de ye û wiha daxuyand: “Êlih di salên 90’î de bi qetilkirina jinan û întîxaran dihat rojevê. Di rêveberiyên herêmî de ev pirsgirêk hat çareserkirin û Êlih wek ‘bajarê jinan’ hat nasîn. Bi tayînkirina qeyûman re gelek pirsgirêk hatin jiyîn. Hemû qadên ku jin serî lê bidin hatin girtin. Jin bê çareserî hatin hiştin. Midûrên mêr tayînê saziyan kirin. Jin li her derê bi zîhniyeta serdest re hatin rû hev. Tundî lê hatin kirin. Îpek Er piştî destdirêjiya Musa Orhan întîxar kir. Ev tenê aliyê ku hatiye dinê ye. Gelek dosyayên ku serê wan hatiye girtin heye.”   ‘Em ê saziyên xwe vebikin’   Gulistanê nirxandina xwe wiha domand: “Çareseriya pirsgirêkên jin û ciwanan rêveberiyên herêmî ne. Em rewşa aboriya jin û ciwanan dizanin. Em ê  li dijî tunidyê xebatan bimeşînin û li dijî hişbira ku ciwan dikevin navê têkoşîna xwe bidomînin, xebatan bimeşînin. Di vê esasê de em ê saziyan vebikin. Çareseriya hemû pirsgirêkan di rêveberiyên herêmî de ne. Qadên rêveberiyên herêmî jiyan bi xwe ye. Em ê siyaseta herêmî hilberînin, pirsgirêkên herêmî di cih de bi gel re bi saziyên jinan re bi taxan re çareser bikin.”   ‘Ev ax a gel e’   Gulistanê balkişand ser êrîşên qeyûman ên li hember çand û ziman û wiha bi lêv kir: “Li bajarên me yên hatin hilweşandin û şewitandin li ser êşên me di bin navê mîhrîcanan de tiştan dikin. Ev hemû polîtîkayên şerê taybet in. Ji bo axa Kurdistanê texrîb nebe, bê parastin çi ji destê me bê em ê bikin. Ev ax a gel e.”   ‘Bersivek xurt wê bê dayîn’   Gulistanê di dawiya axaftina xwe de ji bo hilbijartinên 31’ê Adarê bang kir û wiha got: “Li pêş me pêvajoyek heye. Em 31’ê Adarê tenê wek reqabeta partiyên siyasî nanirxînin. Em îradeya xwe datînin holê. Em ê bersiveke xurt bidin kesên ku îradeya gelê Kurd nas nake. Ez banga xwedîderketina li sindoqan li hemû gelê me dikim û bila di xebatên hilbijartinê de cih bigirin.”