Dev ji zimanê xwe bernadin! 2024-02-21 11:20:50       Elfazi Toral   STENBOL - Jinên ku tu carî dev ji zimanê xwe yê kurdî bernedan û gotin: “Kurdî rastiya me ye, çanda me ye, nasnameya me ye. Doza me ziman û çanda me ye. Divê Gelê Kurd zimanê xwe biparêze. Em bang li her kesî dikin ku zimanê zikmakî biparêzin."   Êrişên çandî, siyasî, ekonomîk ên li ser kurdan bi awayekî zêde dewam dikin. Polîtîkayên asîmîlasyonê yên îktidarê yên li dijî kurdan û zimanî kurdî bi sedan salan e dewam dikin. Îktidara ku ji aliyekî kurdan tune dihesibîne ji aliyekî din jî di her fersendê de bi polîtîkayên dimeşîne zimanê kurdî înkar dike. Tê xwestin gelê kurd ji muzîk, huner û zimanê xwe bê qutkirin. Lê belê gelê kurd ji ziman, çand û hunera xwe qut nebû. Gelê kurd li dijî vê yekê hişmendiya zimanê dayikê mezintir dike û îsal jî 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê bi coşeke mezin pêşwazî dikin.    Jinên jiyana xwe bi kurdî dihonin têkidarî Zimanê Dayikê axivîn.    Zarokên xwe bi kurdî mezin kirin   Gulten Sumbul diyar kir ku li dijî hemû polîtîkayên asîmîlasyonê tu carî dev ji axaftina bi zimanê xwe bernedaye û li her qada jiyanê bi kurdî diaxive û wiha got:"Ez bi tirkî nizanim. Di 2005'an de em çûn Stenbolê. Dema min zarokên xwe birin dibistanê mamosteyan digotin zarokên te bi tirkî nizanin. Digotin çima tu li mala xwe bi kurdî bi zarokan re diaxive ? Bersiveke min tenê ji wan re hebû, 'Ez kurd im ez ê li mala xwe bi kurdî biaxivim'. Min tim ji zarokên xwe re digot. Hûn dixwazin biçin dibistanê hûn dixwazin herin dereke dinê lê belê zimanê xwe tu carî ji bîr nekin. Her tim zimanê xwe yê dayikê biaxivin. Min ji wan re digot ne Tirkî, Kurdî zimanê we ye. "   Li her cihê ku çûyê lê bi kurdî axivî   Gultenê da zanîn dema ew diçe hevdîtina xizmekî xwe yê girtî jî bi kurdî diaxive û wiha lê zêde kir:"Dema digotin tu li vir nikare bi kurdî biaxive min digot hûn bimirin jî ez ê bi kurdî biaxivim. Li ser zimanê me her tim polîtîkaya înkar û asîmîlasyonê heye. Lê belê ez çûm ku derê ez bi kurdî axivîm. Ez rojekê jî bi tirkî neaxivîm. Min li mala xwe jî zarokên xwe bi kurdî mezin kir. Min ew jî hişyar kir. Min got divê tu carî hûn zimanê xwe înkar nekin. Em kurd in. Zimanê kurdî zimanê me ye çanda me ye nasnameya me ye . "   'Doza me zimanê me û çanda me'   Xalîde Kartal da zanîn kurdî zimanê wan ê dayikê ye û wiha got:"Em bi tirkî nizanin. Min kurdî hînî neviyên xwe kir. Ez naxwazim bi tirkî biaxivim. Zimanê min ê dayikê kurdî ye. Hinek dema li malê bi tirkî biaxive jî ez bi wan re dixeyidim dibêjim bi tirkî neaxivin. Ez dixwazim bi kurdî biaxivin û hîn bibin. Ez dixwazim her kes bi zimanê xwe yê dayikê biaxivin. Doza me, zimanê me û çanda me ye. Em ê heta dawî jî li zimanê xwe xwedî derkevin."   Banga xwedîderketina li zimanê kurdî    Zeynep Elmas da zanîn ew dixwaze zarokên wê bi zimanê kurdî perwerdeyê bibînin û wiha got:"Zarokên min kurd in û ez dixwazim bi zimanê xwe biaxivin. Ez dixwazim zarokên min bi zimanê xwe perwerdeyê bibînin. Bila zimanê me bibe perwerdeya me. Rastiya me zimanê me ye. Em ji bo zimanê xwe hene. Divê em ji tu polîtîkayên asîmîlasyonê netirsin. Divê em li her derê zimanê xwe bînin ziman. Divê mirovek ji rastiya xwe netirse. Divê em vê rastiya xwe her tim bînin ziman. Bila her dayik kurdî hînî zarokên xwe bikin bila kurdî bi wan bide gotin. Ev berpirsiyarî berê dikeve ser milê dayikan. Divê her kesayet vê berpirsiyariyê bînin cih. Divê gelê kurd xwedî li zimanê xwe derkeve. Bila li malên xwe kurdî hînî zarokên xwe bikin. Bila zarokên me jî dev ji zimanê xwe yê dayikê bernedin dewam bikin. Em xwedî li zimanê kurdî derkevin û winda nekin."