Bi kurdî deng dixwazin li Meclisê jî qedexe dikin! 2024-02-21 16:16:57     ENQERE - Parlamentera DEM Partiyê Berîtan Guneş Altin a ku ku xwest bi minasebeta 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayiuê li Meclisê bi kurdî axivî mîkrofona wê hat girtin û Serokê Meclisê bi gotina "Yek ziman û welat" bersiva wê da.    Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (DEM Partî) a Mêrdînê Berîtan Guneş Altin, bi minasebeta 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê di Lijneya Giştî ya Melisê de bi Kurdî mafê axaftinê girti. Parlamenterê MHP'ê yê ku Serokê Meclisê bû Celal Adan du caran mîkrofone Berîtanê girt û got, "Li gorî xala 3'yemîn a  Destûra me ya Bingehîn Dewleta Tirk nayê parçekirin..."    'Durûtiê nekin'   Berîtanê jî got, "Wê demê biçin ji namzedên xwe yên şaredartiyê yên AKP'yî re bibêjin bila li Mêrdîn, Amed, Riha... bi Kurdî propagandyê nekin. Durutiya xwe bi vî awayî jî eşkere nekin. Ezê Roja Ziman a Dayikê ya Cîhanê bi Kurd pîroz bikim."